Dr. Kamuran Berwarî: Em ê van daxwazan ji bo her cihî bişînin ku daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de pêk werin. Ji bo daxwazên wan pêk werin di heman demê de em di nava hewildanê de ne.

MUNZUR DERSÎM / ROJNEWS / HEWLÊR

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), li Hewlêrê ji bo piştgirîyê çûn serdana çalakgerên greva birçbênê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Abdullah Ocalan, li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di roja 156’an de bi biryardarî didome. Di heman demê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz jî her çendî rewşa tendirustiya wî giran e jî, di roja 156’an de bi berxwedaneke mezin dewam dike.  Serdanên ji bo piştgiriya bi çalakgeran re jî dewam dikin. Şandeya KNK, Tevgera Azadî û RJAK´ê çû serdana çalakgeran.

Ji NY´yê re daxwazname

Li ser navê şandeyê, berpirsê bere yê KNK’ê Dr. Kamuran Berwarî axaftinek kir û got, “Tê zanîn ku ev demeke dirêj e ku li her devera Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê, çalakiyên greva birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertiyê, hatine destpêkirin. Ji bo ku daxwazên wan pêk werin me îro daxwaznameyek şand ji ofîsa Neteweyên yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê re. Em ê van daxwazan ji bo her cihî bişînin ku daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de pêk werin. Ji bo daxwazên wan pêk werin di heman demê de em di nava hewildanê de ne.”

Bêdeng nemînin

Dr. Kamuran Berwarî îşaret bi girîngiya pêvajoya gelê Kurd tê re dibihure kir û got, “Em di pêvajoyeke pirr girîng re derbas dibin. Ji bo ku ev pêvajo bê qels kirin, dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke girankirî li ser Rêbertiya me da destpêkirin. Ji bo ku ev tecrîd jî bê şikandin jî bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, û her wiha ya Nasir, Fadîle, Îmam, Mustefa û hevalên me yên din, çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ev çalakiya greva birçîbûnê ya ku hatî destpêkirin, em pirr pîroz dibînin. Ji bo vê yekê jî wê serketin ya çalakvanan be û wê serketina herî mezin jî ya gelê Kurd be.”

Dr. Kamuran Berwarî tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bang li tevahiya saziyên mafê mirovan yên Ewrûpa dikin ku ji bo vê yekê dengê xwe bikin û bê deng nemînin. Dubare tevahiya çalakvanên ku di çalakiyê de ne serketinê ji wan re dixwazin û silavên xwe ji bo wan tevan dişînim.”

Şande piştre jî çû serdana Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz yê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan ku ev 156 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye.