Li dijî çeteyên DAIŞê de Emerîka çiqasî dilsoz e? Ev pirseke  giring e. Doh li payîtexta Belçîka û  Yekîtiya Ewropa Brukselê,  “Hefteya Kultura  Kurd” hebû. Yekemîn car e ku rêxistinên Kurd, kultura medî û manewî  pêşkêşî Ewropa dikin. Ewropiyan li navenda Brukselê bi çavan dît, bi destan rahiştiyê, bi mêjî û hestan hîs kir û bihîst. Ev danasîna sosyolojiya kultura kurd e, kultura neteweyî û gelê entelektuel-ronak e. Kurdan, da xuya kirin ku di nava şaristaniya cîhanê de Kurd xwedî pareke mezin in. Di dengê Tara Caf û hunerê teliyên wê yên li ser têlên “arp”ê, ev hevparî dihate xuya kirin. Doh, dîse Konseya Ewlekariya Dewleta Tirk, bi civîneke taybet mijara “herêma tempon” axivî. Bi gotina Murat Karayilan, herêma tempon, tê wateya dagirkirina Kurdistanê. Tirkiye ku tevlî Koalisyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞê nabu,  bi dijwarî û hawarî, li herêma tempon xwedî derdikeve, ji niha de eskerên xwe li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê kom dike. Dîse bi gotina Murat Karayilan, dewleta Tirkiyê hîna, îddîayên destek û alîkariya bi riya trênê ji bo çeteyan red nekirine. Di Konferansa li Parîsê de, serokwezîrê nû yê Tirkiyê Ahmed Dawudoglu, bi gotinek nû serê tevahiya cîhanê tevlîhev kir. Vizyona xwe ya dîplomatîk, car din da xuya kirin. Kes jî li dijî wî derneket. Ahmed Dawudoglu, hewldanên dîplomatên Ewropa bi gotina “ne dîplomasiya vizyon dikin” gunehkar kirin. Got,  “dîplomat ne karkerên agirkuj in, ku li kîjan devera cîhanê agirek derbikeve û ji bo tefandinê bibezin.” Ahmed Dawudoglu bi vê jî nema, ji bo ku di koalisyona navneteweyî de cih negirin, got, “Tirkiyê dewletêk aqîl e.  Li kû herêma cîhanê bûyerek derbikeve, Ji bo tedbîr were standin, alternatîfek bê dîtin û çareseriyek çêbibe, em kar dikin. Em di vê pêvajoyê de, neferên agirkuj naxwazin.” Gotinên Ahmed Dawudoglu  têne wateya ku Tirkiye, car din vegeriya salên 2003an û dagirkirina Iraqê. Dagirkirina Iraqê li xiş û hesabê Tirkiyê ne dihat. Sedem Kurd bûn. Îro jî Tirkiye naxwaze ku koalisyona navneteweyî li dijî DAIŞê saz bibe. Ji ber ku DAIŞ, bûye şûrê destê Tirkiyê û li dijî gelê Kurd şer dike. Îro, çeteyên DAIŞê bi tevahiya hêza xwe, dora Kobanê girtine û bê perwa fuzeyan diavêjin nava bajar û gundan.  Tirkiye jî bi trênê çekan û cebilxane dişîne ji çeteyan re. KCKe jî dibêje; Êrîşa li dijî Kobanê, êrîşa li dijî Bakurê Kurdistanê ye. Vêce; piştî serokkomartiya Erdogan jî di polîtîqeya Tirkiyê de  guhertin nîne, “modeltî”ya statuqoparêzî û mijulkirin berdewam e. Berdevkê dewleta AKPê Bulent Arinç, ji bo dibistanên perwerdeya bi zimanê zikmakî jî got; “li dijî qanunan e”.  Heyhaaat!.. Qanunên Tirkiyê gotina Kurd jî erê nakin, hebûna kurd jî qebûl nakin. Gelo wê perwerdehiya bi zimanê Kurdî çawa qebûl bikin? Eger dewleta AKPê, hîna Desturnameya faşîzma 12ê Îlonê  bi parêze, gelo wê demokrasî çawa bîne Tirkiyê û mafên gelê Kurd nas bike?  Çeteyên DAIŞê, hêza xwe ya li Iraqê û derveyî Iraqê teva li dora Kobanê kom kirine û êrîş dikin. Serokê Emerîka, li dijî çeteyan bi 4 xalan şer îlan kir. Lê ji bo Kobanê qet dengê xwe dernayêxe. Dema ku çeteyên DAIŞê, ber bi herêma  Exxon Mobîl çûn, hêzên hewayî rakirin û heta îro 160 caran çeteyên DAIŞê bombarduman kirine. Eger, Obama li gotinên xwe ku got; “çeteyên DAIŞê tehlokeyek gerdûnî ne û ji bo tevahiya mirovaniyê  vîrûsek tirsê”,  divê xwedî derbikeve, divê li Rojavayê Kurdistanê jî li çeteyan bide. Eger nake, bila dengê xwe li hevkar û hevalbendê xwê yê stratejîk Tirkiyê bike ku bi trênê çekan, cebilxane ji çeteyan re neşîne. Desturê nede ku Tirkiyê propagendeya herêma tempon bike. Li Kobanê herêma Exxon Mobîl nîne, lê gel hene û çeteyên DAIŞê dixwazin li wê herêmê kî mîna Şingalê komkujiyan bike. Dema mirov van mijara teva komî ser hev dike, ne dokrasiyek giştî, şerekî giştî derdikeve pêşiya me. Navenda vî şerê giştî jî Kurdistan e û tê xwestin ku gelê Kurd wek qurban werê feda kirin. Ev qurban jî ji bo xatirê çavên reşbelek yên Tayyip Erdogan û Ahmed Dawudoglu ye. Teva ji bo çavreşa petrolê ye. Şerê Kobanê û destîniya gelê Kurd e. Têkbirina çeteyên DAIŞê, tê wateya azadiya Kurdistanê û berteref kirina tevahiya polîtîqeyên komplo, inkar  û tunekirinê.