Çend roj in panorama salekê têne vegotin. Pirraniya panorama statistic bûn. Bêguman aliyê civakî, siyasî û medya jî heye. Tirkiye herî zêde di aliyê etîkên civakî de hate rexne kirin. Eger ava çemê jiyanê ber bi pêş ve diherike; her gera cîhanê, dibe guhertinek, mixabin Tirkiyê ne li gorî demê pêşdikeve. Di sala 2014an de cîhan zivîrî, dem diguherîn, dengeyên Rojhilata Navîn jî serûbinî hev bûn. Tirkiyê, mixabin ber bi “sedsala navîn” çû. Rayedarên dewleta AKPê jî, her dem behsa bextewariya dema xwe dikin; lê di panoramayên ji aliyê saziyên xwedî gotin, (wek IHDe) Tirkiyê bû behişta rantê, çavkaniya derew, nîq, telaqreşî û dîmenekî kujer derxiste holê.
Medya Tirk jî,   di pîvanên etîkî yên Keane de, dirûtiyek nîşan da… Yek gavê ji sîyaseta “felzekê” dûr neket. Dîse bû medya “mehmedçik”, dîse bû beroşa efsûnbazan. Di eniya Kurd de, guhertin di çarçoveya gotinên Birêz Abdullah Ocalan; “”Ez, dibin çavdêriya bi milyonan mirovên ku guh didine vê banga min, êdî  demeke nû dest pê dike” de  pêşketin çêbûn. Hemberî ku ev gotin di Newroza 2013an de hatin gotin, bû çavkaniya pêşektinên sala 2014an li heremê; Ocalan jî di nava 100 mirovên salê de hate bijartin. Sala 2014an, salek têr kabûs û bûyerên drametîk bû. Van bûyeran Rojhilata Navîn ber bi kaosekê bir.  Mixabin, herî zêde  destê dewleta AKPê di vê kaosê de hebû. Di dawiya salê de jî, li Cizîrê ev bêbextî kire pratîkê. Hizb-ul Kontrayên berê, wek Huda-Kontra derxistin holê. Di bûyera Şingalê û bazara jinên kole de, cîhan axivî, lê dewleta AKPê yek gotin ne got. Pat-î Erdogan ku di her firsetê de,  ji her tiştî (jinên ku zarokan bînin jî di nav de) diaxive, dersên etîkî dide,  ji bo bazara jinên kole gotinek ne got. Ev pirsgirêkek etîkî ye û tevahiya civakê alaqadar dike. Dawiya sedsala 2014an û çeteyên DAIŞê, bûne sedema ku “berpirsiyariya mirovantiyê” were nîqaş kirin. Ji ber ku “etîka mirovantiyê” hate kuştin. Lê perwerdeya rêveberên dewleta AKPê ya felsefîk kêm e. Serokwezîr Prof. Ahmed Dawudoglu jî di nav de.  Eger siyasetmedar, di pratîkê de, di siyasetê de “etîke felsefîk” nekin bingeha siyaseta xwe, mirovekî  wek “ darê tenûrê” derdikevin holê. Her lîderê ku civakan rêve dibe, xwedî berpirsiyarî ye, mecbur e li gorî van berpirsiyariyan haraket bike. Lîder, xwe jî û civakî jî  ber bi guhertinê dibe. Ev jî lîderan dike nava lêgerînên felsefîk.  Min ji ber vê yekê gotinên Birêz Ocalan di destpêkê de anîne ziman. Lîderekî wek lîderekî berpirsiyar  haraket dike. Xwe jî, civakê jî diguhere, lê ber bi pêş û bi  têgihiştinek “etîka felsefîk”. Di sersalê de, pêşî miftiyên gelek metropolên Tirkiyê daxuyanî dan û “sersala miladi” rexne kirin. Piştre  sergerdeyên  siyaseta yek-parêz, li kolanan skêçên ku “padîşah fermana qewirandina   “kale salê” dide lîstin.
Ev skêç tê wateya ku bingeha “biwêjên etîkî” li Tirkiyê lewaz in. Eger ne wisa be, entelektueliya tirk (beşekî kurd) li gorî “alîf û ciher”ê berjewendiyan  “etîkên intelijansiya” bin  pê nedikirin. Ya herî balkêş daxuyaniyên rayedarên dewleta AKPê ya sersalê bûn. Gotinên wan dane xuya kirin ku, tirsa ji aştiyê dewam dike. Dewleta AKPê ji aştiyê ditirse. Xwedî kirin û destek-kirina çeteyên weke DAIŞ û Huda-Kontra nîşaniya vê ye.
Di şerê çil salî de, Kurdan da xuya kirin ku, av bi agir nayê tirsandin, lê agir bi avê tê tirsandin. Dewleta Tirk û îro jî ya AKPê çil sal in, Kurdan bi “agir-komkujî”yan ditirsînin. Vêce, aqilmend û qendê dewleta AKPê, aqilmaned û hawara reytinga medya tirk bûye kesên weke Cubelî Ahmed Xoce; civaka ku bi van kesan were perwerde kirin, etîkê felsefîk li hole namîne. Hawara keêsn bê etîk jî, dibe çete û kontra. “xwedê aqilekî bide dewleta AKPê” Hêviya min ew e ku dewleta AKPê di muzakereyan de, xwe virde wir de neke.