Duran Kalkan: Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41'ê bike. Lê qels e. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be.
EYLEM RONÎ / ANF/BEHDÎNAN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi wesîleya salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê bersiv da pirsên ANF’ê û qala armanc û têkoşîna xwe ya sala 41’ê kir.
Kalkan got, di xeta Rêbertî û şehîdan de ew dersên ji sala 40’î derdixînin û rexneya xwe didin û li ser vê bingehê bêhtir rêxistinkirî, bi biryar û bi plan dest bi sala 41’ê dikin: “Gelê me û dostên me bi bawerî û hêviyeke mezin li paşerojê dinihêrin. Bi coş û kêfa xweş salvegerê pîroz dikin. Li her deverê hewl didin rastiya Rêbertî û PKK’ê fêhm bikin. Bi şîara ‘Em tecrîdê û faşîzmê bişikînin’ pêvajoyeke nû ya berxwedanê dest pê dike.”
Dev ji komployê bernedane
Kalkan îşaret bi biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li dijî rêveberên PKK’ê kir û got, “DYE ku pêşengê komploya navneteweyî ye, hewl dide komployê ji nû ve bi rêxistin bike. Biryara wan a dawî ku tê wateya êrişa li dijî rêveberiya me, nîşaneya vê yekê ye. Ya rast, ev biryar nîşan dide ku di 20 salên dawî de, bi taybetî jî di 40 salên têkoşîna partiya me de komployên navneteweyî hatine têkbirin. Heger ne, DYE û hevalbendên wê, biryareke ku dişibe biryara beriya 20 salan a li dijî Rêber Apo, wê li dijî rêveberiya me nedabûya.”
Kalkan diyar kir ku ev biryar mikurhatina li têkçûna xwe ye û got, “Ne diyar e ka wê bi çi rengî tevbigerin. Lê belê bi vê yekê re dixwaze êriş bike, serê mirovan tevlîhev bike, hin aliyên Kurdan bitirsîne û Kurdan ji hev parçe bike.”
Em li ber serketinê ne
Duran Kalkan anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê ya ku bi polîtîkaya înkar û tinekirinê tevdigere li ber têkçûnê ye û wiha dewam kir: “Tevgera me û gel gelekî xurt in. Li gorî 20 sal beriya niha em hîn xwedî tecrûbe û destketiyan in. Em li ber serketinê ne. Heger em têkoşîna xwe bidomînin, êrişan bişikînin, hingî wê têkoşîna azadiyê bi ser keve.
Em ê teqez bi ser kevin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan di dewama hevpeyvînê de işaret bi sala 41’ê ya PKK’ê kir û got, “Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41’ê bike. Lê qels e. Ya girîng û esasî, jinûve birêxistinbûn û nûbûna rêveberiya me ya partiyê ye ku di civîna navendî de pêk hat. Em xurttir û bêhtir rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be. Me îlan kir ku sala 41’ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê me dest bi têkoşîna ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ kir. Li ser xeta berxwedêriya fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a li dijî komployê û li ser bingeha dirûşma nû, em ê sala 41’ê bikin sala têkoşîneke xurt. Di vê salê de em ê xurttir bi ser kevin. Biryardarî û îradeya me, gelê me û tevgera me bi vî rengî ye. Em ê teqez bi ser kevin. Li ser vê bingehê cejna partiyê li Rêber Apo, gel, hevrê û dostên xwe pîroz dikim. Em bang li her kesî dikin da ku li her deverê bi coş û kelecaneke mezin tevlî pîrozbahiyan bibin.”