
Berxwedanên bi lehengî ne bi tenê li xakên Kurdistanê çêbûye, Kurdên ji welatê xwe qetîyayî jî gellek caran serî hildane. Lê ji ber dûrbûna hev û jihev nehaybûnê ji alî dijmin ve yek û yek hatine pelçiqandin. Serhildana Xanê Kelmişî jî yek ji wan e.
Kurdên di serdema Osmaniyan de, li Bakûrê Kurdistanê ku di salên 1590’an de li dora Meletî, Semsûr û Dêrsîmê dijiyan, rastî zextên du împeretoriyên mezinên herêmê dihatin. Gor peymana Stenbolê ya di navbera van her du hêzan de di sala 1590’an de pêk hatî, ew rastî koçberîya bi dare zorê hatin. Gor wê peymanê, Kurdên bûne serêşa herdu hêzan gereg li Weramîn bihatan mişextkirin (Derûdora Tehrana îro) Lê armanca Şahê felbaz cuda bû. Li destpêkê digot: “Ez ê we li Weramîn bi cîh bikim.” Lê piştî du salan zor da wan Kurdana ku herin Xorasanê. Xorasan wê demê di bin êrîşên Turkmen, Qazak û Afganan de bû û Şah dixwest van Kurdan wek mertalên tîxûbên Îranê bikarbînê û kir jî… Kurdan gellek bedelên mezin dan û ew ax ji Turkmen û hêzên din paqij kirin û bicîh bûn. Lê hinek ji wan yekser bicîh nebûn, koçber jiyan û bi hêviya vegera welat bê erd li navberê man.
Li hemberî zilmê serî hildidin
Ji êla Milan malbata Kelmişî bê erd, bê çarê dimînê û dixwazê nîştecîh bibe. Di sala 1846’an de ew di dawiya hewldanên xwe de 50 km li rojhilatê bajarê Sebziwarê û di navbera vî bajarî û Nîşabûrê de, ji Tirkên Sultanabat ê gundê Sûzen Dêh dikirin û bicîh dibin. Gundekî di navbera çiya û zozanan de ye. Li derûdora Sultanabad û bakûrê Sebziwarê ji xwe re gundên din jî ava dikin û lê rûdinin.
Ew heta sala 1946’an di nava aşitî û aramîyê de jiyan. Lê dema Şerê Cîhana Duyemîn derket, vî şerî bandoreke neyenî li hemû cîhanê kir û di nava xelkê herêmê de jî feqirî, hêjarî û belangazî zêdê bû. Li gelêk cîhan nanê xwarinê jî nedidîtin…Gor van zor û zehmetîyan jî pergala zilmkar û axayên herêmî wê yekê nizanin û hîn zêde dixwazin li ser milên xelkê xwe bidin spartin. Jandarma her roj êrîşên gundan dikin, mal û heyiya wan didizin û dixwazin pariyê di devê xelkê de jî derxin. Lê wan a hesabê Kurdên ku zilm û bindestiye nedipêjirandî nekiribûn. Bi ser ve yekê malbata Kelmîşî li dij dewletê serî hildide û derbasî tekoşîna çiyan dibe. Di nava xelkê li Xorasanê de ew wek “Serhildana Xanê Kelmişî” tê binav kirin. Nivîskar Mehmûd Dewlet Abadî ew bûyer kirê naveroka romana xwe ya bi navê “Kilîder” li cîhanê bi vî navî jî deng da û ew kirê malê hemi mirovahîyê.
Gul Mihemmed xwe feda dike
Serhildan di sala 1945’an de bi pêşengiya malbata Kelmîş (1-Elîcan, 2-Gul Muhemmed, 3-Beg Muhemmed, 4- Xan Muhemmed û apê wan Muhemmed Xan) û 10 - 15 kesên dinê ji êlên curbicur ku tevlî wan bibûn destpê dike. Serhildan li dora çiyayê Kilîder û zozana Topera (Tîrê û Ewlad) bi pêş dikevê û heta bihara sala 1948 berdewam dike. Lê wê biharê bi destê xayîn û dostekî wan, Şah bi leşkereka mezin wan a di cîhekî xirab de digre û dorpeç dike. Gul Muhammed ji hevalên xwe re dibêje: ”Hûn herin!” û bi zorê wan a ji xwe bi dûr dixe. Ew, birayên wî û apê wî Muhammed bi jin û zarokên xwe ve di nava çemberê de bi dijmin re heta dawî şer dikin. Evarê birayê wan î biçûk Xan Muhammed di tarîtîya şevê de direvê û dihere Iraqê. Gulmihemmed û birayê wî heta gulên xwe dawî şer dikin û şehîd dikevin.
Dayika dilşewitî
Birayê wanê ku revîyayî Iraqê piştî şeş-heft mehan vedigerê, hevalên xwe yê berê kom dike û berê xayînê bi dewletê re hevkarî kirî dikûjin. Piştre bi dewletê re heta sala 1955’an şer dikin û di wan şeran de gellek eskerên Îranê dikûjin. Di sala 1955’an de bavê Xan dihere cem Şah û fermana wî ya azadîyê hildigre.
Diya Gul Muhemmed Gulîstan a dil şevitî dihere çiya û zozanan û li kûrên xwe digerê û wiha distirê:
Kilîdarê elêlo Xancano, bi dar gûzê
Gullan tê da elêlo Xancano, wîze wîzê
Xatirê te elêlo Xancano, pir ezîzê
Lo Xanê Kelmîşî, elêlo Xancano, fikra me bikşî (Ji bo me plan an karekî bike)
Fikir nekşînî elêlo Xancano, tên ser me qûşîn-esker ( Heta siwe pîşîn-nîvro elêlo Xancano, te ser me qûşîn)
Ez dayika te elêlo Xancano, Gulistan im
Li nav çiyan elêlo Xancano, sergizdan im
Te nabînim elêlo Xancano, dil bi jan im
Lo xanê Kelmîşî, elêlo Xancano, fikra me bikşî
Fikr nekşînî elêlo Xancano, tê ser me qûşîn (Heta sibe pîşîn elêlo Xancano, te ser me qûşîn)
Hespê reşê, elêlo Xancano, hîre hîre
Li dest dişmen elêlo Xancano, ew hesîr e
Derdê wî elêlo Xancano nawê ji bîre
Lo xanê Kelmîşî, elêlo Xancano, fikra me bikşî
Fikr nekşînî elêlo Xancano, tê ser me qûşîn ( Heta siwe pîşîn elêlo Xancano, te ser me qûşîn)
Ketin nava dilê xelkê
Ew stran û çarikên dinê wenda bûnî li ser zimanê xelkê belav dibin û di her civakê de tên gotin. Xelkê jî ji wan qehremanê xwe rê hinek sêbendî (sêxişt) lihev anîn û bi wî awayî sitran zêdê bûn û ketin nava dilê xelkê:
Ez têrek im, bal tunîne
Min tu ap û xal tunîne
Min bira û mal tunîne
Emnîye hat hezar hezar
Bilûç hatin qetar qetar
Pir namerd in, merdum azar
Bê xwedî ma hespê reşe
Xwîn digirî canya beşe
Le nav bînan nema refşe
Xang û daykê te bimirin
Nikarin xwînê te hilgirin
Bira guliyê xwe bibirrin
Rawê hespê reş tu zîn ke
Çol û çîyan bira pîn bike
We nav malê duşmen şîn ke
Je derdê te xemgîn im
Meytê weynin ta biwînim
Qesasê wê ez bistînim
Sîyaran je ku bînim
Tufangê te ez hilînim
Je wan xwînê te bistînim
Konan têxinîm, ez ar dekim
Je vî yûrda ez bardekim
Ez vî derdî hîç hal nakim
Hespê te çer bêxedî bû
Gullê le te ket, karî bû
Meyta te yê serdarî bû
Hespê te şêhe dekşînê
Çav li rêyan degerînê
Nîşan je te ew nawînê
Hespê reşê hîre hîre
We dest duşmen ew hêsîr e
Va derda nawê ji bîre
ŞOREŞ REŞÎ/STOCKHOLM