Muxalefeta çekdar û komeke ku xwe wekî Artêşa Hur bin av dike ji aliyê sînorê Tirkiyeyê ve derbasî bajarê Serêkaniyê bûn û li pey xwe balafirên şer û topebarana rejîmê anî. Armanca vê tevgerê ew bû ku tevgera Kurd û hêzên YPG bikşînin nava şer û rewşa aram a bajarên Kurdan xira bikin. Lê tevgera gelê Kurd bi xwînsarî tevgeriya û nehate wê lîstika ku jê re hatibû plankirin. Tevgera gelê Kurd bi giştî j îli dijî derbasbûna vê koma çekdar rawstiya.
Li Serêkaniyê di encama bomberanên balefirên şer ên rejîmê de, ji bilî yên nayên zanîn 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 57 jî birîndar bûn. Her wiha bi dehan endamên Artêşa Hur hatin kuştin. Hate ragihandin ku Artêşa Hur xwe vekişandiye sînor û Tirkiyeyê jî deriyê sînor girtiye.
Piştî ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Hur di 8’ê mijdarê de ketin navçeya Serêkaniyê û di navbera wan û hêzên rejîmê de şer derket, êrîş û bombebarên bi balefiran ên rejîma Sûriyê jî zêde bûn. Piştî ku duh balefirên şer cihên Artêşa Hur lê ne bombebaran kirin êrîşa herî dijwar îro pêk hat. Di saetên serê sibehê de balefirên şer Taxa Mehetê ku komên çekdar ên Artêşa Sûriyeya Azad ketibûnê bombebaran kirin. Di bombebarana ku gelek endamên Artêşa Sûriyeya Azad hatine kuştin de, 2 ji wan zarok 6 sivîl hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn. Her wiha 10 mal jî hilweşiyan. Artêşa Hur kuştî û birîndarên xwe birine navçeya Serêkaniyê ya Bakurê Kurdistanê.
Piştî bombebaranê balefirên şer vê carê herêma Tel Xelef bombebaran kirin. Tê gotin ku li Taxa Mehetê û herêma Tel Xelef wekî baregeha Artêşa Hur tê bikaranîn.

Taxa Kurdan kirin hedef

Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê piştî nîvro jî Taxa Hawarna ku piranî Kurd lê dijîn bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest, 3 zarok dibin dibin xaniyê ku hilweşiya de man û 30 kes jî birîndar bûn. Ji bo rizgarkirina 3 zarokan şêniyên taxê bênavber dixebitin, lê hîn jî nekarîne wan derxînin. Di bombebaranê de her wiha di navbera 22-25 malan de jî hilweşiyan.

Komên çekdar derxistin 

Hate hînbûn ku hinek komên çekdar 3 roj beriya niha li malek ku alîkariya wan dike bicîh bûne û balefiran jî, ji ber vê yekê bombebaran kiriye. Piştî ev agahî belav bû, welatiyên Kurd û ereb li taxê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê koma çekdar da. Hate ragihandin ku li ser vê yekê koma çekdar ji taxê derket.
Piştî bombebarana Taxa Hawarna, balefiran vê carê Taxa Mehetê û suka Serêkaniyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombarana li hemberî navenda sukê de, 20 dikan û mal hilweşiyan. Hate ragihandin ku di bombebaranê de kuştî û birîndar jî hene.

Tirkiyeyê sînor girtin 

Hate ragihandin ku piştî bomberanan Tirkiyeyê deriyê sînor girtiye û nahêle tu kes derbasî aliyê Bakûrê Kurdistanê bibe. Ev yek jî wekî, “Tirkiyeya ku Artêşa Hur di deriyê sînor re derbasî Serêkaniyê kir û bû sedema komkujiyan, niha jî nahêle ku welatî birîndarên xwe bibin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê û dixwaze welatiyên sivîl bên kuştin” hate şîrovekirin.Li aliyê din hate gotin ku di bomberanê de Artêşa Hur gelek windahî dane û ji nava bajêr vekişiya ye sînorê Bakurê Kurdistanê. Li bajêr rewşa aloz didome û car caran jî topên hewanê têne avêtin. 

RIHA