Salek di ser serhildana welatiyên Şêladizê re bihurî. Ev serhildan helwesteke xelkê herêmê bû ya li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Xelkê herêmê hê jî bi hêrs e, sîxurî û dagirkeriyê qebûl nake.

 Doktor Kamuran Berwarî li ser salvegerê peyivî û weke sedemê dagirkeriyê desthilata herêmê destnîşan kir û xwest ji bo parastina nirxên neteweyî alî hemû Peymana Şerefê îmze bikin.

Şêladizî berî bi salekê li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên bi êrîşên hewayî li ser gelê Behdînan serî rakirin û ketin baregeha leşkerî ya artêşa Tirk. Li vir artêşa dagirker a Tirk a êrîşî gel kir, 2 welatî şehîd kirin. Li gel vê hêzên ewlekariya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi dehan welatî binçav kirin, hê jî ji van binçavkiriyan hinek kes di zindanên li Duhok û Hewlêr de tên girtin. Lê belê baregehên leşkerî û sîxurî yên dewleta Tirk li herêmê zêde bûn.

Sedema serhildana xelkê Şêladizê ya 15’ê Çileya 2019’an, xwe dispêre êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Dêrelokê. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk de komkujiyek pêk hatibû; 4 welatî şehîd bibûn, 2 welatî jî birîndar bibûn.

Xelk li dijî dagirkeriya Tirk e

Li dijî komkujiya li Dêrelokê welatiyên Şêladizê bi jin, ciwan û mêr û yextiyaran ber bi Baregeha Leşkerî ya Sîrê dest bi meşê kirin. Welatiyan li vir leşkerên dagirker dan ber keviran, têlên li dora baregehê derbas kirin û ketin baregehê. Welatiyên kontrola baregehê kirin destê xwe tevî amûr û wesayîtên leşkerî baregeh şewitandin.

Li vir artêşa Tirk a dagirker bi çekan êrişî welatiyan kir. Di êrîşê de 2 welatî şehîd bûn û çend welatî jî birîndar bûn.

Hêrsa gel ketibû ser hev û helwesta wan jî li gorî wê bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 20 sal in bi baregehên leşkerî û sîxurî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Ev baregeh jî piranî li herêma Behdînan in. Tevahî welatiyên li herêma sînor li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk in û weke cara yekem 26’ê Çileya 2019’an tevahî hêrs û kîna xwe li hember dagirkeriyê teqandin. Baregeh û wesayîtên leşkerî yên têde şewitandin.

Nêçîrvan weke fitne bi nav kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember vê serhildan û helwêstê gelek welatî binçav kirin. Li dû serhildanê Serokwezîrê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke çapemeniyê de xwepêşandan weke “fitne”yê bi nav kir û diyar kir ku wê bersiva vê bidin. Her wiha rojnamevanên serhildan dişopandin û kesên tevlî serhildanan bibûn jî bi tundî tehdît kir.

Li hemberî vê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan têkildarî serhildanê got, “Ez hevxemî û hevsoziya xwe pêşkeşî malbatên şehîdên me, gelê me yê Başûrê Kurdistan û Behdînan dikim. Ev şehîd şehîdê me ne. Gelê me yê li Behdînan (Şêladizê, Sîrê, Dêrelok) helwêsteke erênî nîşan dan. Bi vê helwêstê dijbertiya xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan dan.”

‘Desthilat sedema vê dagirkeriyê yeʼ

Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Doktor Kamuran Berwarî têkildarî salvegera serhildana gelê Behdînan û zêdebûna dagirkeriyê axivî û got, “Sedema dewleta Tirk hebûna xwe li Başûr didomîne, desthilata Kurdî ye. Hikûmeta herêmê ew anîn û her ew dikare bi biryarekê daxwaza derxistina wan bike.”

Berwarî diyar kir bi giştî gelê Kurd û bi taybet gelê Behdînan li hember dagirkeriya Tirk bi hêrs e û wiha dewam kir, “Weke dema serhildanê gelê Behdînan xwedî hêrs e, lê belê desthilatdarî dengê gel nabihîze.”

‘Divê her kes Peymana Şerefê îmze bikeʼ

Berwarî têkildarî kesên hê jî ji ber serhildana Şêladizê li zindanan tên ragirtin got, “Ev cara yekem nîne. Ji sala 1991’ê ve her kesê bi xak, gel û welatê xwe bi sedema têkiliya wan bi PKK’ê re heye binçav dikin. Çendîn bi vê sedemê hatin revandin, binçavkirin û kuştin. Ev xizmetê nade ti kesî.”

Dr. Kamûran Berwarî di dawiya axaftina xwe de jî bang li tevahî aliyan kir ku ji bo destketiyên Kurdan biparêzin peymana şerefê îmze bikin û li dorê kom bibin. BEHDÎNAN/ROJNEWS


 

Êrişên ji 2015’an ve

Dewleta Tirk rojane li ber çavê civaka navneteweyî li Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike. Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrişan berpirs têne dîtin, lê Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî bêdeng in. Ji sala 2015’an ve ji ber êrişên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Komkujiya herî dawî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê qetilkirina Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên din ên YBŞ’ê bûn ku di 15’ê Çile de li gundê Dugirê ya Şengalê di encama êrişa balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Di nava 5 salên borî de û piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk rojane bi dijwarî herêmên sînor ên xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Heta niha bi sedan welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê di êrişên dewleta Tirk de şehîd û birîndar bûne. Herwiha gelek ziyana madî û jîngehî jî bûye.

Li gorî danayên sala 2019’an a Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê, ji meha 1 a sala 2015’an û heta dawiya sala 2018’an dewleta Tirk 397 caran bi balafiran û 425 caran jî bi topan sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine. Di van êrişan de 288 gund hatine bombebarankirin.

Tenê di sala 2017’an û 2018’an de 30 sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Herwiha li gorî Endama Lijneya Mafê Mirovan a li Parlametoya Iraqê tenê di sala 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk zêdetir 135 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne.

Herwiha li gorî daneyên Wezareta Pêşmergeyan ji ber êriş û bombebarên dewleta Tirk heta niha 400 gundên li ser sînor vala bûne.

Komkujiya li Zergelê, êrişên li ser Şengal û Qendîlê, dîsa êrişên li ser serkirdeyên PKKê êrişên girîng in, nayên jibîrkirin…

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ