Doh salvegera 7´an a wefata şair Arjen Arî bû. HDP´ê bi vê minasebetê, Arjen Arî bi bîr anî û got, “Di salvegera 7’emîn a koça wî ya dawî de, em şêrgeleyê helbesta Kurdî, şairê mezin Arjen Arî bi rêzdarî û bi hesret bi bîr tînin.”

Parlamenterê HDP´ê yê Wan Tayîp Temel jî bi helbesteke Arî, ew bi bîr anî:

Di qada şer de pişta me negihişt erdê.

Te şahid bivê, va Herekol.

Miradkar, bi bext û ol

Va Cûdî

Û va ye ev ax!

Heyran!

Me, lome nekir ji wan.

Na na, û ne ji yekî!

Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,

Me lîland,

Loma, bi Sîpan in stranên me

Ka bistrê, heyran!

Hîna helbestên wî hepskirî ne

Arjen Arî sala 1956´an li gundê ser bi Nisêbînê, Çalê hatiye dinê. Ew weke yekî ji şairên nifşê Rewşen tê nasîn. Ew sala 1976´an li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokan hat girtin. hingê helbestên wî yên destnivîs jî hatin desteserkirin. Gava ku ew berdan wî doza helbestên xwe ji dozgerê Tirk kir. Dozger jê re got, “Ma tu dixwazî bi helbestên xwe re dîsa bikevî hepsê”. Arjen Arî 30´ê Cotmeha 2012´an wefat kir, lê helbestên wî hê jî rehîn in, li avahiya dadgeriya dagirkeriya Tirk a li Nisêbînê.

 

MÊRDÎN