Muxalefeta çekdar bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku êdî ew li gorî agirbesta plana nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan tevnagerin û ew dê êrîşên xwe yên li dijî artêşa fermî ya Sûriyeyê zêde bikin.
Ji aliyekî din ve jî li gorî daxuyaniya berpirsiyarekî komeke çekdar kul i Tirkiyeyê dimîne komeke din a çekdar bi navê (Eniya şoreşgerên Sûriyeyê) hatiye avakirin û ew artêş ji derdora 12 hezar şervanan pêk tê.  Li gorî daxuyaniya yek ji rêveberên muxalfeta çekdar (artêşa Azad) Samî el Kurdî da xuyakirin ku ew dê êrîşên xwe li dijî artêşa rejîmê zêde bikin û idîa kir ku di nava 48 seatên derbasbûyî de wan zêdeyî 80 leşkerên Sûroiyeyê kuştine.
Axaftina dawî ya Beşar Esad û daxuyaniyên ku dê riya xwe ya tundî û kuştinê berdewam bikin hin hêviyên ku bi kêrhatina plana Kofî Annan hebûn jî têk çûn. Ji aliyekî din ve ev daxuyaniya muxalefeta çekdar a ku dibêje êdî ew li gorî vê agirbestê tevnagerin j îtê wateya zêdekirina aloziya li vî welatî û bilindkirina asta tundiyê.  Ev koma çekdarên nû an jî artêşa ku navê (Eniya şoreşgerên Sûriyeyê) li xwe kiriye bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwe aşkare kir û bi vê yekê piştî avakirina Konseya Nişytimanî a bi serokatiya Burhan Xelyûn niha jî Tirkiyeyê bi alîkarî û piştgiriya welatên Kendavê û Siûdiyê artêşekê jî ava dike. Tirkiye bi vê yekêdixwaze bandora xwe li ser muxalefetê zêde bike û bêtir wê bixe bin baskên xwe bi lihevkirina bi Birayên Misilman re.
Her çendî welatên Rojava û raya giştî ya cîhanê heta niha bi giştî li dijî destwerdaneke leşkerî derdikevin desthilatdariya Tirkiyeyê, ango hikûmeta AKP her daxwaza xwe ya destwrdaneke leşkerî tîne ziman. Dibe ku ev yek ji bo razîkirina hin aliyên muxalefeta Sûriyeyê be jî û tenê dilê alîgirên destwerdanê xweş bike. Lê bi giştî armanc çibe bila bibe armanca serke ya hikûmeta AKP ji destpêkê de ew e ku statuyeke Kurdan li Sûriyeyê çênebe û hemû bazarên xwe yên bi muxalefet û hêzên navneteweyî re jî li ser wê bingehê ava dike.

Daxuyaniya çekdaran 
Ev daxuyaniya muxalefeta çekdar tê wê wateyê ku êdî ew dê şerê xwe aşkare bikin û her wiha tê wateya ku wan têra xwe hêz û çek bidest xistine da kuş erê xwe bilintir bikin. Her kes dizane ku tucaran ne muxalefeta çekdar ne jî artêşa Sûriyeyê li gorî plana Annan tevgeriyaye lê di dawî de ev yek hate aşkarekirin. Hem di axaftna dawî ya Esad de û hem di daxuyaniya muxalefeta çekdar de gef û daxuyaniyê ku rê li ber pêvajoyeke dijwartir vedike. Wiha xuyaye ku wê asta tundiyê hê dijwartir bibe û êdî çi kartên herdu aliyan hebin dê aşkare bên lîstin.

ŞAM