Film behsa wê yekê dike ka ji mîrê xedar çawa yekem vampîrê dinyayê çêdibe. Gary Shore derhêneriya filmê kiriye û senaryoya filmê jî ya Matt Sayamma û Burk Sharpless e ku xwe disipêre romana bi navê Dracula ya romannûsê Îrlandî Bram Stoker. Tebaxa sala 2013´an dîmenên sereke yên filmê li Bakurê Îrlandayê hatin girtin û Çiriya Pêşîn film tê nîşandan.

Di vê filmê de Luke Evans bi rola Dracula radibe. Arîstokratê ciwan di bazareke bêqidoş de ruhê xwe dide di berdêla rizgarkirina kurê xwe û jina xwe ji destê siltanê Osmaniyan ê “xwînrij”. Di encamê de toqa lanetê dikeve stûyê wî û Dracula neçar dibe ku têhna xwe ya ji bo xwînê bi vexwarina xwînê ji gerdena mirovan bişikîne.
Karakterên di filmê de hemû li gorî romana Bram Stoker in; ji bilî seraktor Luke Evans, di filmê de Dominic Cooper, Sarah Gadon û Diarmaid Murtagh û gelekên din bi rolên xwe radibin. Herçî fîgurê dîrokî Mîrê Walacheiyê ango Vlad ê sêyemîn e, ew jî bi qasî Dracula xwînrij diyar e. Xanedana Vlad jî ji wê terîqeta selîbiyan a “ejderha” ye ku şerê li dijî Osmaniyan ji xwe re kiriye armanc. Hîna dema sax bû Vlad li welatê xwe weke lehengekî dihat dîtin ji ber ku welatê xwe Walachei serktî li dijî Osmaniyan paraztiye. Lê belê dema ev kiriye li gorî gotinan êşkenceyên mezin li xelkê dijberê xwe kiriye. Ji ber vê jî dema miriye navê Tepes (ew ê ku mirovan li kutekan rûdinîne). Mirov îro pê nizanin ka ji van gotinên li ser Vlad ê Sêyemîn çiqas rastî ne û çiqas propaganda ne. Film li gelek sînemayîn cîhanê ji 10´ê Çiriya Pêşîn û pêve tê nîşandan. Film li Elmanyayê 2´yê heman mehê tê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN