
Gelên li rojavayê Kurdistanê dijîn piştî aloziya li Sûriyeyê derket holê, dest bi xebata xweparastinê kirin. Di encama vê xebatê de hêza xweparastinê yê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avakirin. YPG li hemberî komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin şandin û leşkerên rejîma Sûriyeyê ku dixwestin têkevin rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Di encama berxwedana dîrokî ya YPG’ê de heta niha bi sedan endamên komên çete û leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.
Planên AKP'ê aşkera bû
Herî dawî endamê koma çete Mahmut Akyildirim ê ji Amedê ye hat kuştin. Bi kuştina Akyildirim hemû planên AKP’ê yê li Rojava aşkera bûn. Derket holê ku hikûmeta AKP’ê jî rêbazên şerê taybet ên ku di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê hatibûn ceribandin, niha li Rojava xistiye meriyetê.
Ciwanên Rojava ji bo parastina destkeftiyên gelên Rojava bi cangorî şer dikin. Heta niha bi dehan şervanên YPG’ê bi qehremanî şer kirine û şehîd ketine. Ji van yek jê şervanê YPG’ê Zerdeşt Dêrik e. Şervan Dêrik em demek dirêje li hemberî komên çete şer dike. Di şerê pêr ku derket de bi qehremanî şer kir û şehîd ket.
Berxwedan didome
Berxwedana YPG’ê li seranserê Rojava bênavber didome. Ji van deran yek jê jî bajarê Reqayê ye. Li wir jî şervanên YPG’ê li hemberî neyarên gelên Rojava û hêzên ku êrîşî gel dikin destan dinivîsînin. Li Reqayê komek diz ku xwestin malên gel wêran bikin rastî berxwedana şervanên YPG’ê hatin. Her çiqasî şervanên YPG’ê ji bo dizan bi saxî dîl bigirin tevgeriyan jî, dizan bi çekan êrîşî ser şervanên YPG’ê kirin. Di encama gulebarana dizan de şervanê YPG’ê Mazlûm Weysî şehîd ket. Şervanên YPG’ê dizek kuştin û yên din jî bi bîrindarî dîl girtin.
Kesek din birîndar bû
Ji ber ku hikûmeta AKP’ê di komkujiya Kurdên Rojava de israr dike û komên çete dişîne, jiyana Kurdistaniyên Bakur jî di xeteriyê de ye. Komên çete yên ku derbasî Serêkaniya binxetê dibin, ji wir Serêkaniya serxetê gulebaran dikin. Di encama gulebarana wan de heta niha Kurdistaniyên bi navêM. Ali Tekîn, Suleyman Denlî, Ahmet Ozer û Casim Erdemîr birîndar bûn. Herî dawî Kurdistaniyê bi navê Xelîl Ertugrul ê ku di oto ya şaredariya Serêkaniya serxetê de dixebite ji milê xwe birîndar bû. Hat ragihandin ku rewşa Ertugrul baş e.
Her wiha şevê din 6 endamên koma çete ku di şerê Serêkaniyê de birîndar bûn dîsa derbasî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya serxetê. Wextê ku birîndar anîn nexweşxaneyê polîsan jî bi wesayîtên zirxî li Serêkaniyê geriyan û ji Kurdistaniyan xwestin ku dernekevin derve. Li Serêkaniya serxetê jî rewşeke awarte tê jiyîn.
ANF/SERÊKANIYÊ
Piştgiriya YPG’ê zêde dibe
Li Efrînê bi deh hezaran Kurdistanî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên YPG’ê yê li Serêkaniya binxetê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina YPG’ê hat kirin û hat gotin ku hemû Kurd amade ne ku destkeftiyên Rojava biparêzin.
Şervanên YPG’ê li hemberî komên çete yên Tirkiyeyê û leşkerên rejîma Sûriyeyê di nava berxwedanekî bêhempa de ne. Kurdistanî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana YPG’ê çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Ji van çalakiyan yek jê jî li Efrînê pêk hat. Bi deh hezaran Kurdistanî daketin qada Şehîdan û berxwedana YPG’ê bi dil û can silav kirin. Di çalakiyê de posterêr Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Desteya Bilind a Kurd û wêneyên şervanên ku şehîd ketine rakirin. Endamê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Ferhad Dêrik axivî. Dêrik, diyar kir ev komên çete îdia dikin ku li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin û ev tişt anî ziman: “Ger ku bi rastî jî şerê rejîmê dikin ew ê biçin Şamê û li şer bikin. Armanca wan ne şerê li dijî rejîmê ye, dixwazin destkeftiyên rojavayê Kurdistanê ji holê rakin.”
Piştî Dêrik endama Yekîtiya Star Zilûx jî axivî. Zilûx, destnîşan kir ku gelên Rojava bi hemû pêkhatiyên xwe piştgiriyê didin berxwedana YPG’ê ya li Serêkaniyê. Gelê Efrînê jî amade ne ku bi cangorî destkeftiyên Rojava biparêzin.”
ANF/EFRÎN