LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT


Piştî ku roja Kobanê ya Cîhanê ango 1´ê Çiriya Paşîna par, meqamên îdarî yên bajarê Frankfurtê û nexasim jî polîsê Frankfurtê, bi israr nîşandana alayên YPG, YPJ û PYD´ê xwest qedexe bike, organîzatorên çalakiyê li ber biryarê rabûn, ev helwêsta meqamên îdarî birin ber dadgeha îdarî ya Frankfurtê. Dadgehê ev israra qedexekirina nîşandana alayan di wê çalakiyê de neheq dît, lê xwe neda ber wê yekê ku biryareke giştî a li ser helwêsteke giştî a meqamên îdarî bide. Li ser israra aliyê dozker ango organîzatorên çalakiya roja Kobanê, hakima Dadgehe Îdarî ya Frankfurtê pêşniyaz kir ku biryareke nisbî giştî paşê nivîskî bi aliyan re parve bike. Hevserokê PYD´ê Salih Muslim jî di rûniştina dozê de amade bû û amadebûna li ser daxwaza parêzerê aliyê dozker li protokola rûniştina dozê hat zêdekirin.


Doza li dijî kêfiyeta polîs

Êvara 1´ê Çiriya Paşîna 2016´an bi rasthataina Roja Kobanê a Cihanî bi sedan Elman û Kurdistanî li navenda bajarê Frankfurtê civiyan. Lê belê meqamên îdarî ku ji ewlehiya xwepêşandêran û bicihanîna mafên destûrî yên welatiyan diviyabû berpirsiyar bin, di beriya xwepêşandanê de şertên tedbîrî yên weke nîşannedana alayên PYD, YPG û YPJ´ê dan ber xwepêşandêran û bi vê yekê di rastiyê de çalakî asteng dikirin. Lê xwepêşandêran hingê ji bo protestokirina helwêsta polîsan û meqamên îdarî yên bajarê Frankfurtê, bi sedan alayên PYD, YPG û YPJ´ê nîşan dan. PIştî çalakiyê li du beşdaran ji ber nîşandana alayan cezayê pereyan hat birrîn. Ji ber ku van xwepêşandêran qebûl nekir vî pereyî bidin, dozek li Dadgeha Sulhê ya Frankfurtê bi rê ve diçû. Di doza li dijî Doris Seekampê de 8´ê Tebaxê di rûniştina dozê de biryar hat dayîn ku li benda biryara Dadgeha Îdarî ya di vê dozê de bê rawestandin, da ku bê dîtin, ka bingehe hiqûqî ji bo dewamkirina doza cezayê pere dimîne yan na.


Polîsê Frankfurtê neheq bû

Rûniştina dozê saet 9´ê sibehê li avahiya Dadgeha Îdarî ya Frankfurtê li hola 5´an bi rê ve çû. Ji bilî nûnerên aliyê organîzatorên xwepêşandanê ku aliyê dozker e û parêzerê wê, parêzerê aliyê meqamên îdarî, û gelek Kurdistanî jî amade bûn. Ji bilî wê hevserokê PYD Salih Muslim jî di runiştina dozê de amade bû. 

Piştî aliyê sereke yên dozê û îdîayên aliyan hatin xwendin, hakima Dadgeha îdarî, îşaret bi zelûliya hiqûqî kir, û got, ew ne erka wê ye karibe biryareke giştî ji bo tevahiya herêmên federal bide. Ji ber ku peywenda çalakiyê diyar bûye û bi awayekî eşkere, têkilîdanîna kirina sûc bi nîşandana alayên YPG, YPJ û PYD´ê di vê peywendê de nebûye, şertên tedbîrî yên meqamên îdarî yên bajarê Frankfurtê neheq dîtin. Dadgerê di heman demê de helwêsta hişk a polîs a roja çalakiyê beramberî çalakgeran jî rexne kir.


Dadger wê biryareke nisbeten pozîtîf bide

Parêzerê aliyê dozker rexne li wê yekê girt ku meqamên îdarî yên bajarê Frankfurtê, raporên îsîtîxbarî wekî delîl nîşan dide û pê nêzîkbûna PKK û PYD dixwaze isabtkirî nîşan bide, li dijî vê li ser navê aliyê dozker jî dadgehê xwest diyar bike ka ev yek çiqasî di cih de ye yan na. Dadgerê li ser vê yekê îdîa kir ku zehmet e biryareke giştî bide lê ew ê biryarekê bide û nvîskî ji aliyan re bişîne û ev biryar bêhtir wê li xêra aliyê dozker ango organîzatorên xwepêşandanê be. Weke zehmetiya sereke, zelûliya di pêkanîna hiqûqa ceza de ya elaqedarî qedexeya PKK´ê hat destnîşankirin. Dadgerê piştî ku got şertên tedbîrî yên meqamên îdarî di 1´ê Çiriya Paşîna 2016´an de ne di cih de bûn, li ser îfadeya aliyê dozker ê weke, em îsal jî 1´ê Çiriya Paşînê çalakiyê li dar bixin û çalakiyên din jî wê hebin ku piştgiriya Rojava bikin, divê ev mesele hinekî bê zelalkirin; dadgerê pêşniyaza biryareke nisbî giştîtir ku karibe muhtemelên kêfîbûna meqamên îdarî di warê qedexekirina nîşandana sembolên PYD, YPG û YPJ´ê de bide. Dadgerê xef nekir ku biryara wê bêhtir bi kêra aliyê dozker bê, lê her wiha eşkere nîşan da ku ev biryara Dadgeha Îdarî wê ne biryareke bi temamî giştî be, ku qedexeya nîşandana sembolên bi biryara wezareta karê hundir a federal Adara bihurî di çarçoveya berfirehkirina qedexekirina karûxebatên PKK´ê de, kete dewrê, sist bike. 


Zext û qedexeyên polîsan bibin dadgehê

Li ser israra parêzerê aliyê dozker Markus Kunzel, di protokola rûniştina dozê de hat bicihkirin. Piştî ku dadgerê biryara xwe bi vî rengî eşkere kir û da zanîn ku ew ê biryareke nivîskî ji aliyan re bişîne, parêzer Marcus Kunzel, got, bi vê biryarê pêşî ew dozên cezayên pere yên herdu kesên tevlî çalakiya 1´ê Çiriya Paşînê bûyî, dikevin. Ev biryar bi vî awayî erênî ye. Biryara nivîskî jî wê muhtemelen, bike ku meqamên îdarî û polîs weke berê kêfî nikaribin qedexeya nîaşndana sembolan li ser çalakgeran ferz bikin.” Parêzer bi rengekî ev serketineke etapekê, yan jî qismî bi nav kir.

Parêzer Markus Kunzel got, heger kesên mexdûr li gelek cihan dozên bi vî rengî bibin ber dadgehan, gelekî muhtemel e û biryarên emsal û nimûne zêde bibin û zor li dadgeriyê bibe ku biryareke giştî li ser vê mijarê bide.


Qedexe bê mane ye

Piştî dozê Salih Muslim jî ji rojnameya me re got, ev qedexe tehde ye li ser mirovan û heta ku ev tehde bi dawî bibe, ew ê van dozan bişopînin û weke şahid jî timî amade ye di van dozan de beşdar jî bibe. Muslim îşaret bi wê yekê kir ku sê aliyê divê ji hev bên cudakirin ên qedexeyên li dijî gelê Kurd hene û wisa peyivî, “Yek jê Abdullah Ocalan e, reberê gelê Kurd e, têkiliya xwe bi Rojava re heye, xelk pê ve girêdayî ye. Ew aktorekî sereke yê siyasî ye, wî bi fesefeya xwe weke Bookchin, Mandela xwedî cihekî ye di nava civaka xwe û mirovahiyê de, li çar parçeyên Kurdistanê jî xelk wî weke rêber qebûl dike. Ango qedexekirina wî bê mane ye. Ya din jî YPG, YPJ ye ku ev hêzên parastinê yên Rojava ne, ti elaqeya wan bi Elmanyayê re nîne, qedexekirina wan jî bê mane ye; ew li dijî qirkirinan, terora DAIŞ´ê hem xelkê Rojava û hem jî temamê mirovahiyê diparêzin. Şehîdên gelek miletan hene, ew jî rêzê ji van sembolan re digirin û hem jî mekanê wan bi temamî Rojava û Bakurê Sûrî û Sûrî ye. Ya sisiyê qedexekirina PKK´ê ye, ev jî mijara tesîra Tirkiyeyê, encama lobiya wê ye.”




Polîs we vexwîne hişyar bin


Komeleya Alîkariya Hiqûqî ji bo Kurdan li Elmanyayê, AZADÎ e.V., bi daxuyaniyekê banga li Kurdistaniyan kir ku beramberî guhertineke qanûnê ya 22 Tîrmehê kete meriyetê hişyar bin. Bi vê guhertinê, kesên ku heta niha, dema polîs wan di dozeke ceza de weke şahîd vedixwendin îfade dayînê, ne mecbûr bûn biçin û îfadeyê bidin, êdî heger îfadeya “li ser navê dozger” di vexwendinê de hebe, hingê kesê vexwendî heger neçe, dikare bi darê zorê ji boîfadedayînê bête girtin û anîn. Ev yek bi guhertina paragrafa 163 benda 3 ya Qanûna Ceza mumkin bûye.

AZADÎ e.V. dibêje bi vê guhertina qanûnê, tehlûkeya ku kesên tên gunehbarkirin ku ne mecbûr in îfadeyê bidin, bi vê yekê pêşî wekî şahid werin vexwendin û îfadeyên ku li dijî wan yan jî hinên din bin, bidin. Ji ber vê yekê jî AZADÎ e.V şîretê li herkesê ku hatî vexwendin dike û di cih de bi parêzerekî bişêwirin, da ku binihêrin ka tehlûkeyeke xwe bi xwe gunehbarkirinê heye yan na.