Dema piştî teqîna Enqerê ku canê 102 kes ji namzet, endam û alîgirên HDP'ê stand Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davuoglu got; "Wê dengên me piştî teqînê zêde bibin" mirov baştir fahm dikir ku ev daxuyanî ne îşareta xêrê ye. Ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo aliyên demokratîk û azadîxwazan jî aşkera dibû ku sirê encama bi darê zorê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê di vê teqînê de veşartî bû. Ma ti kes heye nizanibe ku çi qasî AKP-DAIŞ mil bi mil, ne tenê teqîna Enqerê, li Pirsûsê jî pêk anîn û her roj êrişî Rojava dikirin û dikin? Naxwe çima AKP biryara lêpirsîna nepenî ji bo teqîna Enqerê da? Ji ber ku hin tiştên diviyabû veşêrin hebûn, ew jî encamên wê di êvara 1'ê Mijdarê de derketin; serxistina bi darê zorê ya AKP'ê. 

AKP dengên HDP bi gûrkirina şer kir armac lê bêdengiya MHP'ê li ser encamên hilbijartinê nîşan dide ku dewletê çi qasî bi organîze vê encama ne bi xêr derxistin holê. MHP'ê li hember encamên hilbijartinê zêde nerazîbûn nîşan neda.  

Ez bi xwe encamên HDPê xerab nabînim. Ji ber ku ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo gelên din jî mîna derbeyek bû, lê balkêşe li piranî cihên xwebirêvêbirî hatîne îlankirin HDP dengên xwe zêde kirine.

Dema encamên HDP'ê tên guftûgo kirin mirov rastî hin nirxandinan tê ku mirov matmayî dike. Ji xwe pirsgirêkên me ya nirxandin û xitimîna zihniyetê di vir de ye. Hin kesan bi zihniyeteke pozîtîvîst û matematîkî nêzî hilbijartinê dibin û napirsin gelo gelê Kurd û aliyên demokratîk di kîjan etmosfêrê de tevlî hilbijartinan bûn. Napirsin em weke gelê Kurd di kîjan herêmê de siyasetê dikin û têkoşînê didin, hîna jî hene qala bandora çekên di destê Kurdan da dikin. Lê heman kes nabêjin li Zergelê, Enqerê û Pirsûsê kê komkujî pêk anî û li ser kê komkujî hat kirin? Nabêjin projeya HDP'ê ne tenê ji bo hilbijartinê ye. Nabêjin hilbijartin û hikumet ji bo Kurdan tenê amûrê gihiştina aramcê ye. Nabêjin xwebirêvebirî û aştî ji bo Kurdan ne taktîk in lê stratêjîk in. Nabêjin ku zêdetirî 130 TV û radiyoyan propoganda ji bo AKP'ê kirin, lê hin ji wan yê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de Demirtaş û namzetên HDP'ê derdixistin, pişt re jî bi gefên AKP û qedexekariyan di vê hilbijartinê de stûyê xwe xwar kirin. Nabêjin zêdetirî 190 buroyên HDP'ê çima hatin şewitandin? Nabêjin zêdetirî 400 mirovên sivîl çima hatin kuştin? Nabêjin ji ber qedexeya derketinê li hin cihên Kurdistanê malbetan cenazeyê zarokên xwe li sarincê de danîn. Nabêjin cesedên gerîlya jin hat tazîkirin. Nabêjin cesedên ciwanên Kurd ji aliyê tîmên taybet ên dewleta Tirk ve bi erebeyên zirxî hatin girêdan û bi erdê re hatin kişandin. Nabêjin ku bi lêdan û maçkirina peykera M. Kemal Ataturk pêla şovînîzmê tevdan û hilkişandin. Nabêjin ku endamên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê çima ewqasî serbeset tevdigerin? Nabêjin hevserokên şaredariyan çima hatin girtin û avêtin girtigehan? Nabêjin di ser sê mehan de sedan êrişên balefirên şer li ser herêmên gerîlla çima hatin pêk anîn ? Her kesî dizanîbû ev êriş wê heya hilbijartinê bidomin û wer xuya dike ku ranewestin jî. 

Belê, gelo hilbijartin a di atmosfereke wisa de hêsan bû? Bersiv sedî sed wê 'nexêr' be. Bi baweriya min, HDP di vê hilbijartinê de çiqasî deng û kursiyên xwe winda kiribin jî, lê bi sekna xwe ya ku gav paş de navêt, serkeftî ye. Pîvana serkevtinê eger bikaranîna hêzê dewletê be, ji bo xwe, bi baweriya min AKP bin ketiye. Binketî ye ji ber ku bi hêza artêş, polîs, aboriya dewletê û bi saxtekariyan karê xwe kir. AKP binketiye ji ber ku eger rêzgirtinê li encamên hilbijartinê yek ji pîvanên demokrasî be, wê demê AKP li hemberî dengderên hilbijartinê bêrêz e. Ji bo wê jî hilbijartin bi darê zorê dubare kir, ku tekane hilbijartina dubare ya dîroka Tirkyeyê ye. 

Bi baweriya min gelê Kurd pêwistî wî bi hejmara zêde ya parlementaran nîne di vê demê de gelê Kurd pêdiviya wî bi siyaset û pêkanîna stratejiya ku bi salane ji bo wî têkoşîn tê dayîn, stratejiya ku li ser bingeha Xwebirêveberiya Demokratîke û pêkanîna pêdiviyan gel e. Bilindbûna dengên cihên ku xwebirêvebirî hatibûn ragihandin, îspata vê yekê ye.