Nîhat Tekîn mamosteyekî ciwan e li wargeha Ş. Rustem Cûdî ye û hewldan û lêgerîna wî hemû ew e ku li ser ziman û wêjeya Kurdî berheman biafirîne. 

 Nîhat Tekîn dibêje, bi qasî 13 salan ew di bin pergaleke dagirkeriyê de jiyane, dema ku hatin wargehê jî vê carê dît ku ew çiqasî ji çand, ziman û kêvneşopiyên xwe dûr ketine. Di berdewamiya axaftina xwe de Tekîn Wiha dibêje: "Dema ku em hatin wargehê vê carê pirskirêka me ya ziman derket holê. Bi giştî wargeh bi Kurdî diaxivî lê me Kurdî nikaribû baş biaxivin. Li Tirkiyê sîstemeke pir cuda dihat meşandin. Her tişt ji bo bişavtin û tunekirina çanda te ye, tu nikarî bi çanda xwe bijî, tu nikarî bi zimanê xwe biaxivî." Tekîn îşaret bi sîstema nû ya li wargehê dike û dibêje: "Vê carê her tişt li ser esasê ku tu çanda xwe û xwe nas bikî bû. Herî zêde min di wargehê de di warê ziman de zehmetî dikişand.”

Tekîn di nava sê mehan de fêrî Kurdî dibe û sala 2007´an jî li Hewlêrê diçe zanîngehê. Tekîn li zanîngehê beşa Ingilîzî dixwîne û di heman demê de xwe fêrî Soranî jî dike.


‘Li wargehê dibe mamoste’

Ji ber nakokiyên siyasî nîzî heft mehan piştî qedandina zanîngehê, ti wezîfeya dersdanê nadinê, lê di dawiyê de weke mamoste li wargehê tê erkdarkirin: "sala 2012’an ji ber nebûna mamosteyên îngîlîzî min him mamostetiya îngîlîzî û him jî mamostetiya refê dikir. 2013’an de min biryar da ku ez êdî bi tenê li ser zimanê Kurdî xwe bi pêş bixim û li ser vê min êdî waneyên Îngîlîzî negirt ser xwe. Min dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir. Lê min xwe ji zimanê îngîlîzî jî qut nekir. Derbarê vê de min hin ferheng, broşur, kurte çîrok amade kirin.”

 

Pirtûka Înglîzî û Kurdî

Tekîn dest bi wergerê jî dike û niha irtûkeke bi Ingilîzî wergerandiye ku wê di nav 6 mehan de were weşandin: "Piştî vê pirtûkê êdî min xwest ez bixwe hin tiştan biafrînim. Êdî ji wergerê zêdetir ez bixwe biafirînim. Vê carê min pirtûkeke bi îngîlîzî û Kurdî amade kir. Ev jî bi şêwazekî zimanê rojane, em dikarin bibêjin wek ku kesekî rojane bikaribe pêwîstiyên xwe pêk bîne. Di orjînala xwe de Tirkî- Îngîlîzî hatiye amadekirin. Ez fikirîm ku di nav van 15-16 salên pêşiya me de di warê perwerdeyê de xwendevanên me wê pêwîstiya wan bi çi hebe. Li ser vê jî min dest bi wî karî kir."

 

‘Ez pratîkê esas digirim’

 Nîhat Tekîn dibêje ku di jiyana wî de tişta herî zêde ku ji bo xwe esas digire, bê ku gotin li pêş be, kirinê ji bo xwe girîng dibîne û dibêje, gelek caran hevalên wî jî ji ber vê taybetmendiya wî rexneyan li wî digirin, lê ew vê wek felsefeyeke jiyanê ji bo xwe dibîne. Tekîn dema dipeyive ji gotinên wî jî mînak diyar dibin: “Ez mamoste me jî, ji ber vê jî pêwîst e hewildanên min li gorî pêwîstiyên xwendekaran bin. Min pirtûkeke çîrokan dît, bi zimanê Tirkî hatibû nivîsandin. Di nav hefteyekê de min ev pirtûk wergerand Kurdî û radestî komîsyonê kir. Vê carê min ev pirtûk wergerand zimanê îngîlîzî, ew jî di nav hefteyekê de xilas bû."

Li ser jiyana zehmet a li wargeha penaberan a li Mexmûrê jî Tekîn dibîje:  “Ger heya niha ev gel di cihekî wisa de jiyabe, ev ji ber bîr û baweriyê ye ku ji Rêber Apo û felsefeya wî girtiye, Rêber Apo û baweriya wî ev gel li ser lingan girtiye. Bi tenê îradeyeke xurt dikare li cihekî wisa bijî, ev ji îradeya xeta Rêber Apo ye."

 

‘Hestên dûrbûnê û hesreta welat mirov dike helbestvan’

 Tekîn di heman demê de helbestvan e jî; gerçî ew dibêje, “Ez xwe wek nîvîskarekî nabînim”, lê tesîra hestan li ser xwe vedibêje û weha dewam dike: “Dema ku hisên mirov ên hesreta welat diherikin, hisên mirov ên ji bo azadiyê dikelin, mirov dixwaze van hisan di cihekî de hedar bike. … Vê carê bi rêya nivîsa helbestan û xwendina pirtûkan min hewl da ku ez van hisên xwe bînim ziman.” Di encama nivîsandina çar salan a helbestan de pirtûka wî ya helbestan a bi navê ‘Peyvên Penaber’ derketiye holê.

Nîhat Tekîn di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ev berhem û nexasim jî pirtûka wî ya helbestan diyarî hemû şehîdên Kurdistanê dike û pirtûka Peyvên Penaber bi taybetî diyarî "Şehîd Nûpelda Kardelen" dike.   



Nîhat Tekîn kî ye?

Tekîn serhatiya jiyana xwe weha vedibîje: “Ez sala 1988’an li Erûhê ji dayik bûm. Di çar saliya xwe de bûme penaber. Dema ku bavê min derket, em jî çûn Tetwanê. Li wir em bi qasî 8 mehan man. Lê li wir giliyê me li gel dewletê kirin. Derfeta ku em li wir bimînin, nedan me. Li ser vê piştî 8 mehan em penaberî bajarê Tirkan Nîgdeyê bûn. Em 13 salan li wê derê man. Dema ku em çûn li wir me peyvek jî bi Tirkî nizanibû. Piştre ji xwe me dema dest bi dibistanê kir û em ketin nav pergalekî bişavtinê, vê carê jî her ku çû me zimanê xwe jî ji bîr kir. Heya refa amedeyî min li wir xwend. Ji aliyê Kurdî û zimanê Kurdî de me her tiş ji bîr kiribû. Tenê me dizanibû ku em Kurd in û di TV´ya Kurdî de me hin tişt dişopandin. Derveyê wê me bi tiştekî din nizanibû. 2006 têkîliya me bi wargeha Şehîd Rustem Cûdî re çêbû. Wê demê me dizanî ku bavê me li wir e. Piştî 13 salan têkîliya me bi bavê min re çêbû. Ew jî bi rêya telefonan û bi rêya kesên ku dihatin diçûn. Sala 2006´an em wek malbat hatin wargehê.”


HÎWDA HEBÛN/ROJNEWS/MEXMÛR