Ev roja ku em tê re diborin, rojên ji hêtûn û agir in. Rayedarên dewleta alî Osman zor daye vir û derewan. Gelekî tengav bûne, lewre jî dixwazin bi vir û derewan rastiyan veşêrin. Lê her wekî çawa roj bi bêjingê nayê girtin, rastî jî bi vir û derewan nayên veşartin. Her tişt li ber çavan e.  Ev rojên man û nemanê ne. Mirin di dilqê melkemot de tim li ber dêrî ye, carinan li dêrî dide xwe bi bîra me dixe  û carinan dixwaze bikeve hundir bê xeber û bê destûr. Her wekî çawa di mirina şêrgeleyê helbesta Kurdî  Arjen Arî de bê paxav û destûr di dilqê penceşêrê de kete hundir û bi hatina wê jiyaneke têrtijî û mişt helbest ji nav me bar kir.
 Carinan jî em wê vedixwînin hundir, lewre hinek dixwazin me bi mirinê çavtirsî bikin û me ji desthilanînê bêxin. Hinek dixwazin bi mirinê telisiya me bikin, em jî li bi vexwendina melkemot telisiya neyarê xwe dikin û dixwazin ku êdî telisiya zaliman bikev ta têbigihêjin ku nikarin bi mirinê ala doza azadiyê ji destê me bistînin. Belê girtiyên azadiyê îro wiha dikin, bi vexwendina melkemotê, dixwazin melkemotên di dirûvê serdest û baladestan de  têk bibin, dixwazin hedê melkemotên bi şaşik û rîxiştik nîşanî wan  bidin. Ez jî dixwazim vê hefteyê helbesta mîrê helbestan Arjen Arî “Şêrgele” diyarî girtiyên azadiyê bikim.

Şêrgele


-Şîrê şêr di eyarê şêr de-
Şêrgele hebûn şêrgele
-Çi mê çi nêr-
Li berpalên Agrî kitekit dînemêr
li Zagrosan kur î kurroj
Û
Sîng kele!

Ristek xerîbî ne d' stiranekê de
Hin di qefesan de lexebkirî, baz
Çar hîm, çar hêvî, semax e pahra wan
Kêl spartî çiyayê xewnan
Ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
Şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan!

Şêrgele hene; dûrewar... û bendî
Şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
Şêrgele hene; pornêrgiz, xec hinark
Bi navê Leylê, û Şerefkendî!

Çiya sêwî ne niha bêyî wan
Helgurd sêwî ye
Sefîn sêwî, Sîpan sêwî...
Çeper bêxwedî ne li Cûdî
Li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
Kî bûn ew hokê hokan?
Ew ên çeng eylo,ew ên bejn-hey lo
Kî bû lo, kî bûn
Ew ên dil pola Û
Gurçik risas? !

Şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
Şêrgele hene; şevçirax û heyveron
Şêrgele hene, ji azadiya bi gon
Di bin axa sar de b' axîn razayî!

Di binê aşûteke xezeb-spî de man
An çûn li ber pêlên aveke tezî?
Xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
Şev serjê bû bi ser rojê de
Û şerr bû!
Şerr bû...
Şerr bû...
Şerr bû...
Mirinê serê xwe çimand li ber mi
rina wan
Şêrgele hebûn: şêr î şervan
Û xewna wan xewna her kesî!

Şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
Şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
Şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
Li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!

Hêvî bûn kitekit, kitekit xwezî
Bawerî bûn bawerî, dildarên çiyan
Dildojeh, pêçek agir
Landik agirdan,
Jiyan asretek por-ewr bû

Kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
Her nav çiyayekî asê
Her nav dastaneke dêrîn
Her nav dîrokeke wextbirr...
Min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî...
Min navek li kûrê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî...
Min navek li kurê xwe kir:
Mazlûm
Gabar
Munzir...
Min navek li kurê xwe kir yek:
Yek mir, sedî tol hilanî!

Şêrgele hebûn; koçek Koçgirî
Şêrgele hebûn ji hembêza Agrî
Şêrgele hebûn bi nav Îhsan Nûrî
Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!


Arjen Arî