Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan derbarê pêşketinên rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên Tirkiye ya li hemberî Kurdan de axivî. Karayilan diyar kir ku Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statu û wiha got: “Tirkiye dixwaze Kurdan bê statu bihêle. Kurdên li Tirkiyeyê ne bes e, îcar êrîşê yên derve dike. Wê çaxê divê Kurdên xwedî rûmet û şeref li hemberî vê yekê derbikevin û şer bikin. ”
Karayilan di bernameyeke taybet a Ronahî TV de axivî. Karayilan di axaftina xwe diyar kir ku yekîtiya Kurdan mijarek pir stratejîk e û ew di vê çarçoveyê de avakirina yekîtiya li Rojava û biryarên hatine girtin erênî dibînin û piştgiriyê didine wan biryaran. Karayilan xwest ku her kes piştgiriyê bidin Rojava û wiha berdewam kir: “Bila tu kes taktîkî nêzîkî Rojava nebe. Ev mijarek stratejîk e. Li wir hejmara gelê me kêm e, loma ku yekîtî nebe, dê hêzên din ji bo xwe bi kar bînin. Lewre divê hemû kes stratejîk nêzîk bibin û serkeftinê di yekîtiyê de bibinîn. Yên ku vê yekê nekin, xizmeta serkeftinê nakin. Dewleta Tirk jî vê dixwaze. Ji ber ku yekîtiya Kurd hemû hêzên li dijî Kurdan aciz dikin. Dewleta Sûriyeyê jî wisa ye. Lewre divê siyasetmedarên Rojava, Başûr û beşên din jî şaşitiyê nekin, berjewendiyên kesayetî nedin pêş, bila berjewendiyên neteweyî pêş bixin. Gelê me niha li wir bûye îradeyek, xwe bi rê ve dibe. Ev tiştekî gelekî girîng e. Divê hemû kes li dora vê sazîbûnê kom bibe. Em bi her awayekî piştgirî bidin Desteya Bilind û divê gel alîkar be. Em jî piştgiriyê didin Desteya Bilind.”

Ji bidestxistina statuyê ditirsin 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat  Karayilan destnîşan kir ku AKP polîtikaya hemû Kurdan bike Tirk dimeşîne û wiha pê de çû: “Heta niha jî dixwazin hemû Kurdên hene bikin Tirk. Hîna jî dibêjin tenê alek, miletek, zimanek heye. Kemalîstan berê bi zext û înkarê vê yekê dikir. Niha dibêjin em wisa nakin, lê lazim e ew jî parçeyek ji miletê Tirk bin. Dibêjin bila niha hefteyê du saetan bi Kurdî bixwînin. Polîtîkaya wan a dagikerî îflas kir. AKP jî dixwaze ku ev polîtîkaya îflas kir bi zimanek nû û polîtîk bi ser bixe. Ji bo yekê hestê olî, hemû tiştê bi kar tîne. Dixwaze vê konsepta xwe bi ser bixin. Ji bo ev konsept bi ser bikeve, divê parçeyên din ne xwedî statu bin. Dibêjin jixwe li Başûr Kurd xwedî statu ne, ger Rojava jî bibe xwedî statu, divê ez jî dest ji vê polîtîkaya xwe berdim. Heta dixwaze statuya Başûr jî dorpêç bike.”

Naxwazin Kurd bên naskirin 
Karayilan li ser mijara ku dibêjin PKK li Rojava desthilatî xistiye destê xwe rawestiya û di vê derbarê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Her kes dizane ku PKK cuda ye, PYD cuda ye. Ger PKK tune bûya dê li sedemek din bigeriyaban. Ji ber ku îro PKK heye, li Zagrosê, li Botanê û her derê bakurê Kurdistanê têdikoşe û wana tengav dike. Ji ber wê jî nikarin destdirêjiya li hemberî Rojava bikin. Ger ne ji PKK’ê bûya, dê mîna hûtekê êrîş bikira. Ew naxwazin li Rojavayê Kurdistanê gelê me xwedî statu be. Naxwazin di destûra bingehîn a Sûriyeyê de Kurd bên naskirin. Ji ber wê zext li muxalefetê dike. Muxalefet jî em nizanin ji ber zextên Tirkiyeyê an jî ew bi xwe wisa nin, naxwazin mafên gelê Kurd nas bikin.”

Kurd li her derê li ber xwe didin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat  Karayilan li hemberî destdirêjiya Rojava de jî wiha axivî:”Tirkiye ger destdirêjiya wir bike gelê me ne yê li Rojava ne bi tenê ye. Dê Kurd li her derê li hemberî wan li ber xwe bidin. Li Stenbolê, Îzmîrê, Çokûrova, hemû bakurê Kurdistanê , li her derê gelê Kurd dê li ber xwe bide. Gelê me yê Rojava jî destê xwe li ber Tirkiyeyê girênade, ew jî dê li ber xwe bidin.  Gelê me yê li wir, zana ye, xwedî rêxistin e, saziyên xwe hene, hêza xwe heye. Hêza xweparastinê heye. Ma hema Tirkiye dikare destdirêjiyê bike, ma ewqas hêsan e.  Kurdên li Tirkiyeyê ne bes e, îcar êrîşê yên derve dike. Wê çaxê divê çi Kurdên xwedî rûmet û şeref be li hemberî vê yekê derbikevin û şer bikin. Divê gelê me ji dewleta Tirk netirse, lê divê dîsa jî xwedî tedbîr bin.” 

ANF / BEHDÎNAN