Bi rasthatina 15´ê Tebaxê KNK´ê got: Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketina TC’ê ye. Serketin ya Gelê Kurdistanê ye.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de zext û zilma cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate bibîrxistin û hate gotin, “Di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15’ê Tebaxê ya 1984’ê, banga azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Dinyayê careke dî hate îlankirin.”

KNK´ê wiha dewam kir: “Di wê hemleya mezin û dîrokî de, vê carê Dihê û Şemzîna, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li Bakurê Kurdistanê di dawiya sedsala 20’an de. Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilat Navîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kir û îro bû hêzeke mezin ya gerîlla li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Eve bi serê xwe serketineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê de li bakur. Ev hemle û pêngava 15’ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz be.”

Li dijî dagirkeriyê ruhê 15´ê Tebaxê

KNK’ê diyar kir ku di salvegera 35. ya 15’ê Tebaxê de jî dewleta Tirk êrişkariya xwe bi hemû rê û metodan didomîne û destnîşan kir, “TC li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan ketiye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrişkariya xwe her diçe zêde dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovî de hemû çek û sîlehên têkbirina jiyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji bejahî bombeyên jehrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Digel jiyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kiriye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekariyê, ji Qersê heta Entabê çu çiya, dol û niwal nehêlan ku bombeyan nebarîne. Dar û daristan sotin, av û derav pangandin û bi çêkirina bend û barajan xelkê xwecih da koçkirin.

Êrîşên TC’ê tenê li Bakur nînin, li Rojava û li Başûr jî dewam dikin. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêmê dagir dike. Ji par ve li Rojava Efrîn, li Başûr herêma Bradostan dagir kiriye û vê dagirkeriya xwe roj bi roj firehtir dike. Li van herêman û li seranserê Kurdistanê, bi ruhê 15’ê Tebaxê, berxwedaneke xurt û bê hempa tê meşandin.”

Li seranserê Kurdistanê berxwedan

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk vegeriya ye rojên berê yên salên 80’yî û got: “Dixwaze ku berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tije kirine. Şiddet û êşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jiyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê.

Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketina TC’ê ye. Serketin ya Gelê Kurdistanê ye.

Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15’ê Tebaxê ya 35. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin.            

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

15’ê Tebaxê kok e

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê got, 15’ê Tebaxê her tişt pêşkêşî gelê Kurd kir û ji ber ku Kurdan vejîna xwe di nava vê pêngavê de dît, wan fêhm kir ku bi vê têkoşînê dikarin hebûna xwe biparêzin û azad bibin, bi coş û kelecana cejnê ev yek pîroz kirin.

Li gorî nûçeya Eylem Ronî ya di ANF´ê de, Kalkan wekî din gotiye, pêngava Mezin a 15’ê Tebaxê û ruhê serketinê ji her demê bêhtir xurt û zindî ye û wiha dewam kiriye: “Di xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de em çalakiyên dîrokî dikin. Di xeta Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de em her roj derbê li dijmin dixin, çalakiyên gerîla yên lehengane pêk tên. Ev rastî eşkere ye. Lewma heman ruh, heman îrade, heman wêrekî û fedakarî bi rengekî xurt didome. … Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kok e. Xeta berxwedana fedayî ya PKK’ê eşkere kiriye. Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê kok e, li Kurdistanê wêrekiya ji bo têkbirina dijmin û fedakarî û îrade afirandiye.”