Piştî çend mehan amadekarî û nîqaşan, serê sibeha 17´ê Cotmehê operasyona li hemberî kelehên dawî yên DAIŞ´ê li bajarê herî mezin û dîrokî Mûsilê dest pê kir. Li gorî daxûyaniya rayedarên serbazî û siyasî yên elaqedarî operasyonê, ew ê di demeke kin de bigehîjê encamê. Lê bi nîqaşên hefta dawî li ser helwêsta Tirkiyeyê, wer xûya nake ku operasyon di demeke kin de bi dawî bibe û wê bibe şerê herî dijwar yê 10 salên dawî yê herêmê. 

Çima? Mûsil bi taybetmendiya xwe ya erdnîgarî mezin û stratejîk e; dewlemendbûna petrolê, bi statûya xwe ya dîrokî ku ne tenê di sedsala 20´an de di navbera Tirkiye û Iraqê de bûye mijara nakokiyan, lê di 400 salên dawî de meydana şerê navbera Safewî û Osmaniyan de ye. Dewleta dagirker a Tirk di 90 salên dawî de timî Mûsil weke parçeyekî Misaqî Mîlî ditiye û piştî 1991´ê jî hertim li derfetekê geriya ku vê niyeta xwe bi ser bixe û di salên 90´î de jî ji bo şer li hemberî PKK´ê bi alîkariya PDK´ê bi dehan bingehên serbazî ava kirine ku bi çekên giran, tank û maşînên zirxî hatine dagirtin. 

Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Seddam Husên li Iraqê timî nakokiyên di navbera şiî û sûniyan de tevdane û eşkere bi dewletên Qeter û Siûdî re vê bereya sûnî li Iraqê destek kiriye û malbata Nujêfî li Mûsilê bigire heta nakokiyên di navberê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî û Tariq Haşimî Cîgirê wê demê tevdaye ku sala 2014´an hem bajarê Mûsilê û hem jî Şengalê hatin dagirkirin. Ji bo wê jî operasyona rizgakirina Mûsilê wê siberoj, hevsengiya hêzên li herêmê û bi taybetî jî li Iraqê destnişan bike. Operasyon wê ji bo Kurdan bi taybetî û siyaseta wan ya siberojê jî diyarker be. Ya diyar e ku hêzên hevpeymana navneteweyî ku 60 welat in, hêzên arteşa Iraqê ku di bin banê wî de Heşdê Şeibî, Heşdê Sûnî û 3 hezar hêzên girêdayî Esîl Nujêfî hevalbendê AKP´ê, hêzên pêşmerge bi lihevkirin ku nekevin nava bajêr, tê gotin ku Gerîla û hêzên YBŞ, herweha arteşa Tirk jî ku hêzên xwe li Başîqe tevlî operasyonê bûne. Tevlîbûna ew qas hêzan girîngiya Mûsilê ji hemû aliyan ve nîşan dide. 

Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Abadî got, "Eger Tirk tevlî vî şerî bibin, ew ê li hemberî wan şer bikin". Ev peyameke zelal e ku wê şer ne tenê bi DAIŞ´ê re be, lê bi arteşa Tirk re ku her yek bi taqimên cilan hatine, yek ji xwe re û yek ji çeteyên DAIŞ´ê re ku mîna Cerablûsê wê tenê dest biguherin. Hemû îşaretên ji wir tên belavkirin, nîşan didin ku Tirk wê mîna li Cerablûsê, çeteyên DAIŞê bi cil bikin û bi vî rengê jî wan biparêzin. Balkêş e ku di vê operasyonê de yê ku hîç di hesabeke rast de nîne, hêzên Kurd li Başurê Kurdistan bi taybetî jî PDK ye. Westa Resûl, berpirsyarê xeta Kerkûkê ya Pêşmergeyan dibêjê, "tevlîbûna Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de ji bo rizgarkirina fermandarên DAIŞ´ê ye".

Ev operasyon ji rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞ´ê zêdetir, wê şerê li hemeberî dagîrkeriya Tirkan be ku êdî bi desteka bereya nejadperestiya hundir dixwaze îradeya azadiya gelê Kurd hem li hundirê û hem li derveyî sinorê xwe bişkîne, û ev armanca sereke ya Tirkan e. Ji bo Erdogan operasyona Mûsilê hewildan û pêngava dawî ye ku bixwaze hem armanca xwe ya dîrokî pêk bîne û hem jî pêşî li Kurdan bigire û bi zanebûna wî ye ku Mûsil ji bo Kurdan çi qasî devereke girîng û dîrokî ye, hem ji bo Başûr û hem ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê bi giştî. Piştî ku dewleta Tirk zanî hêzên sûniyên Iraqê yên alîgirê AKP´ê ne di wê hêzê de ne ku armanca wan pêk bînin, bi taybet jî malbata Nujêfî, ew bi xwe bi yekîneyên mezin, bi çekên pêşketî û giran bi alîkariya PDK´ê ketin Başîqe. Çi qasî M. Barzanî di serdana wî ya Baxdayê gotiye, haya me ji hatine Tirkan nîne, lê ev îdayeke ne li gorî rastiyan e. Ma qey Tirk di ezmanan re hatin Başîqe? Her kes dizane di herêma di bin kontrola PDK´ê de ketine wê herêmê. Ji ber ku PDK bi eşkere di vê bereyê de cih digire. 

Li aliyekî din PDK bi qasî ku dixwest pêşî li hêzên berxwedana Şengalê YBŞ/YJŞ û Gerîla bigire ku tevlî operasyonê bibe, bi qasî wî ne di hewildanê de bû ku pêşî li Tirkan bigire. Gelo bi rastî jî PDK nizane eger dewleta Tirk di armanca xwe de bi ser bikeve, li Mûsilê wê dor were Başûrê Kurdistanê. Parastina berjewendiya dagirkerên Tirk û dijîtiya PKK´ê di mijara Mûsilê de ji aliyê PDK´ê ve ji bo Kurdan bêbextiyek e; li gorî Hoşyar Abdullah endamê komisyona parastinê li Perlemana Iraqê "PDK venaşêrê ku li dijî beşdariya gerîla ye di operasyona Mûsilê de". 

Bi nîqaşên li ser vê operasyonê û bi hêzên ku wê tevlî vê operasyonê bibin û dibin, wer diyar e ku ev operasyon ji operasyoneke serbazî zêdetir operasyoneke siyasî ye, ji ber ku pirraniya van hêzan ji bilî hêzên Gerila û YBŞ´ê, hesaban li ser qonaxa piştî şer dikin û mîna xenîmet lê dinihêrin. Diyar Xerîb, Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê dibêjê "Armanca me di tevlîbûna operasyonê de pêkanîna erkeke mirovane ye û çavê me li berjwendiyan nîne li Mûsilê, armanca me bi hev re jiyana gelan e". Lê wer xûya nake ku dewleta Tirk bihêle her tişt li gorî hatiye pilankirin biçe, nexwe weke Heyder el-Abadî got, wê şerê piştî DAIŞ´ê bibe şer li hemberî dewleta Tirk. Ew pêşbînî jî pirr ne dûr e, ji ber ku pirraniya hêzên li ser erdê ji bo şerêkî wisa jî heta mirov bibêej bes bi derfet in. Ev şer wê bibe şerê şikestina dewleta Tirk, ji ber ku rewşa AKP´ê di encama berxwedana PKK´ê de li hundirê Tirkiyeyê gelekî xerab e.