Projeya “Jiyana Nû” ya HDP’ê li seranserî Tirkiyê û Kurdistanê bi eleqeyek mezin tê pêşwazîkirin û bandoreke girîng li ser gelan dike. Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo piştgiriya HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de 42 endamên xwe şandin bakurê Kurdistanê û tevlî xebatan dibin. Endamên YNK’ê li 6 bajarên weke Êlih, Mêrdîn, Riha, Wan, Betlîs û Amedê tevlî xebatên hilbijartinê dibin. Endamên YNK’ê Parêzer Mihemed Abdulkerim diyar kir ku ev pêvajo ji bo doza gelê Kurd gelek giring e û wiha got: “Em li ser biryara polîtburoya YNK’ê ji bo piştevaniya HDP’ê hatine bakurê Kurdistanê û tevlî xebatan dibin. Ji bo gelê Kurd ev hilbijartin gelek giring e. Mirov dikare bêje yan hebûn yanî tunebûna gelekê li holê ye. Em weke gelê başûrê Kurdistanê bang li hemû gelan û dordoran dikin ku dengê xwe bidin HDP’ê. Em temaşe dikin namzetên HDP’ê yên hatine nîşan dan, nûnertiya tevahî gelan dikin. Namzetên HDP’ê ji hemû nijad, ol û baweriyan pêk tê. Ev yek ji serkeftina HDP’ê dide diyar kirin.” 
Abdulkerîm da zanîn ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê serkeftina HDP’ê serkeftina çar aliyên Kurdistanê ye û ev tişt got: “Di dîrokê de herdem gelê Kurd rastî zext û zordariya dagirkeran hatiye. Êdî dema yekgirtin û xwedî derketina li heve. Eger îro HDP benda sedî 10 li Tirkiyê derbas bike, ev yek dibe serkeftina çar parçeyên Kurdistanê.”

 

‘Aştî wê bi HDP’ê re pêk were’

 Endama Malbenda YNK’ê Xorbet Rêkan jî da zanîn ku weke jineke başûrê Kurdistanê ew gelek kêfxweş e ku ji bo xebatên hilbijartinê li bakurê Kurdistanê ye û wiha domand: “Eger li Tirkiyê aştiyek mayînde pêk were, ev yek bi xebata HDP’ê û rûxandina benda hilbijartinê dikare pêk were. Her bajar, navçe û gundê em diçin bi coş û kelecanek bêhempa em têne pêşwazîkirin. Ev yek jî nîşaneya gelê kurd êdî tu sînoran nas nake ye. Êdî dikare bi hemû reng û zimanan bêje, ez heme.”




Bi ruhê Kobanê wê bixebitn 

Îsmaîl Abdullah jî destnîşan kir ku ji bo piştevaniya projeya nû ew li bakurê Kurdistanê ne û anî ziman ku dê HDP li Tirkiyê bibe partiya hemû gelên bindest. Abdullah diyar kir ku ew ji başûrê Kurdistanê bi ruhê berxwedana Kobanê, Şengalê û Mexmûrê hatine tevlî xebatên hilbijartinê dibin û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Çawan li Kobanê, Şengalê û Mexmûrê gerîla û pêşmergeyên kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerê rûmetê dan meşandin. Em jî bi vê ruhê berxwedanê tevlî xebatên hilbijartinê bibin û hemû astengiyan derbas bikin.”

 

‘Em ê li derdora HDP’ê bibin xelek’

Abdullah derbirî ku dê hilbijartina 7’ê Hezîranê çarenûsa gelekê diyar bike û xwest ji bo siberoja gelan hemû kes dengê xwe bide HDP’ê.  Abdullah anî ziman ku xebat û çûyîna li ser sindoqan karekî neteweyî ye û ji bo vê yekê em ê weke gelê başûr li derdora HDP’ê bibin xelek.


OMER ÎKE / ROJNEWS/ÊLIH