Qir û qiyametek e dîsa berê me ketiyê. Ne bi destê xwe belkî bi destê doza desthilatdariyê ya klîk û heta zordarekî. Bêtalihî wê ew bûya ku her kesî serê xwe bitewanda ber zilmê. Lê bextê me her car ne reş e, vê carê li gora dilê xwe, bi du cendermeyan nikarin bikevin gundên me, kolanên me, bajarên me. Guhertina sereke ya li Kurdistanê û nexasim li Bakur ew e ku êdî Kurd, ne pezê li ber kêrê ne.
Çima ev bextxweşî ye? Ne ku bi kuştin, birîndarkirin, talankirin, tarûmarkirina mirov, erd û avahiyên gund û bajarên Kurdistanê em jî naêşin, lê ji bo bîra me ya kolektîf, ji bo hebûna me ya niha û siberojê êdî mîrateyeke hêja ya berxwedanê heye. Hafizeyeke me ya komî ya berxwedanê, serîneçemandinê heye, û wê ji bo hebûn û xwebûna siberojê jî bibe mayeya me ya herî xurt. Ev cihê serbilindiyê ye. Miletek ne bi serçemandinê, bi berxwedana li dijî zilmê bi gewde dibe, êdî hem jî li ser hîmê mafê hebûn û xwebûnê ji bo tevahiya nasnameyan û koman. Em li Rojava jî vê dibînin, li Başûr jî êdî hêdî hêdî ev fikr û helwêst cih ji xwe re peyda dike. Ev wê bibe hîmekî saxlem ê avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û di warê cinsiyetê de azadîxwaz.
Çima min evqasî behsa tiştên herkes bi wan dizane kir? Ji bo ku behsa çapemeniyê û tesîra Rûdawê bikim. Ne ji ber tiştekî xirab, lê da ku em baş bibînin çi çawa û çima dibe nûçe, û gelo tesîra “ragihandinê” tenê agahdarkirin e yan na! Ango mihasebeyeke nîv-şexsî, bi saziyeke çapemeniyê ya bi pirranî ziman-Kurdî re ye, ku ez dikim. Doh kanala duyemîn a Franseyê (France 2) li Şengalê bû û nûçeyeke taybet li ser bajêr weşand. Mijareke sereke jî dewra PKK´ê di serketina operasyonê de û di êrîşên hewayî de bû. Peyvên derketin pêş ev bûn: “Kurdan bajar rizgar kir”, “Şervanên Kurd biryardar in”… Herî dawî jî bîr bir ku bibêje ev hêzên Kurd ên ku operasyona rizgarkirina gundan û paqijkirina nava bajêr ji mayinan bi rê ve dibin, hemû PKK´yî ne.
Heman rojê li Rûdawê em dinihêrin, nûçeyeke wê bi zarê fermandarekî PDK´ê heye ku bi awayekî çor û xetên giştî bibêjim, dibêje, “PKK´ê plana CIA û pêşmerge xira kir”, “Em bixwazin, em dikarin PKK´ di rojekê de ji Şengalê derxin”, “PKK´ê bi bûyera Şengalê dizanî”, filan û bêvan.
Ji bo ragihandinê pirsên muhim ev bûn lê Rûdawê ew pirs nekirine, “baş e operasyoneke wisa hebû, ji bo çi bû? Heke PKK´ê operasyoneke CIA´yê asteng kiriye çima fermandarekî pêşmerge niha aşkere dike?”, “Baş e hûn dikarin PKK´ê di rojekê de ji Şengalê derxin, çima we nedikarî DAIŞ´ê salekê ji wir derxin?”, “Rast e, PKK´ê bi êrîşa Şengalê dizanî, dinya alemê dizanî, bi ser de PKK´ê bi awayekî aşkere hûn, Şengalî û dinya derbarê vê bûyerê de hişyar kir, çima hûn hişyar nebûn?”
Yek ji van pirsên pêwîst nehatiye kirin. Tişta ku dinya alemê dîtiye (weke mînak nûçeya France 2´yê) Ji ber wê jî mirov divê li ber çavan bigire ku çapemenî dikare ji bo avakirina “rastiyên” (ne heqîqetên) xeyalî jî gelekî bi kêr hatiye. Û di warê weşanên weke yên Rûdawê de ku pirraniya wan li ser dijberiya aliyekî meseleyê ne, divê agahî jî, nûçe jî bi şupheyeke mafdar û maqûl werin xwendin. Helbet ne bi yek nûçeyê ez digihêjim vê encamê. Heman rojê Rûdawê hevpeyvîneke bi Numan Kurtulmuş (Cîgirê Serokwezîrê Tirk) re hevpeyvînek weşandiye ku tê de AKP´ê paqij dike, tevahiya gunehên zordestiya xwe û xwînmijiya dewletê dixe stûyê Kurdan û dixwaze dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê bi Kurdan şîrîn bike. Ev hevpeyvîn bi serê xwe hêja ye ku mirov analîzeke wê bike, lê quncikek têra vî karî nake. Bila ew jî bibe karê lêkolîneran. Lê bi awayekî amî li cem me ji van tiştên bi vî rengî re dibêjin, “Eyb û şerm e, ma hûn ji xwe fedî nakin”.