
Bi şer û aloziya li Sûriyê û derfetên Şoreşa Rojava re, gelek komîn civakî ketin nava hewldanîn paraztina maf û berjewendiyên xwe. Lê belê aloziya li Sûriyê herî zêde jî li dijî komên ayînî yên cihê vehguherî tehlûkeyeke mezin. Di vê rewşê de Şoreşa Rojava derfet afirandin ji bo komên civakî, çi etnîk, çi ayînî, ku karibin xwe bi rêxistin bikin û ji bo berjewendiyên civaka xwe kar û xebatê bimeşînin. Yek ji van koman jî Êzîdiyên Sûriyê û Rojava ne. Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê (HES) encama hewldaneke parastina civak û berjwendiyên vê civakê bû ji bo Êzdiyên li Sûrî û rojava. Endamê Komîteya Rêveber a Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê (HES), Cergîn Elîşan Nebo li ser birêxistinbûna xwe û encamên Şoreşa Rojava ji bo civaka Êzîdî ya li Rojava dibêje, Rojava niha tişta ku berî bi 4 salan ne mumkin bû ji bo Êzîdiyan mumkin kir.
Endamê Komîteya Rêveber a HES´ê Nebo dibêje, wan hevbendî ava kir da ku di aloziya li Sûriyê de Êzîdiyên ku "weke milet Kurd in" bi "rêyên şaş" de neçin. Ev "rêyên şaş" jî Cergîn Elîşan Nebo, weke tevlîbûna komên dij Kurd û dij ayînên li derveyî Îslamê bi nav kir û nexasim jî îşaret bi girîngiya sekulerbûnê kir. Nebo îşaret pê kir ku hevbendiya wan li Ewrûpa û nexasim li Elmanyayê bi cih e, lê belê peywendiyên wê bi her sê kantonên li Rojava re hene. Nebo weke sedema sereke ya avakirina hevbendiyê jî piştgiriya bi malên Êzdiyan ên li Efrîn, Amûdê, Hesekê û yên mayî yên li Rojava bi nav kir.
Çûna wan a nav Îtîlafê şaşî bû
Cergîn Elîşan Nebo bi bîr xist ku berê li Helebê jî gelek Êzîdî hebûn, lê niha pirraniya wan çûna Efrînê û hinek derketine Ewrûpa û Êzîdiyên devera Cizîrê bi xwe, bi pirranî derketine derveyî welêt. Li gorî agahiyên wî li Efrînê qederê 15 ta 20 hezar Êzîdî li qederê 30 gundan dimînin, li Cizîrê jî ji 40 ta 50 hezar Êzdiyîn berê li diman niha tenê 3 ta 4 hezaran mane.
Nebo îşaret bi karekterê tundraw ê Îtîlafa Sûriyê kir û got, "Weke Êzîdî ji destpêka Şoreşê ve me cihê xwe di nava hereketa Kurdî de girt. Rêxistinên îslamî yên tundraw û yên şoven û Îtîlafa Stenbolê, ew me ji berê de qebûl nakin; ma dibe ku heqê me bidin? Meclîsa Êzdiyên Sûriyê ku jixwe kêm in, dema bû endamê ENKS û Îtîlafê, şaşî kirin. Me ji wan re jî got. Ev ne layiqî ol, kurdewarî û exlaqê me ye, em di nava wan de cih bigirin. Em havênê Kurdewariyê ne, divê di nava wan de cihê xwe bigirin. Em serbilind in bi ola xwe û bi Kurd û Kurdistanê. Bi her halê vekişîna wan ji Îtîlafê erênî ye; bi xwe hisiyane, ev baş e. Wek HES sînga me ji hemû insanê me yên Êzîdî re vekiriye. Vekişîna wan ji Îtîlaf û ENKS ez pîroz dikim. Çûna wan şaşîtî bû. Îtîlaf şerê me Êzîdiyan û Kurdan dike, ma çawa mirov dikare hevaltiya wan bike."
Di çar salan de rêya 200 salî
Ji bo xebatên xwe jî Nebo dibêje, "Armanca me, karê me ya em pê zêde radibin welatê me ye, Kurdistan e; ji xwe bi wê re ola me jî wê azad bibe. Em her wiha ji bo ola xwe û civaka xwe ya Êzîdî jî dixebitin." Li ser pirsa ka, kar û barê wan çawa ye jî, Nebo dibêje, "Li Rojava li hersê kantonên me, Xweseriya Demokratîk bi rê ketiye. Tiştên ku me di nava her dused salên bihurî de nekarî bikin, di nava çar salan de ji bo Êzîdiyan çêbûne. Mektebên me çêbûne, mamosteyên me yên ola Êzîdîtiyê çêbûne. Di warê ewqaf, zewacê de xweser in, ji ber wê jî Êzîdî li hersê kantonan kêfxweş in. Berê di malan de me nedikarî em bibêjin em Êzîdî ne. Niha zarokên me yên 5 salî ji me çêtir bi qewlan û duayên Êzîdiyan dizanin. Çawa biraziyê min ê 7 salî ji min baştir bi qewl û duayên Êzîdiyan dizane. Lewma ev sê sal in li Rojava bi pêş ketin û serfiraz bûn. Pê hisiyan xwedanekî wan heye."
Endamê Komîteya Rêveber a HES´ê Cergîn Elîşan Nebo îşaret bi doza rizgariya gelê Kurd dike û dibêje, "Di çarçoveya mezin a civakî, siyasî de, heke Kurdistan azad bibe, em bi xwe dibêjin, heqê me di wir de ye. Hem ji bo Rojava û ji bo heqê Êzîdiyan ya maqûl bi ya min ev e."
´Bi mejiyê xwe jî bi me re bin´
Li ser pirsa ka kar û barên dîplomatîk li Elmanya û Ewrûpayê dimeşînin yan na, Cergîn Elîşan Nebo dibêje, ew hem elaqetan datînin ligel komîn civakî û hem jî bi partiyên siyasî û dezgehên fermî re û wiha dewam dike: "Ez bi xwe endamê Yekîtiya Xiristiyanên Demokratîk im. Li wir, ez rewşa Rojava û Êzîdiyan tînim rojevê. Ango heta ku hêz û taqeta me digihêjiyê em karê dîplomasiyê dikin. Van çend salên dawiyê li Rojava û piştî êrişa bi ser Şengalê de êrî bi dilê xwe bi me re, lê em dixwazin ne tenê bi dilê xwe, lê belê bi mejiyê xwe jî bi me re bin. Îhtîrama wan ji me re heye, lê belê ew jî dizanin mesele siyaseta dewletan e. Li gorî beriya bi deh, panzdeh salan, bi awayekî erênî siyaseta wan guheriye."
Endamê Komîteya Rêveber a HES´ê Cergîn Elîşan Nebo bi bîr xist ku di warê madî û manewî de ew destekê didin tevahiya projeyên malên Êzîdiyan li Rojava û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Mesela Mala Êzîdiyan a li Efrînê, dersên dînî li wir tên dayîn, mamosteyên dersên ola Êzîdayetiyê jî qederê 15 kesan niha ew jî amade ne û em piştgiriya madî û manewî didin wan. Ji bilî me, kantona Efrînê û Xweseriya Demokratîk jî destekê dide, lewma ew ji bo xwe serfirazî dibînin Êzîdî xwe hêdî hêdî bi rêxistin bikin. Ji Elmanyayê heta niha bi tenê me weke HES´ê alîkarî bi Mala Êzîdiyan re kiriye, kesekî din nekiriye. Heta Meclîsa ku ji Îtîlafê vekişiya dijberiya wê dikir heta niha."
Êzîdiyên Sûriyeyê ji ENKS´ê vekişiyan
Encûmena Êzîdiyên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê îstîfaya xwe ji ENKS û Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê ragîhandin. Encûmena Êzidiyan diyar kir ku ew wekî Êzîdî pirr dihatin paşguhkirin û diyar kir ku ENKS û Koalîsyon ti demokrasî û dadmendî li gel wan tuneye.
Di daxuyaniyê de de tê gotin ku ENKS nîkarîbû li hemberî daxuyaniyên hin rêveberên Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê yên li dijî Kurdan û Doza Kurd wekî Esed El-Zûbî, Mîşêl Kîlo û herî dawî Heysem El-Malih û gelek kesên din helwesteke cidî nîşan bide.
Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê îşaret bi rexneyên xwe yên li polîtîkayên PYD’ê dike û dibêje, "Lê ev nayê wateya ku em beşdarî karekî ku tevlîhevî û şerekî Kurdî-Kurdî derxîne, bibin. Nerîna me ew e ku ji bo van nakokiyan divê em hişyar bin û berê xwe bidin yekîtiya Kurd û li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin."
Encûmena Êzîdiyên Sûriyeyê piştî danezana îstîfaya xwe ji ENKS û Îtîlafê iha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Ji dîroka weşana vê daxuyaniyê û şûnde êdî biryar û helwestên ku ji ENKS û Koalîsyona Sûriyeyê derkevin me eleqedar nakin."
LUQMAN GULDIVÊ