Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê dixwazin Kurdan ji hev belav bikin û bînin pêşberî hev û wiha got: "Ev pêvajo ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer dê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de dê roleke mezin bilîze." Hozat bang li ciwanên Kurd ên li hemû parçeyan kir ku tevli vî şerî bibin.

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi rêya telefonê ji Stêrk TV re axivî û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Rebîa, Şengal û Mexmûrê de daxuyaniyên girîng da.

Hozat di axaftina xwe de got ku li Şengalê şerekî giran tê meşandin û bibîr xist ku hêzên HPG û YJA STAR'ê dest li vê herêmê werdane û xwe gihandine Çiyayê Şengalê û wiha got: "Niha li çiyayê Şengalê hem hêzên HPG û YJA Star, hem jî YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê li dijî DAIŞ'ê şerekî mezin dimeşînin. Tevahiya çiyayê Şengalê di bin kontrola HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê de ye."


Bang li NY û hikûmeta Iraqê  

Hozat ragihand ku bi deh hezaran mirovî xwe li Çiyayê Şengalê girtine û wiha got: "Çiya qadeke berfireh e. Di demeke kurt de xwegihandina hemûyan, derbaskirina wan bi awayekî ewle ji bo rojavayê Kurdistanê, zehmet e." Hozat diyar kir ku bi hezaran mirov bi birçîbûna re rû bi rû ne û got ku divê alîkarî ji van re bê dayîn. Hozat di serî de gelên Kurdistanê bang li tevahiya civaka navneteweyî kir û wiha got: "Pêwîste her kes ya ji destê xwe tê bikin." Hozat anî ziman ku zarokan ji ber tîna jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku ji ber li herêmê şerekî dijwar diqewime, çûyîna alîkariyê jî zehmet e. Hozat destnîşan kir ku li gel vê yekê jî bi beşeke mezin alîkarî hatiye şandin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê kir ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê. Hozat diyar kir ku pêwîste NY bi tenê daxuyaniyan nede û Hikûmeta Iraqê jî ji hewayê dikare alîkariya av û xwarinê ji herêmê re bibe.

Hozat da xuyakirin ku ji korîdora hêzên HPG û YPG'ê vekiriye, hewl tê dayîn pêwîstiyên gel ji ser Rojava bên çareserkirin.


HPG gihişt Mexmûrê  

Xozat der barê kampa penaberan a Mexmûrê ya ku roja 6'ê tebaxê şêniyên wê hatin veguhastin de jî daxuyaniyên girîng da û wiha got: "Hêzên HPG û YJA Starê xwe gihandin Mexmûrê. Hêzeke girîng xwe gihand herêmê. Me gelê Mexmûrê gihandin qadên ewle. Li Mexmûrê gel nema. Hêza mayî jî hêza parastinê ye" û dexstnîşan kir ku HPG û YJA Star bi hêzên pêşmergeyan re xeteke hevpar a parastinê ava kirine. Hozat da zanîn ku li herêma Mexmûrê pevçûnên dijwar diqewimin û bi hawanan topbaran lê çê dibin lê berxwedaneke bi heybet heye. Hozat ji bo Mexmûrê got ku di bin kontrola HPG-YJA Star û pêşmergeyan de ye.


Wê yekîtiya Kurdan pêk were  

Hozat da xuyakirin ku berevajî armanca êrîşên DAIŞ'ê Kurd dê bigihêjin hev û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev dem ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer dê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de dê roleke mezin bilîze. Armanca êrîşan berevajî vê ye dixwazin Kurdan ji hev belav bike û bike dijminê hev. Konsepteke bi vî rengî heye. Di salên dawî de ev yek bêtir hat kûrkirin. Armanca me jî afirandina yekîtiya demokratîk a Kurdan e. Di vê mijarê de hewldanên me yên cidî hene."

Hozat ragihand ku ji bo yekîtiya neteweyî wan berê jî gelek caran bang kirine û anî ziman ku di 9'ê hezîranê dema dagikirina Mûsilê û di dema dagirkirina Şengalê de jî ev banga xwe dubare kirin û wiha got: “Ji destpêkirina dagirkeriya Şengalê û pê ve me banga xwe dubare kirin. Niha li xeta Mexmûrê di vê mijarê de gavên pratîkî tên avêtin."

Hozat di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Ger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin, dê bibin hêzeke xurt a li herêmê ku herî zêde destkeftîbe. Hem dê Kurdistanê bike yek hem jî di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de roleke mezin bilîze. Di vê mijdarê de Kurd dikarin roleke gelekî dîrokî bilîzin. Firsendên dîrokî derketine holê. Divê werin bikaranîn."


Banga li ciwanan  

Hozat bi taybetî bang li gelê Kurd û ciwanan kir û wiha got: "Li holê şerekî giran heye. Berxwedaneke bi heybet a gel û gerîla heye. Kurd bi afirandina yekîtiya neteweyî, bi piştevaniyeke xurt, bi beşdariya li nava refên HPG, YJA Stars, YPG, Yekîneyên Berxwedana Şengalê dikare azadiya xwe misoger bike. Bang li hemû ciwanên Kurd, alîgirên aştî, azadî û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, bi taybetî jî jin û ciwanan dikim ku bi awayekî pratîkî tevli vî şerê çalak bibin."  


ANF/QENDÎL