Li gorî malpera “kurdtoday.ir”, ku nûçe û agahiyên Sine belav dike, Kurtefîlma Kurdî ya bi navê “Lank” (Landik), ku ji aliyê derhênerê Kurd Zaniyar Lotfî ve hatiye çêkirin, di festîvala îsal a “Salas” a Spanyayê de xelata baştirîn kurtefîlm stand. Festîvala Salal a Spanyayê, ji sala 1999’ê ve tê lidarxistin. Festîvala îsal jî, roja 16’ê Çileyê hat lidarxistin. Fîlma “Landik” havîna par bi piştgiriya Navenda Hunerê ya Sina hatiye çêkirin. Zaniyar Lotfî, xwendekarê qonaxa masterê ya sînemayê û berpirsê beşa hunerên dîtbarî ya Navenda Hunerê ya Sine ye. Lotfî, heta niha 4 kurtefîlm çêkiriye û di gellek fîlman de jî wek kameraman kar kiriye.
Derbasî qonaxa fînalê bû
Ji aliyekî din, kurtefîlma bi navê “Mahî” (Masî) ya derhênerê Kurd Saman Husênpûr jî karî derbasî qonaxa fînalê ya festîvala “Oqyanûs” li bajarê San Fransîsko yê Amerîkayê bibe. “Mahî” dê bi fîlmên Meksîkî, Amerîkî, Proyî, Fransî, Malezî, Kanadî, Newzlandî, Îtalî, Îrlandî û Almanî re hevrikiyê bike. Festîvala îsal a “Oqyanûsê” dê roja 10’ê Adara îsal dest pê bike û roja 13’ê wê mehê jî biqede.
SÎNE