Şahî bi stranên koma Tolhildan û govendê bidawî bû.
Li Ebû Rasên şahî
Li bajaroka Ebû Rasên a Dirbêsiyê bi armanca pîrozkirina rizgarkirina herêma Serêkaniyê û Til Temir ji destê komên çete şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de berxwendana YPG’ê hate silavkirin.
Şahiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Ebû Rasên ve hate organîzekirin bi beşdariya sedan welatiyên ji bajarokê û gundê wê duh hate lidarxistin. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpê kir de Berpirsê YPG’ê yê Ebû Rasên Şiyar Kobanê, endama YPJ’ê Emara Botan, endamê TEV-DEM’ê Numan Erebo, endamê Partiya Çep a Kurd Mecîd Xabe, endama Yekîtiya Star Emîne Mihemed axivîn. Di axaftinan de destkeftiyên YPG/YPJ’ê hatin silavkirin û bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin ku di avakirina meclîsan de cihê xwe bigirin.
Piştî axaftinan helbestvanên Kurd Ferhadê Merdê helbest xwendin. Şahî bi stranên koma Zîlan û diruşmeyan bidawî bû.
HESEKÊ/DIRBÊSIYÊ