Şerê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî El Şehbî de li bajarokê Başûrê Kurdistanê Xurmatû dewam dike. Diviyabû doh her du alî bicivin lê li ber civîna parlemana Iraqê, ev civîn ji bo demeke nediyar hat taloqkirin. Aliyê Kurd radigihîne ku, Heşdî El Şehbî dixwaze bi piştgiriya Îran û Tirkiyê hêzên Pêşmerge li bajarokê Xurmatû û navçeyên Kurdistanê yên ne ayîdî îdareya Herêma Kurdistanê, derxe. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û rayederên Iraqê banga aramî û agirbestê li aliyan kir. Lê li gorî agahiyên Fermandarê Hêzên Komando yên Yekîneyên 70’yî, Mulazim Diyar, çekdarên Heşdî El Şehbî agirbest bin pê kirine û pêşmergeyek şehîd kirine.
Ji bo Saadiye û Hewîce dubare nebe
Ji bo rawestindina şerê Pêşmerge û Heşdî El Şehbî diviyabû rayederên her du aliyan doh li Kerkûkê civînek bi tevlîbûna Fermandarê Hêza 70’emîn a Peşmergeyan, Şêx Cafer Mûstafa, Serokê Tûgayên Bedir, Hadî Amîrî, her wiha Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm bihata lidarxistin. Lê ji ber hinceta civîna Parlementoya Iraqê ev civîna hanê hat betalkirin. Hemwelatiyên Xurmatû destnîşan kirin ku ew ji rewşa heyî gumanbar in û ditirsin piştî DAIŞ’ê Heşd El Şehbî bi wan re şer bike.
Her wiha tê gotin ku Pêşmerge naxwaze bûyera li Saaadiye û Hewîce dubare bibe, loma jî ji bo mayîna li Xurmatû bi israr e. Pêşmerge piştî dagirkirina DAIŞ’ê ya Mûsilê navçeyên Kerkukê Hewîce û Saadiye bi pirranî xistibû bin kontorola xwe û piştî hin lihevhatinan Saadiye ket destê Şîiyan û Hewîce jî ket destê Suniyên Ereb. Niha hêzên eskerî yên Şîî û Pêşmerge li hemberî metirsiya DAIŞ’ê navçeyê bi hev re diparêzin. Lê niha armanc û daxwaza hêzên eskerî yên Şîî ku pêşengtiya wan Heşd El Şehbî dike û ji Îranê destek distînin, derketina ji Xurmatû li ser Kurdan dide ferzkirin.
Diviyabû doh bicivin
Rayedarên payebilind ên Peşmerge û Heşd El-Şehbî ji bo rawestandina şerên li Xûrmatû, wê doh li Kerkûkê biciviyana ji ber civîna parlemana Iraqê hatiye taloqkirin.
Her wiha hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Heşd El Şehbî, Hadî Amerî ji ber ku doh beşdarî civîna parlemana Iraqê bû, nekarî beşdarî civîna Kerkûkê bibe û ji ber vê civîn ji bo demeke nediyar hatiye taloqkirin.
Dixwaze Pêşmerge ji Xurmatû derkeve
Piştî ku sê roj bihurîn di ser şerê li Xurmatû re, Heşdî Şehbî dixwaze, hêzên Pêşmerge li bajarokê Xurmatû û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derkeve.
Heşdî Şehbî bi beyannameyekê ragihand ku ew xwîna kuştiyên xwe ji bîr nakin û pêwîst e pêşmerge ji bajarok derkevin û divê hikûmeta navendî jî li ser vê babetê de li gel wan be.
Tê gotin ku di sê rojên derbasbûyî de zêdetirî 40 çekdarên Heşdî El Şehbî li Xurmatû hatine kuştin û bi dehan jî birîndarên wan hene.
Bekîr: Bûyerên li Xurmatû tên tevdan
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzat Bekîr jî diyar kir, li pişt bûyerên li Xurmatû hêzên derve hene û anî ziman, ku serkêşê van hêzan jî Tirkiye û Îran in. her wiha ji nava Iraqê jî hin derdor destekê didin van.
Bekîr da zanîn ku Kurd, Ereb û Tirkmen demeke dirêj e li navçeyê bi hev re dijîn û ti carî di vê astê de şer di navbera wan de neqewimîne. Bekîr anî ziman ku piştî sala 2003’an pirsgirêk hatin mezinkirin.
Para Îran û Tirkiyeyê tê de heye
Bekîr da xuyakirin ku Îran û Tirkiye bi taybetî hewl didin bandorê li navçeyê bikin û di şer û koçberiya li navçeyê de para van dewletan heye.
Bekîr got, “Îran ne tenê li Xurmatûyê, li Saadiye, Celewla, Xaneqînê jî heman siyasetê dimeşîne. Bi taybetî li Xurmatû, dewleta Tirk hewl dide bi rêya Tirkmenan bibe xwedî bandor. Ev hemû nakokî ji ber vê yekê ye. Ji ber van nakokiyan ev şer diqewime. Heta niha ji ber vî şerî bi hezaran mirov ji her du aliyan neçar mane navçeyê biterikînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Çima berpirsên Hikûmetê bêdeng in’
Hemwelatiyên bajarokê Xurmatû ji rewşa heyî guman û fikarên xwe anîn ziman. Hemwelatiyên li Xurmatû li ser rewşa bajêr ji RojNews´ê re axivîn. Hemwelatiyê bi navê Omer Aware got, “Aloziyên niha yên li Xurmatû rakirina tola beriya bi çend salan e ku wê çaxê Kurdan bajarok ji destê rejîma Baasê rizgar kir. Ev yek bûye sedem ku alozî kûrtir bibe.”
Piştî DAIŞ’ê Heşd El Şehbî?
Omer Aware da zanîn ku Kurd xwediyê Xurmatû ne, lê belê Tirkmen dixwazin vê herêmê ji Kurdan vala bikin û wiha pê de çû: “Em wek hemwelatiyên Xurmatû daxwaz dikin ku pirsgirêk demekê ji ya din zûtir werin çareserkirin. Ger pirsgirêk çareser nebin wê jiyana me gelekî zehmet bibe. Em ditirsin piştî DAIŞ’ê, Heşd El Şehbî bi me re şer bike. Ji niha ve ji sedî 60´ê hemwelatiyên Kurd ev herêm vala kirine.”
‘Divê Heşd El Şehbî ji Xurmatû dernekeve’
Hemwelatiyekî din ê Xurmatû, Rizgar Hesen Ehmed jî diyar kir ku ti encamek ji civîna bi Heşd El Şehbî re dernakeve û wiha peyivî: “Hemwelatiyên Xurmatû nikarin rihet bijîn, heta ku Heşd El Şehbî ji Xurmatû dernekeve. Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve nava hewldanan û bi hikûmeta Iraqê re li ser Xurmatû nîqaş bikin. Ger wisa nebe, ti rihetiya me li vir nîne. Hemû partiyên li Herêma Kurdistanê bêdeng in û wek pêwîst bi hewara me ve nayên.”