Ji aliyekî hêzên Emparyalîst bi pêşengiya Emerîkayê dixwazin hegemonyaya xwe zêde bikin, li aliyê din jî Rusya û Çîn ku her çendî di demên dawî de li ser hin xalan li hevkiribin jî bi hevkariya Îranê li hemberî vê li berxwe didin. Ev welat dixwezin kevneşopiya heyî biparêzin. Ji ber vê yekê derket holê ku hêzên navnetewî ne amadebûn di vê sala derbasî de mudexeleya leşkerî li ser Sûriyê bikin.
Lê bi hewldanên Netewên Yekbûyî yên weke plana Annan, dixwestin xwe bînin asta ku karibin mudexeleya leşkerî bidin qebûlkirin, lê ew jî bi ser neket.
Weke tê zanîn rewşa Sûriyê ne weke ya Tunus, Misir û Libyayê ye. Sûriyê bi hêmanên xwe yên bingehîn û bi bikaranîn fakturên herêmî dikarê temenê xwe du salan dirêj bike. Dema Sûriyê vê yekê dike, hêzeke mezin a weke Rusiya jî li pişta xwe dibînê. Ji bo modela Yemen li Sûriyê bixin dewrê nîqaş kirin. Her çiqas nûnerê taybet yê NY Exdar Îbrahîmî ji bo vê xebitibe jî di rastiyê de hewldanên Îbrahîmî, qezenckirina demê bû ku hêzên navnetewî xwe bigihînin asta amadekirina mudexeleyeke leşkerî.
Ev yek jî bi rojan e li hundurê Sûriyê jî bandora xwe dike. Rêjîm jê cesaret girtiye û her roj komkujiyan pêktîne. Rêjîm di rewşên wiha de ji şerê hebûn û nemanê zêdetir, şerê tasfiyekirinê dike. Ev yek jî di bin navê şerê kemnetew û şerê mezhebî de tê meşandin. Di rewşeke wiha de ne tenê rêjîma BAAS´ê her wiha hêzên ku piştgiriya hêzên çekdar yên Artêşa Azad a Sûriyê dikin jî tê de cîh digirin. Welatên ku her gav li ser hesabê gelê Sûriyê muxalefeta Sûriyê li hev dicivînê û bê encam dimîne jî berpirsyarê kuştina sivilan a li Sûriyê ye. Di weteyek din de Sudî Erebistan, Qatar, Tirkiyê, Fransa, Emerîka, Almanya û İngilîstanê ji ber polîtikayên xwe yên li hemberî Sûriyê ji kuştina sivilên Suriyê ku hêjmara wan 50 hezarî derbas kirine berpirsyar in.
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina gel divê bi awayekî rojane tedbîr werin girtin û gavên pratîkî bên avêtin. Lê di warê stratejîk de divê şert û mercên heyî baş bêne analîz kirin ku di warê siyasî de destketiyên bingehîn bi xwe re bîne. Di vê mijarê de gelekî girîng e ku Kurdan rewşa siyasî û rastiya ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rû dide baş analîz bikin û li gor rewşa guncaw ya cîhanê tevbigerin. Xeta sêyemîn a çareseriya demokratîk a tamînata gelê Kurd û herêmê ye. Ne tenê Kurd her wiha mîsogeriya paşeroja gelên Ereb, Xirîstiyan, Dûrzî, Ermenî û Turmana ye. Her weha israrkirina di çareseriya demokratîk de ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gihandin û xilasbûna ji hemû cûreyên bindestî, zilmê û dîktatoriyan e.
Şerê Sûriyê, şerê desthilatdaran e
Li Rojhilata Navîn, pêvajoya ku rû dide, pêvajoyeke herî bi nakok û bi zehmet e. Di navbêra hêzên navnetewî û herêmî de, dubendiyeke ku texmînê mirovan derbas dike derketiye holê. Aliyên ku bi navê sermayeya cihanî tevdigerin badora xwe li hin cihan zêde dikin. Hin alî jî di bin navê ku hebûna xwe biparêzin, statukoya ku bi hemû kiryarên dimeşînin, ji bo xwe rewa dibînin. Lê di encamê de herdu xet hizmeta yek xetê dikin ku jê re dibêjin hakîmiyeta gerdûnî ku di bin navê ewlehiyê de tê meşandin. Helbet li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûyerên ku rojane rû didin ne derveyî van nakokiyan e. Divê her kêlî rewşa Sûriyê ji hundur û derve bê şopandin û li gorî vê siyaseteke rast bê meşandin.