Hêzên HRE’yê ragihand ku li navçeya Şera ya Efrînê, di çalakiyên dijî artêşa Tirk a dagirker de 9 esker hatine kuştin, 14 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) encama çalakiyên xwe yên 30´ê Nîsanê li Şerayê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker, ragihand.

HRE´yê got, “Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete de, li navçeya Şera ya Efrînê herî kêm 9 eskerên dagirker hatin kuştin, 14 jî birîndar bûn.

Yekîneyên me 30’ê Nîsanê li gundê Qitme yê Şerayê, li du 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Kîrpî yên artêşa Tirk a dagirker xist. Di encama çalakiyê de wesayît hatin rûxandin û 7 eskerên di wan de hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

30’ê Nîsanê wekî din li heman herêmê hêzên me kemîn danîn ber yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker û şer li herêmê qewimî. Di şer de 4 jê giran, herî kêm 6 eskerên dagirker birîndar bûn.

Heman rojê, 30’ê Nîsanê li herêma navbera Şera û Ezazê, hêzên me li wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker xist û ew îmha kir. Di encamê de 2 eskerên payebilind hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyan bi obus û tankan bomberdûmaneke giran li bejahiya Şera û Şêrawa kir. Her wiha balafirên şer û firokeyên bêmirov ên artêşa dagirker li ser herêmê geriyan. Di çalakiyan de şervanekî me şehîd bû, 2 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn.”

 

ANF / EFRÎN