Şerê li dijî Kurdistanê
Taxa Eskar a navçeya Pasûr a Amedê û heft gundikên wê ji ber êrişên eskerî yên artêşa Tirk a dagirker hatin valakirin. Agahî jî ji gundiyan nayên wergirtin. Li herêma Omeryan a Nisêbîna ser bi Mêrdînê jî li devera eskerên dagirker êrişan dikin, agir bi daristanê ket. Bi sedan dar şewitîn û agir nêzî gundan jî bû.
Piştî ku walîtiya dagirker a dewleta Tirk a li Amedê roja Çarşemê “qedexeya derketina derve” îlan kir, li taxa Eskar û 7 gundikên wê yên navçeya Pasûr a Amedê êrişên eskerî dest pê kir.
Êrişa eskerî li warekî berfireh tê meşandin. Li derdora taxa Eskar û gundikên Şeyhsalîh, Nedrexuş, Mezrasor, Simetak, Delêderê, Axcana û Derîkê lê ne. Di dema operasyonê de top li herêmê hatin barandin.
Tê gotin ku balafirên şer ên Tirk jî bombe li herêmê barandine û li herêmê şer neqewimiye. Eskerên dagirker doh danê sibehê ketin û derketina li Eskar û heft gundikan qedexe kir û xetên telefonê jî birîn. Agahî ji gundiyan nayê wergirtin.
Kezeba Nisêbînê şewitandin
Li herêma Omeryan a Nisêbînê jî bi tevlîbûna gelek esker û cerdevanan artêşa dagirker êriş kir. Li bejahiya gundê Çalê agir bi daristanê ket. Ji ber zêdebûna şewatê bi sedan dar bûn xwelî. Li hin cihan gundiyan bi derfetên xwe xwestin agir vemirînin û hate zanîn ku agir nêzî mezra Serêkaniyê bûye.
Ji bo gundiyan ev şewat gelekî bi xeter e. Şewat êdî xwe nêzîkî Stilîlê jî dike.
NAVENDA NÛÇEYAN