HAMDULLAH KESEN
MA / EDENE
Li Edeneyê, dengbêj her hefte dibin mêvanê malekê û bi dirûşmeya “Serê malê kilamek” hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin.
Dengbêj her hefte roja pêncşemê dibin mêvanê malekê û bi dirûşmeya “Serê malê kilamek” kilaman dibêjin. Tevî dengbêjan hunermendên NÇM´ya dewleta Tirk ew girtî jî her pêncşem li malekê kom dibin û şevbihêrkan çêdikin. Ev çalakî ev du hefte ne dewam dike û bi vî awayî hunermend hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin.
Çalakî 3-4 saetan dewam dike û bi kilaman dengê dengbêjan olan dide. Dengbêjan xwest ev çalakî tim bên lidarxistin.
Dengbêjan got, “Bi van çalakiyan hem em çanda dengbêjiyê didomînin hem jî em bi kilaman, a xwe tînin ziman. Çand û zimanê me her tişta me ye. Loma divê em xwedî li wan derkevin.”
Banga li ciwanan
Dengbêj Îmran Akin jî îşaret bi girîngiya ziman kir û got, “Ji bo ciwanên me û gelê me zimanê xwe ji bîr nekin, em vê yekê dikin. Çand ji bo me tiştekî pîroz e. Barekî pîroz e, çimkî pergalê dest avêtiye çanda me. Armanca me ew e ku em bi bernameya ‘serê malê kilamek’ bibin mêvanên malbatên xwe. Em dixwazin bi vê xebatê ciwanên me hay ji çanda dengbêjiyê û çanda xwe çêbin.”
Hunermend Jiyan Savci, destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze çanda dengbêjiyê ji holê rake û ji ber wê jî wan xwestiye xebateke wisa bikin. Savci, destnîşan kir ku dewleta Tirk xwe li çanda Kurdî ranegirtiye û ji bo vê, saziyên wan girtine û kuçe û kolan jî di nav de, tu dever nehiştine: “Em ê jî li hemberî van polîtîkayan her pêncşem bi dirûşmeya ‘Serê malê kilamek’ bibin mêvanê malekê. Bîra herî zexm a gelê Kurd çanda dengbêjiyê ye. Em jî dixwazin vê çandê bidomînin .”