Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) da xuyakirin, ku PKK’ê di têkoşîna berxwedana 37 salan de serketina herî mezin di mijara azadiya jinê de bi dest xistiye. PAJK’ê got, “Bi pêngava PKK’ê de jinan yekem car li Kurdistanê serdestiya mêr û dewletê bi awayekî aşkere red kirin“ û têkoşîna azadiya jinê jî weke serketina herî mezin a berxwedana 37 salan pênase kir.

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK’ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em salvegera 37. a têkoşîna PKK’ê, di serî de li Rêber Apo, gelê Kurd û jinan, li tevahiya jin û gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk a cîhanê pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşê yên PKK’ê, ku têkoşîna berxwedana 37 salan îro veguherandine têkoşîna azadî, biratî û demokrasiyê ya gelan û deriyê serdemeke nû ya demokratîk li Mezopotamyayê vekirine, bi minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd ketine, bi serketinê tacîdar bikin.“


Serketina herî mezin a PKK’ê 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şoreşa ku PKK’ê di têkoşîna azadiya jinê de afirandiye û ev xusûs hatin destnîşankirin: “PKK’ê serketina herî mezin a têkoşîna berxwedana jinê, di mijara azadiya jinê de nîşan daye. PKK mîladek e. Heta vê mîlada li Kurdistanê, ji dîroka bi heybet a bi hezaran salan a jinê, tiştek nehatibû hiştin. Bi pêngava PKK’ê de jinan yekem car li Kurdistanê serdestiya mêr û dewletê bi awayekî vekirî red kirin. Hemû saziyên ji desthilatdariya mêr terikand. Serî hilda. Li ber xwe da. Rahişt çekê û xwe, gel û neteweya xwe parast. Cesaret kir ku di şer û têkoşîna bê eman ê li Kurdistanê de ku li refên herî pêş bimeşe. Bi ser tirsên ji ber tarîtiyê hatin afirandin ve meşiya. Hemû karên digotin, ‘Ne karê jinê ye’, ‘li jinê nayê, eybe, guneh e’, ‘jin nikare bike’ hewl da bike. Her fîşeka ku teqand, di destpêkê de berda tirsên nava xwe. Hîn bû ku bi hêza xwe bijî. Hîn bû ku li ser piyan bimîne, li ber xwe bide û bijî.“


Jin hîn bû li ber xwe bide 

Di daxuyaniya PAJK’ê de hate destnîşan kirin ku bi PKK’ê re jin hînî berxwedanê bûye û ev berxwedan wergerandiya çandê û wiha hate berdewamkirin: “Bi pêşengiya berxwedana hêzên parastinê, ku bedena Kurdistanê ya hatiye parçekirin di ruhê de dikin yek, li her derê xwe bi rêxistin dike û ber bi serketinê ve dimeşe. Ev yek serketina herî mezin a PKK’ê ye. Ev bi tena serê xwe şoreşek e. Şoreşeke civakî, felsefîk, îdeolojîk û polîtîk e. PKK hêza xwe ya herî mezin û enerjiya xwe ji vir werdigire. Lewma têkoşîna berxwedana 37 salan a PKK’ê, weke têkoşînek li dora navenda jinê bi pêş ket. Ji ber vê yekê bi karakterekî gelekî demokratîk û azadîparêzî bi pêş ket.“


‘Azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin’

Koordînasyona PJAK’ê bal kişand ser analîzên sosyolojîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê afirand û destnîşan kir ku jinên Kurdistanê azadiya xwe di nava azadiya Ocalan de dibînin. Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tespît hatin destnîşankirin:

“Li Kurdistanê jin azadiya xwe di nava azadiya Rêber Apo de dibînin. Dibêjin ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’. Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Kurd, li hemberî jinê û demokrasiyê, bi mehane tecrîdeke taybet li ser Rêberê me heye. Piştî ku hevdîtinên bi Rêberê me yên li Îmraliyê ji ber berjewendiyên AKP’ê hatin qutkirin, malbata me bi mehane nikare bi malbata re jî hevdîtinê bike. Hevdîtinên bi parêzeran re ku mafekî hiqûqî ye, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve hatiye qutikirin, tê astengkirin. Ji bo ev tecrîda li ser Rêberê me tavilê were şikandin, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê em bang li tevahiya gelê xwe û jinan dikin ku di vî warî de têkoşîn û çalakiyan xurttir bikin.“


MŞD: PKK’ê dîroka vejînê nivîsand

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û da zanîn ku PKK’ê di 27’ê Mijara 1978’an de dîroka vejînê nivîsandiye. MŞD’ê ragihand ku xortên bi xîret, jîr û zana ketin nava lêkolînekê û got, “Van xortan gotin, ‘Welatek heye, navê wî Kurdistan e, lê bê tevger û bê xwedî ye. Xwedîderketina li rastiyê, bedelên wê giran e’. Ew qehreman, mêrxas, egîd Serok Apo bû.  PKK’ê jiyan da ruhê mirî, kerr bi guh kir, kor bi ronahî kir. PKK’ê dîroka bexwedan û serketinê nivîsand. Di vê rêya bi şeref de gelek şehî da. PKK’ê bala cîhanê kişand ser Kurd û Kurdistanê. PKK’ê bi komar û artêşa Tirk re da qebûlkirin ku Kurd û Kurdistan heye.“

MŞD’ê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû şervanên azadiyê, li malbatên şehîdan, gelê Kurd û tevahiya gelê bindest pîroz kir.


FEDA: Em roja vejîn û rizgariyê pîroz dikin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), li ser 37. salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “ Em careke din Rêberê neteweya demokratîk Ocalan ê ku ev tevger derxist holê û diyarî mirovahiyê kir,hemû şehîdên azadiye yên gelên Mezopotamya û Anatoliyê bi rêzdarî silav dikin.“FEDA’yê ragihand ku tevgera PKK’ê bûye tevgera hemû gel, bawerî û nasnameyan û bi vê armanca xwe re pêşî li parastin û azadiya hemû mirovahiyê vekiriye.  


‘PKK yekîtiya gelan girîng dibîne’

Kongreya Gel a Mezopotamyayê (Kongre Camayto D’Behtnahrîn-KCB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û 37. salvegera damezradina PKK’ê di serî de li Sekreterê Giştî yê Damezrîner Abdullah Ocalan li endamên Komîteya Navendî, hemû kadro û xebatkarên wê û tevahiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Di daxuyaniya KCB de hat gotin, “Beriya damezrandina PKK’ê, hêzên mêtînger gelê me û gelê Kurd hem ji hev xerîb kir hem jî bingeh amade kir ku li hemberî hev rabin. Lê belê bi avabûna PKK’ê re ev lîstik têk çûn. Mirovên duh silav nedidan hev, îro li saziyên vê tevgerê yên li welêt û dîasporayê, mil bi mil têdikoş in.

Em 37. salvegera damezrandina vê partiya enternasyonalîst careke din pîroz dikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN