Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Joseph Votel diyar kir ku pêşketin û serkeftinên şerê li dijî terorîstê DAIŞ`ê bi alîkariya KurdaN pêk hat. Votel di konferanseke ku mijara wê polîtîkaya derve ya Amerîkayê bû de derbarê rewşa dawî ya şerê Sûriyeyê de hin daxuyaniyê girîng da.
Fermandar Votel amaje kir ku ger wan piştgiriya Kurdan wernegirta dê nekarîbûna li Sûriyê hedefên xwe bicih bianîna û li dijî DAIŞ`ê bi ser ketana. Di berdewamiya axaftina xwe de Votel di derbarê Heşda Şeibî de ragihand ku fermîbûna Heşd El-Şeebî, wê bandora Îranê ya li ser Iraqê zêdetir bike lewma jî divê hikumeta Bexdayê hay ji vê rewşê hebe.
WASHÎNGTON