EREM KANSOY / DÊRA ZORÊ


Dêra Zorê li ser Çemê Firatê ye û bi rengekî erdên Sûriyê li du beşan, dabeş dike. Wilayet wekî din li ser sînorê Iraqê ye jî. Li deverê çavkanî û rezervên nift û dewlemendiyên din ên binerd gelek in. Heger Dêra Zorê û Ebu Kemal werin rizgarkirin, DAIŞ wê bi temamî ji erdên Rojava bê paqijkirin. DAIŞ wê weke berê nikaribe bibe hêzeke birêxistinkirî ya eskerî. Çavkaniyên wê yên aborî jî wê ji dest hatibin girtin. 

Ji fermandarên Bereya Dêra Zorê, Hesen Qamişlo got, ji ber vê yekê li Dêra Zorê têkoşînek heye ku tevahiya hêzên herêmî û navneteweyî di navê de ne, û herçî QSD ye berê awirên xwe daye serketinê.

Bagera Cizîrê di roja xwe ya 53´yan de dewam dike. Şervanan pêr li ser Çemê Xabûrê li dijî 4 gundan ji du milan ve operasyon da destpêkirin. Di encama şerên dijwar de gundên El Hirêca El Şerqiye, El Endecî, Cear û El Fedîn hatin rizgarkirin. Li aliyê din êrîşên DAIŞ´ê bi ser deverên û zeviyên petrolê de jîç hatin şikandin. Fermandar Hesen Qamişlo der barê van mijaran û rêveçûna Bagera Cizîrê de bersiva opirsên me da.


Pêngava Dêra Zorê ji bo çi hat destpêkirin?

Di nava van herdu salên dawiyê de li dijî DAIŞ´ê li Şeddadê, Minbic, Reqa, hemleyên têra xwe berfireh hatin birêvebirin. Hemleya Dêra Zorê jî di vê çarçoveyê de dewama şer û têkoşîna li dijî DAIŞ´ê ye. Dêra Zor ji wan navendan e ku DAIŞ xwe lê eskerî û aborî lê bi rêxistin dike. Armanca sereke ew e ku DAIŞ bi temamî ji holê bê rakirin.


Li Dêra Zorê we çawa xwe bi rêxistin kiriye? 

DAIŞ li her devera dikeviyê, xwe eskerî û siyasî bi rêxistin dike. Li devera Dêra Zorê ne tenê li bajêr, heta bêhtir li gundewaran xwe bi rêxistin kiriye. Serjimara gundan pirr e û ya serwer jî li wan eşîr e. Li her du aliyên çemê Firatê gund hene ku girêdayî hev in û di navbera wan de mesafeyeke erdekî mezin digire nav xwe heye. DAIŞ´ê ev derfet bi kar anîn û di nava civaka li vir de xwe bi cih kir.


Cihêtiya hemleya Dêra Zorê çi ye? 

Dêra Zorê li ber perê Çemê Firatê ye; bi renegekî ji rengan erdên Sûriyê li du beşan, dabeş dike, wekî din wilayet li ser sînorê Iraqê ye. Di têkoşîna me ya rizgarkirina erdên stratejîk ên di navbera Reqa û sînorê Iraqê de bi dewreke mezin radibe. Deverên Dêra Zorê û Ebu Kemal bên rizgarkirin, DAIŞ wê ji erdên Rojava bi temamî bê avêtin. Êdî DAIŞ wê nebe hêzeke rêxistinkirî ya eskerî weke berê. Di warê dewlemendiyên binerd û çavkaniyên petrolê de jî devera Dêra Zorê dewlemend e. Bi vê hemleyê ne tenê derbên eskerî, di warê aborî de jî derb li DAIŞ´ê hatin xistin, çavkaniyên wê yên aborî ji destê wê hatin girtin, yên mayî jî wê ji dest bên girtin.


DAIŞ li vir çiqasî li ber xwe dide? 

Ji ber girîngiya wê ya stratejîk, DAIŞ di şerê li dijî me de bi israr e. Em ne xerîbê rêbazên şer ên DAIŞ´ê ne. Niha ji êrîşê bêhtir, di rewşa parastinê de ye; hewl dide deverên di destê xwe de biparêze. Rêbazên danîna mayinan, maşînên bombebarkirî, gerîlayên çolê bi kar tîne. Bi tedbîran û bi pêşbînî em pêşiyê li van digirin, em têkoşîneke zehmet dikin.


Gelo ev pêngav li gorî we plan kirî bi rê ve diçe, niha gihiştiye kîjan qonaxê? 

Bagera Cizîrê tevî hemû zehmetiyan, wekî me plan kirî bi rê ve diçe. Em gihiştin peravên çemî, li deverê gelek gundên stratejîk û dever hatin rizgarkirin. Erdekî gelekî fireh e, û qonaxa heta niha jî serketî bûye.


We bi kîjan hêzan dest bi vê hemleyê kir, gelo hêzên ji Dêra Zorê pirraniyê pêk tînin?

Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê bi rola sereke radibe û pêşengiyê ji hemleyê re dike. Tevî vê, ji hêzên eskerî yên di nava QSD´ê de hêzên YPG, YPJ û gelek hêzên din û kom di hemleyê de cihê xwe digirin. Hejmara şervanan li gorî pêdiviyê di navbera 5 û 7 hezaran de diguhere. Pirraniya şervanan ji devera Dêra Zorê ne. Ciwanên gelek eşîretên li herêmê destekê didin têkoşîna me ya li dijî DAIŞ´ê di hemeleyê de cihê xwe digirin. Ciwanên eşîretên mîna Şeddadî, Şaîtat, Begaran û Agedat û gelekên din tevî QSD´ê têkoşînê dikin.


Kampanyayeke reşkirinê li dijî QSD´ê heye, wekî din hewldanên sabotajê yên rejîmê û Tirkiyeyê hene; hûn dikarin li ser maneya siyasî ya hemleyê çi bibêjin?

Ji ber ku QSD di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabû, vê tesîreke mezin kir û bû sedem ku encamên mezin ên  siyasî û eskerî derkevin holê. Serketina têkoşînê berê siyaseta li Rojhilata Navîn diyar kir. Em serketinên eskerî deynin aliyekî, di warê insanî, aborî û civakî de gelek tesîr kir. Em dixwazin ji bo gelên li ser van erdan siberojekê amade bikin. Li ser erdên Sûriyê, ji bo Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Tirkmen û wekî din gelek nasnameyên etnîk hene, û em dixwazin siberoja xwe bi hev re ava bikin. Çawa ku em li dijî DAIŞ´ê vî şerî bi hev re bi rê ve dibin, em ê biryarên derbarê siberoja we de jî bi îradeyeke hevpar bi hev re bidin. Ji ber ku DAIŞ ji bo tevahiya gelên dinyayê tehlûkeyek e, em li dijî terorîzma navneteweyî jî şerê herî bi tesîr dimeşînin. Têkoşîna me kirî û jiyana li deverên me rizgarkirî ji nû ve hatî avakirin li holê ne. Hin derdor encamên vê têkoşînê manîpule dikin, hewl didin reş bikin. Dibêjin, QSD deverên Ereban bi dest dixe, dij-propagandayên bi vî rengî tên kirin. Haya me ji van heye, lê armanca me têra xwe zelal e û bi gavên xwe yên pratîk em vê piştrast dikin. Pêşvajoyeke eskerî hebe jî, helbet bi encamên xwe yên siyasî bi rê ve diçe. Siyasetln dewleta Tirk û Îranê encamên vê yên herî darîçav ên siyasî ne. Dixwazin pêşiyê bigirin li destketiyên gelê Kurd, û di her şert û mercî de tifaqê dikin. Di bûyerên vê dema dawiyê li Başûrê Kurdistanê rû dayî jî me ev yek pirr eşkere dît. Hêzên desthilatdar wê li hemberê destketiyên gelê Kurd her kêlî hewl bidin tifaqan bikin û van destketiyan asteng bikin. Ew ê li dijî destketiyên li Rojava jî van hewldanên xwe dewam bikin. Li dijî DAIŞ´ê wek gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û bi desteka ji tevahiya dinayayê bi şervanên înternasyonalîst, me şer û têkoşîneke dijwar kir. Di dîrokê de belkî jî ev cara yekê ye ku gel bi modeleke bi vî rengî ya birêxistinbûnê hatin cem hev û têkoşiyan. Hêz û îradeyeke mezin derket holê. Em dikarin bibêjin ku ev li Sûriyê sîsik û navika modela civakî ya siberojê ye.


Weke Reqayê li Dêra Zorê jî operasyonên rizgarkirina sivîlan gelo bi rê ve çûn?

Nexasim jî ji ber tank, top, fuze û balefirên rejîmê bi kar anî, gelek sivîêl koçberî herêmên em li wan bûn. Li deverê bêhtirî 20 hezar sivîlî bi koçberiyê xwe avêt bext û staradeverên me û li wargehan hatin bicihkirin. Di gelek hal û rewşan de operasyonên rizgarkirina sivîlan jî hatin birêvebirin.


Behsa êrîşên Rûsya li dijî nuqteyên QSD´ê hat kirin…

Belê, çend caran qewimî. Nexasim jî li deverên em li wan bi pêşketin top avêtin û ji hewayê êrîş kirin.


Gelo van demê dawiyê bi rastî jî rejîmê û DAIŞ´ê hemwext êrîşî deverên QSD li wan kir?

Belê ev rast e. Dêra Zorê devereke gelekî stratejîk e û ti hêz naxwaze vê deverê ji dest bide. Ji bo ku bipêşveçûna hêzên me asteng bikin, carinan êrîşên bi vî rengî dibin. Lê belê heta niha bi ser neketin û hêzên me ji hemû astengiyan bihurîn, bipêşveçûna xwe dewam dikin.