Bi banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re guftûgoyên derbarê avakirina yekîtiya netewî û lidarxistina Kongra Netewî berdewam dikin. 

Tevî pêşketinên jiyanî yên çarenûsê diyar dikin jî heta niha hemû xebatên ji bo yekîtiya Kurdan û lidarxistina kongreyê heta niha bê encam man. Dema mirov li geşedanên li Rojavayê, Mûsil, Reqa, El Bab, geşedanên siyasî yên li Kurdistana Federal, Kurdên Îranê, polîtîkayên şerî yên li Tirkiyeyê dinihêre yekîtiya Kurdan girîngiyeke bivênevê li xwe dihebîne. Li gel vê ji bo kongre di sala 2017’an de bê lidarxistin bangên yekîtiyê ji aliyê partiyên siyasî, siyasetmedar, rewşenbîr û pêşengên civakê ve kirin. Rûspiyên civakê yên Amed û Êlihê banga avakirina yekîtiyê kirin û destnîşan kirin ku serkeftina Kurdan tenê dikare bi yekîtiyê misoger bibe. 

‘Bi înkarê çareserî nabe’


Yek ji kesên li bajêr tê nasîn û rûspiyê eşîra Nasirî Mehmet Kaya (68) ê li Gundê Kortepe yê Qerejdaxa Amedê rûdinê dest nîşan kir ku, ji bo yekîtiya Kurda çi ji destê wan bê ew ê texsîr nekin. Kaya anî ziman ku, tekane çareserî di tifaqiya Kurdan de ye û wiha axivî: “Roj ji bo Kurdan, roja yekîtiyê ye. Divê Kurd tifaqiya xwe bi pêş bixin. Ol cuda, kîn cuda ye. Ez jî mele me, lê Ereb, Faris, Tirk jî li hemberî Kurdan nîkadperstiyê dikin. Li ser gelê Kurd her kes lîstikan dilîze. Çiyayên Kurdan bombe dikin. Êrîşî zarokên wan dikin. Çareserî di tifaqiya Kurdan de ye. “ 


‘Ji bo bibe sedsala Kurdan’

Mele Şakir Yilmaz (63) ê li navçeya Pasûrê dijî got, li ser gelê Kurd zilmeke zaf mezin heye. Yilmaz vegot, wek gelê Kurd li gel pêkanîna yekîtiyê hêzdarkirina heqîqetê jî girîng e û hişyar kir ku, ji ber wan wek gel yekîtiya xwe ava nekiriye, dibe ku wek berê bi derew û hîlekariyan mafên wan ji dest wan bên wergirtin. Yilmaz wiha domand: “Ji dêvle em li hemberî hev têbikoşin, divê em werin gel hev. Heke Kurd di sedsala 21’emîn de yekîtiya xwe ava bikin, wê bibe sedsala Kurdan. Wê kes nikaribe li pêşberî hêza Kurdan raweste. Roj ne roja bweriya bi derew û merewa ye, roj roja yekîtiyê ye.” 



‘Bê çek û yekîtî nabe’

Abdûlbarî Tiryakî (78) ê ji Sasona Êlihê li gel temenê xwe yî zêde jî, li herêmê di hemû xebatan de cih digire û piştevaniyê dike. Tiryakî dest nîşan kir ku, di serdemek wisa de pêdivî bi yekîtiya Kurdan heye, di serdemek ku Kurd li herêmê aktor in divê yekîtî pêk bê û wiha axivî: “Nebûna yekîtiyê, wek mirov bê çek biçe şer. Hele di serdemeke wisa de hem bê çek û hem jî bê bira nabe. Di pêvajoyeke wisa de, divê hem çeka me hebe hem jî yekîtiya me. Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye. Divê Kurd vê nêvengê baş bi kar bînin. Çawa têdikoşe, li ber xwe dide, divê bi heman awayî yekîtiyê jî ava bike.” 


‘Bi muxetabên şaş çareserî nayê’

Mele Kûtbettîn Bayler (71) ê ji Farqîna Amedê ye gotinên Serokomar Erdogan û AKP’ê yên ji bo çareseriya pirsgirka Kurd ku daxuyandibûn ew ê li herêmê pêşengên qenaetê muxatab bigirin nirxandy Bayler dest nîşan kir ku, kesên muxatab bên wergirtin, heke rêyeke ku ji bo xweşkirina dilê îktîdarê hilbijêrin wê tu encam jê dernekeve û wiha got: “WÊ nêzîkatiyên wisa pirsgirka Kurd çareser neke. Niyeta wan tenê ew e ku, li be rçavê cîhanê bibêjin va em Kurd amuxatab digirin. Divê pirsgirêka Kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin.” 
Bayler di dawiyê de wiha got: “Heke gelê Kurd ji zilmê xelas bibe, wê yê zilmê dike jî, yê zilm lê hatiye kirin jî, ji zilmê xelas bibe. Wê sala 2017’an bibe sala gelê kur dû destkeftiyên wê.”


AMED