
Şoreşa Rojava ku di pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de peş ket, gavên ewil di 13 Tîrmeha 2012'an de li Kobanê avêt. Ev şoreşa ku li Kobanê dest pê kir, piştre pêl bi pêl belav bû. Mirov bi hêsanî dikare vê pêşketin û belavbûna şoreşa li Rojava bibîne.
Ev şoreşa li Kobanê û Rojava, di heman demê de tê wateya têkçûna rejîma Baasê. Rejîma Baasê bi Şoreşa Rojava re têk çû.
Piştî ku Kobanê bi şoreşê zindî û geş bû, bi lez rengê xwe da li hemû Rojava. Li hemû kantonên Rojava bersiv hat dayin. Ji ber vê yekê azadbûna Kobanê di heman demê de tê wateya ji nûve avakirina Rojava. Azadkirina Kobanê azadkirina Rojava ye.
Ev pêşketinên bi vî rengî gelek derdorên ku berjewendiyên wan li ser Rojava hene aciz dike. Pir aşkere xuya dike ku yên herî zêde aciz dibin hikûmeta AKP'ê ye. Ev acizbûn û neyariya li hemberî Rojava bêguman ne bê sebeb e. Rojava bi hêz û lezgîn derket pêş. Ev pêşketina bi hêz û lezgîn, polîtîka û planên li ser Sûriyê hemû xera kirin. Lîstikên Tirkiyê yên li ser Sûriyê têk birin. Şûna ku şert û mercên Sûriyê li ber çavan bigire û li gorî wê polîtîkayan pêş bixe, îro dixwaze bi polîtîkayên heyî plan û projeyên xwe yên li ser Sûriyê têxe meriyetê. Ev jî karê har û dînan e. Ev ji destpêkê de aşkere ye ku tu encamê bi dest naxe. Ev wekî meseleya "Yên noqî deryayê dibin, xwe davêjin dexl û hembêza mar" e. Rewşa AKP'ê jî wekî vê meseleyê ye. Di deryaya Rojhilata Navîn de xwe avêtiye dexl û hembêza çeteyên DAIŞ'ê. Xwe li marê jehrînî yê DAIŞ'ê pêça ye.
Ji ber rewş wisa ye, bêguman hikûmeta AKP'ê bi awayekî dostane nêzî Rojava nabe. Divê mirov ne li bendê be ku AKP bi dostane nêzîk bibe jî. Wekî berê, niha jî her dem bi nêzîkatî û polîtîkayên reşkirin, şantaj û gefxwarinê nêzîk bûye. Ev hestên neyartiya kur û nalet a hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Rojava bêguman ne tenê ji ber îflasa rejîm û polîtîkayên Suriyeyê ye. Bê şik û guman sedemên civakî û dîrokî yên bi kok hene. Lê ji ber niha ne cihê wê ye, ne pêwist e em li ser van sedemên civakî û dîrokî rawestin.
Li gel hemû hewldanên reşkirin, şantaj û hemû gefan, li hemû Rojava û Kobanê di her alî de pêvajoya ji nûve avakirinê didome. Pêvajoya ji nûve avakirinê bi hemû lezgîniya xwe didome. Di çarçoveya pêdivî û rêgezên xweseriya demokratîk de ji bo sazîbûnê li ser bingehekî xurt ava bikin, gav bi gav pêş dixin. Hemû pirsgirêkan bi sazibûn, rêxistin û pergal hewl didin çareser bikin. Bi vê pêngavê re hewl didin birînên şoreşê bi lezgîn derman bikin û çareser bikin. Ji ber polîtikayên hostatî û şerê bi plan û wate yê li hemberî dewleta Sûriyê de gelek mijaran de hêsantî avakirin. Wekî ku mirov mû ji nava rûn bikişîne, azadkirina Rojava ew qas hêsan bûye û wekî li hemû Suriyeyê di pergala dewletê de texrîbatek mezin çêkiriye. Di çareseriya hemû pirsgirêkan de azadkirina Rojava rolekî hêsanker lîstiye. Ji ber vê yekê her roj nûbûn çêdibe û di her alî û qadê de pêşketinên nû çêdibin. Ev pêşketin, nûbûn û geşedanên nûjen gel bêtir bi Şoreşa Rojava ve girê dide. Dibe sedem ku gel bêtir xwedî li Rojava derkeve.
Bi Şoreşa Rojava û azadkirina Kobanê re du tabloyên mezin bi awayekî şênber derketine holê. Li aliyekî ji ber kaosa navxweyî rastiya Sûriyê ku roj bi roj hildiweşe û xera dibe derdikeve holê, li aliyê din jî rastiya Rojava ku roj bi roj pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser dike û her diçe xweşiktir û geştir dibe. Roj bi roj geş û şên dibe û xweş dibe. Mirov ji kîjan alî û di kijan qadê de binêre bila binêre, dibîne ku nûbûn û avakirinek heye.
Di vê pêvajoya ku Rojava di her alî de ji nû ve xwe ava dike, êrîşên pir alî yên li ser Rojava bêguman ne ji rêzê û tesaduf in. Êrîşên bi vî alî pêş dikevin, di destpêkê de li hemberî Efrîn,
Heleb û Serêkaniyê pêş bikevin jî piştre bi giranî derbasî qada Kobanê dibin.
Êrîşên ku bi vî rengî pêş dikevin, her çend zêdetir di aliyê leşkerî û ewlehiyê yên li hemberî YPG'ê derkevin pêş jî; êrîşên pir alî ne. Di van êrîşan de aliyê herî zêde ê xeternak derdikevin pêş; mirovên bê guneh û bê sûc dikin hedef. Mînakên herî dawî li erdnîgariya ereban li gundên Til Heran û Til Hasilê komkujî pêk anîn. Mirovan dîl digirin û mal û milkê wan talan dikin. Serê mirovan jê dikin, qetil dikin û zarokên wan direvînin. Mirovan bi saxî dişewitînin û bedena wan perçe dikin û qetil dikin. Ev hovîtiyên li ser mirovên bê guneh dimeşînin, êdî bûye perçeyekî jiyana rojane ya herêmê.
Hemû hêzên berê bi hev re şer dikirin, ji ber sedemên cuda piştre di bin pêşengiya Cephet El-Nusra hatin gel hev û îtîfaq ava kirin. Gelek hêzên di nava van îtîfaqan de cih girtin, hêz û avakirinên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) in. Pir aşkere derketiye holê ku ev îtîfaq raste rast bi destê hikûmeta AKP'ê hatiye avakirin. Ev îtîfaqa ku hat avakirin, bi lezgîn bi riya Til Ebyadê berê êrîşan dan Kobanê. Di 20'ê Tîrmeha 2013'an de êrîşek mezin li dijî Kobanê pêk anî. Ev êrîşa mezin a li dijî Kobanê bêguman ji dewleta Tirkiyeyê ne serbixwe ye. Bi plan û lîstika AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê pêk hatiye. Hemû deriyên sînor û gumrikên li ser sînor ji van îtîfaqên li dijî Rojava re vekirî hatiye hiştin. Hemû çek û cebilxaneyê, alîkariya lojîstik û malzemeyên leşkerî ji ser deriyên sînorê Tirkiyeyê re ji wan re hatiye şandin. Ev nîşan dide ku têkiliya hikûmeta Tirkiyeyê û wan çiqasî bi hev girêdayî ye û di nava tifaqekê de ne. Li gel vê alîkariyê hemû hêzên çete yên destbixwîn bi destê xwe perwerde kirine û şandine.
Li gel hemû alîkariya lojîstîk û leşkerî dîsa li hemberî berxwedana Kobanê û Rojava bi ser neketin û têk çûn. Bi taybetî ji ber gelê Kobanê rabûn ser piyan û di bin venêrtiya YPG'ê de di eniya şer de cih girtin, ev hêz di nava têkçûnek dîrokî de winda kirine. Ji ber vê têkçûnê hemû hêz û rêxistinên girêdayî ASA xwe paşve kişandin û ji îtîfaqê qetiyan. Ji ber ASA ji vê îtîfaqê qut bû û îtîfaq belav bû, rayedarên AKP'ê aşkere destek dan DAIŞ'ê.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ya esl û feslê wê nayê zanîn, derket holê ket qadên ku di destê ASA'yê de yek bi yek bi dest xist. Dibe ku AKP'ê bi destê DAIŞ'ê xwestiye ASA ceza bike. Piştî çeteyên DAIŞ'ê li qadên ASA bi cih bû û dagir kir, karê ewil xeta ceyranê ya ji Çemê Firatê tê Kobanê qut kirin. Piştî wê hemû rêyên li ser erdnîgariya ereban ên derbasî Kobanê dibin xistin bin kontrola xwe. Hemû çûn û hatinên li ser van rêyan qedexe kirin. Hemû rêyên diçûn ser Kobanê girtin û ambargo danîn ser Kobanê. Hemû rêyên ji dewleta Tirk diçûn Kobanê girtin bin kontrola xwe. Piştî rê girtin, hat famkirin ku dê amborgeyek mezin deynin ser Kobanê û êrîşek mezin li ser Kobanê pêş bixin.
Bi bahara 2014'an DAIŞ'ê li dijî Kobanê êrîşek tevahî da destpêkirin. Bi van êrîşan re gelek qadên stratejîk bi dest xistin. Lê li gel vê yekê jî dîsa hêza ku demek dirêj li vir bi cih bibin bi dest nexistin.
Di her êrîş û hewldana xwe de windahiyên mezin dan. Piştî windahî dan, neçar man ku paş ve gavan bavêjin. Ev di her alî de hat dîtin. Li gel ku windahiyên mezin dan jî, dîsa êrîş li ser êrîşa Kobanê berdewam kir. Her çend vê rewşê xwe wisa dubare kir jî êrîşan heta dawiya payiza 2014'an berdewam kir.
Wekî tê zanîn DAIŞ, li dijî hin bajarên Iraqê êrîşên mezin dabû destpêkirin. DAIŞ'ê bajarê Musulê demek pir kin de bi destxist û dagir kir. Çeteyên DAIŞ'ê bê navber di nava Iraqê de belav bûn. Bi taybetî bi çekên herî nûjen û giran ên Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê ji destê artêşa Iraqê wergirtin. Bi vê yekê ji aliyê moral ve hêza xwe aşkere kirin. Bi vê hêzê jî ketin Musulê, bi awayekî hovane êrîşî Şengalê kirin. Bi hezaran mirovên gelê êzdî qetil kirin. Bi hezaran jin rehîn girtin. Gelek ji wan li bazaran derxistin firotinê. Divê ev rewş qet neyê jibîrkirin û nayê jibîrkirin.
Hema piştî êrîşa Îraqê, dema hin navendên leşkeriyên stratejîk ên Suriyê ket destê wan, hemû nirxandinên ku dihatin kirin; di derbarê 'dê çawa êrîşî Rojava bikin' de bûn.
Di encam de Kobanê hedef girtin, hinek nirxandinên dihatin kirin rast derketin. Bi taybetî jî êrîşên di 15'ê Îlona sala 2015'an ji her alî ve ji êrîşên din gelek cuda bû. Di şer de ew roviyên ku tiştekê ji quralên şer nizanin hem di aliyê hijmar û hem jî di aliyê teknîkê de derfet di destê wan de hebûn. Di rastiyê de çekên herî modern yên ji dema NATO û Sovyetê mayîn di destê wan de bûn. Ji xwe deskeftiyên ji Îraqê girtîn ew serxoş kiribûn û ji ser xwe ve çûbûn. Alîkariya dewletên herî paşverû yên Rojhilata Navîn jî digirtin. Hemû derfetên heyî di destê wan debûn û di hesabên wan de bûn.
Hêzên me (YPG) gelekî ji van derfetan bêpar bûn. Beriya her tiştî di ev şerê du sal in didome de me kadroyên xwe yên pêşeng şehîd dan. Ev ewladên leheng yên vî gelî, di nava vî şerî de me winda kirin.
Derdora me ji hêla neyaran ve hatiye pêçandin. Dest ji anîna çekan ji derve berdin, ji bo mirov kîloyek bacanê sor têxe Kobanê, hunereke mezin divê. Me beşek çekên bi kêr bihatana anî asta ku bên bikaranîn. Me bi derfetên xwe hin çekên biçûk û guleyên wan afirand. Ji ber ku di destên me de madeya xam tune bû me nekarîbû amûrên di destên xwe de pêş bixin. Derfetên di destên me de têra parastina hemû eniyan û pêşxistina şer nedikir. Beriya niha gelek çekên giran ên ku me bi derfetên xwe çêkiribûn nema dixebitîn.
Ligel vê yekê jî dîsa ew baweriya 'Di encamê de em ê bi ser bikevin' bi awayekî xurt bi me re hebû. Hêza me xwe dispart bingeheke xurt. Ya rastî bingeha hêza me hezkirin bû. Yanî hezkirina mirovan bû. Mafdariya me ya hezkirina xwezayê û beriya her tiştî bi hezkirina jiyanê re bû. Ji ber em ne hêza êrîşkar bûn. Çavên me ne li welat, xak û nanê tu kesî bû. Hemû hewldanên me ji bo em li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn û li kêleka mazlûman bûn. Cudahiya navbera me bi qasî nayê pîvandin kûr bû.
Ev aliyê ku wan nikarîbû pê û tu wate nedidan ev bû. Ji ber ku wekî gotina 'gayê li trenê dinêre' bi bergên xwe yên reş li ev nirxên qedîm dinêrîn. Ji ber vê yekê ew biçûkbûna xwe ya bi çavên neyarî lê dinêrîn ji ser xwe neavêtibûn û qaşo misilmantiya rast temsîl dikirin. Lê belê bi van pêkanînên xwe ketibûn rewşa rûreşiya misilmantiyê û çavên bi qasî vê yekê nebînin reş bibû. Ji ber vê yekê neyarê hemû ol û mezheban bûn. Ew neyarê kedê, neyarê kurdan, cihû, asûrî û ya rastî ew ji xwe pêvetir neyarê her tiştî bûn. Ma qey pirsa ma zilamtî di ku dera vê de ye? Va ye ji bo cudatiya navbera me were dîtin divê ev alî baş were dîtin. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku xebat û hêza me ya berxwedana Kobanê ji vê derê tê. Bêguman ji bilî ev taybetmendiyên ku me rêz kir, vê yekê ji çanda û dîroka xwe digire. Bi taybetî jî divê mirov ji bîr neke vê hêza xwe ji nirxên qedîm ên ku ji şoreşa neolîtîkê ya li ser vê xakê pêk hatiye wergirtiye. Bi gîredana pêşeroj û paşerojê ew hêza ku hatiye bidestxistin niha baştir watedar dibe.
Belê ev xak tenê ji şoreşa neolîtîkê re çavkanî nekiriye. Li ser vê xakê gelek hêz û bawerî derketine holê û di rewşa nevndîbûna van tiştan de ye. Hz. Birahîm zarokê vê xakê bû. Heke xwe nespartiba ev çanda bingehîn û pêşerojê dibe ku ew baweriya wî di vê astê de mezin nebûba.
Rêber Apo, mirovê vê xakê ye û wextê ji ber Nemrûdên vê serdemê direviya wekî Hz. Brahîm li pey vê rêgehê de çû. Gava ewilî ya li Rojava di 2'yê tîrmeha 1979'an de li ser xaka Kobanê avêt. Ji roja ku hat û heta niha ev yek wisa didome. Di vî alî de çandeke şoreşgerî ya xurt şekil girtiye. Beriya niha hezaran salan ev xaka ku pêşengiya şoreşa neolîtîkê kir îro pêşengiya şaristaniya demokratîk dike. Bi qasî ev pêşengiya qedîm a mirovahiyê tu fermaneke din tune ye.
Cihgirtina jinan a nava hemû qadên jiyanê ji vê derê tê. Beşeke mezin a hêza me li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin ji jinan pêk tê. Divê mirov ji ser zêdebûna hejmara jinan derbas nebe. Li Kobanê jinan tenê di aliyê hejmarî de xwe îspat nekirin. Di aliyê pêşengiyê de jî di pêş de bûn. Ya rastî di serkariyê de hejmara jinan zêdetir e.
Tu kes tune ye ji ew lehengiya bi rihê berxwedêrî ne agahdar be. Beriya her tiştî bû sembola berxwedêriyê. Di vî alî de bi hêzeke mezin mohra xwe li pêvajoyê xistin. Xwedavendî ev bi xwe ye. Jinên kurd ne tenê temsîliyeta rûmeta xwe nekirin. Ya rastî bi civakên kurd re di dilê hemû mirovan de cih girtin. Taca şehadetê li xwe kirin û nemir bûn. Bi saya ev rihê berxwedêrî Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê re bûye goristan. Beriya her tiştî ev şerê rizgarkirina rûmeta mirovahiyê bû. Ji ber ku şerê Kobanê li ser vî rihî û hişmendiyê hatibû avakirin ji berxwedanê pêvetir tu rêyeke din nema bû. Yan mirovahî bi berxwedana Kobanê bi ser biketa, yan jî wê di kesayeta DAIŞ'ê de têk biçûya. Ji ber vê yekê li gel piştevaniyê dereng mabû jî ew piştevanî li Kobanê bû wijdanê mirovahiyê.
Ne hewce ye mirov ew şerê bêhevsengî ya li navenda bajarê Kobanê pêk hat li vir berfireh veke. Em di wê baweriyê de ne ku divê ev mijar careke din bi berfirehî were nirxandin. Vê mijarê bi tena serê xwe û bi awayên cuda bigirin dest û wê bikin mijara pirtûkê wê watedartir bibe.
Li vir tenê bi gotinekê heke mirov bêje Kobanê mîladek e û ji vê pêvetir tu gotin têra vegotina wê nake. Belê di aliyê dîroka kurdan de ev mîladek e.
Kobanê bi sekna xwe ya berxwedêrî ji bo yekbûna herçar parçeyên Kurdistanê bû bingehek. Beriya her tiştî bû bingeha yekîtiya neteweyî. Di vî alî de mirov dikare bêje ku serkeftina Kobanê serkeftina Kurdistanê ye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku ev pêşketin ji bo kurdan bû pêşketineke jêveneger. Di vî alî de serkeftina Kurdistanê tê wateya serkeftina mirovahiyê.
Sînan ZAGROS