Şehba ya ku weke mozaîka gelan e, demeke dirêj e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrîşî wê heremê dikin. Gelên ku li vir dijîn çi Kurd, çi Ereb, çi Turkmen, dest dane destê hev û di yêk çeperê şer de li hemberî çeteyan li ber xwe didin. Cebhet el-Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehba li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa diden meşandin.
Xwediyê vê axê em in
Ji şervanên li bereya pêş a parastina jinên Şehba, Newroz Şehba ji me re axivi û wiha behsa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dike: “Demeke dirêj e ku em di çeperên şer de ne, niha li hemberî me Bab heye. Li vir çeteyên Erdogan ango yên Sultan Murad hene. Hema çend metreyan ji me dûr in. Li vir, bê navber çekên giran bi kar tînin. Herwiha balefirên keşfê, kamerayên termal bi kar tînin. Em niha di çeperan de ne, li hemberî me çete hene. Ji bo parastina axa xwe, em li vir in û em ê her li vir bin jî. Xwediyê wê axê em in, ne Erdogan, ne jî çeteyên wî ne. Bila ti kes li ser axa me hesabên qirêj neke. Ew ê ti carî nekaribin wan xeyalên qirêj bi cih bînin. Em weke şervanên bereya parastina jinên Şehba, ji bo parastina axa xwe, gel, jinan her kêliyê amede ne.
Em li vir im
Erdogan li gor xwe dibêje ez ê bi van êrîşan gelê Şehba bitirsînim. Lê berevajiyê wê, gelê Şehba bi zarokên xwe ve li çeperên şer cih digire û çanda berxwedanê zêde dibe. Ez jî weke jineke Şehba dibêjim, em li vir in û heta nefesa xwe ya dawiyê em ê rê nedine we ku hûn çeteyên hov derbasî axa Şehba bikin. Bila çeteyên Erdogan baş bizanin ku em hêzek in ku YPJ´ê ji xwe re dikine mînak, berxwedana ku wan kiriye ji bo me bingeha têkoşîna me ye.”
Heta rizgarkirina temamê Şehbayê
Ronahî Şehba jî şervana parastina jinên Şehba ye û ji me re wiha axivî: “Em niha di çeperên şer de ne. Li hemberî me Bab heye û çeteyên Erdogan li vir rojane êrîşî axa me dikin. Ji bo ku axa me dagir bikin her rê û rêbaza qirêj bi kar tînin. Em ê weke şervanên jin ti carî destûr nedin çeteyên Erdogan ku derbasi axa Şehba bibin. Heta em hemu axa xwe ji destê çeteyên Erdogan rizgar nekin, em ê weke şervanên eniya parastina jinen Şehba nesekinin.
Ji şervanên eniya parastina jinên Şehba, Sara Şehba jî wiha axivi: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her çiqasî êrîşî me bikin, ew ê deh qatî zêdetir bersiva xwe bigirin. Hatina wan wê hebe, çûyîna wan wê tinebe. Em weke şervanên jin heta dawîyê bersiva çeteyan didin.
SOZDA OREMAR/EFRÎN