Li gorî daneyên herî nû yên Neteweyên Yekbûyî li dinyayê îro 7.55 mîlyar mirov dijîn. Bi ser de jî em mirov her roja diçe zêdetir dibin. Li gorî texmînan serjimara mirovan sala 2050´î wê bigihîje qederê 9.77 mîlyaran û li gorî texmînan sala 2100´î em wekî mirov bûbin 11.18 mîlyar nefs li ser rûyê vê erdê.

Em ê zêde bibin ji ber ku serê jinê bêhtir 2.1 zarokê halê hazir nifûsa me bi zêdebûna xwe daketiye. Yanî çi, yanî heger serê jinê, 2,1 zarok bihata dinê, hingê wê nifûsa mirovan weke bimana û biîstîqrar bûyane.  

Lê belê bi vî halî li gorî gelek zanyaran dinyaya me wê têra me neke. Herçî bakterî ne, bi lezeke ecêb zêde dibin heta ku zemîna xwe jê têr dikin êdî destûrê nade vê û zêdebûna asteng dike. Dema ku serjimara me jî gihîşt wê astê ku dinya hew karibe barê mirovan hilgire, wê çi biqewime? Li gorî NY´yê xwarin ji bo 11 mîlyar mirovan misoger e. Sedema vê jî teknolojiya heyî ya çandiniyê tê nîşandan, lê belê vê teknolojiyê ji *niha ve ji ber zêde bikaranîna zilbl kir ku deverên êdî jiyan qet lê nebe peyde bibin, weke li Oldenburger Münsterland a li eyaleta Elmanyayê Niedersachsenê.

Ji bilî xwarinê nebûna ava vexwarinê jî dikare bibe astengeke sereke ya li pêşiya zêdebûna serjimara mirovan. Bi her halî li gorî texmînan heta 2050 wê nifûsa Efrîqayê duqat bibe. Li hemberî zêdebûna serjimarê ku dibe barê dinyayê dermanê herî bi tesîr jî bîrewerkirina jin û mêran, ango mirovan e. Lê zanyar heta hingê wê li gorî daneyên heyî texmînan bikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN