Şervanê YPG’ê yê Kanadayî Zinar Garsiya (67) ev demeke kurt e ku li Rojavayê Kurdistanê li eniyên şer ên pêş bi çeka BKC şer dike. Niha li herêma Aliya ya di navbera Serêkaniyê û Til Temir de di şerê li dijî çeteyan de cihê xwe digire. Garsiya, da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ne û got: “Çi kesê ji xwe re dibêje ez insan im, pêwîst e, di şerê ji bo mirovahiyê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê cihê xwe bigire. Tevî ku ez ne ciwan im jî, ev yek li pêşiya min ne bû asteng.”
‘Berxedana şervanên Kurd tesîr li min kir’
Garsiya da xuyakirin ku wî yekem car şoreşa Rojava di rojnameyeke bi Elmanî de nas kir û wiha dewam kir: “Di rojnameyê de li ser kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdên Êzîdî nivîs hebû. Di nivîsê de behsa berxwedana şervanên Kurd a li dijî çeteyan dihate kirin. Min di wê nivîsê de asta berxwedanana şervanan û parastina welatiyên sivîl nas kir. Vê yekê btesîr li min kir. Min êdî rewşa şervanan şopand û di encamê de min şoreşa Rojava nas kir.”
‘Kurd wê mafên xwe bi dest bixin’
Garsiya da zanîn ku gelê Kurd di demeke dîrokî re derbas dibe û wiha dewam kir: “Piştî ku herêm ji çeteyan bên paqijkirin, ez bawer nakim tu xetereke mezin li ser herêmê çêbe. Gelê herêmê dê parastina xwe bike, ji ber wê xetereke mezin li ser herêmê dê nemîne. Başûrê Kurdistanê her kes dizane ku herêma Kurdan e, lê şoreşa Rojava di cîhanê de hat naskirin ku şoreşa gelan e. Projeya li Rojava tê meşandin dê bibe mînak li Sûriyê û hemû cîhanê gel li ser bimeşin.”
‘Fikrên Ocalan ji bo hemû mirovahiyê ne’
Zinar Garsiya, der barê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got: “Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina hemû mirovan û avakirina civakeke demokratîk e û ne ji bo desthiladariyê ye. Li gorî dîtinên min ji herêmê û xwendina ji rewşê, hêzên YPG’ê bala min kişand, ne wekî hêzên din in, ne ji bo pereyan têdikoşin, lê belê ji bo parastina nirxên mirovahiyê.ˮ