Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Kobanê Mehmûd Berxwedan destnîşan kir ku di demeke kin de hemû axa Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin. Berxwedan destnîşan kir ku li ku dibe bila bibe wê YPG herêmên çeteyên DAIŞ’ê lê ne hedef bigire û çeteyên DAIŞ’ê tine bike. 

Têkildarî tevgera neqilkirina tirbeya Sulêyman Şah a dewleta Tirk mîna ‘serketineke leşkerî’ binav kir û rola YPG’ê înkar kir de jî Fermandarê YPG’ê ragihand ku di encama hevdîtinan de peyman pêk hatiye û leşkerên Tirk di bin kontrola hêzên wan de tevgeriya ne. Her wiha bicîhkirina turbeyê ya li gundê Aşmê jî berxwedan bi gotinên, “Heta rewş asayî bibe me li hev kir ku li vir werê bicîh kirin” rawe kir. 

Fermandarê YPG’ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan, di pêngava azadkirina Kobanê de hedefên ji niha û pê ve û operasyona Silêman Şah de pirsên me bersivandin....


Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê pêngava duemîn a we daye destpêkirin ki kîjan astê de ye?

Piştî ku navenda bajarê Kobanê di 24’ê Çileyê de ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, qonaxa duyemîn a rizgariya Kobanê destpê kir. Bi vê qonaxê re armanc paqijkirina temamiya gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê ye. Qonaxa duyemîn a pêngavê mehek li dû xwe hişt. Di nava vê demê de zêdeyî nîvê gundên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de hatin azadkirin. Em dikarin bêjin ku 220 gund hatine azadkirin. Di operasyonên azadkirina gundan de pevçûnên dijwar diqewimin. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tên şikandin. Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin xeta ew lê ne biparêzin. Lê belê hêzên me destûra vê nadin û wê destûrê nedin. Pêngava me ya serketin û azadiyê wê dewam bike.  


Hewldanên DAIŞ’ê yên anîna hêzên nû ji bo herêmê heye gelo?

Di rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê careke din hewl da xwe komî ser hev bike û bikeve nava tevgerê. Armanca wan ew e ku bi êrîşên nû re ji nû ve bi pêş ve biçin. Lê belê amadekarî û hewldanên çeteyan ên ji bo êrîş û veguhastina hêzên nû li bersiva tund a hêzên me rast hat. Bi destwerdana me re pevçûnên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de di nava sê rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê derbên gelekî giran xwarin. Bi vê operasyon û destwerdana me re çeteyên DAIŞ’ê bi qasî navenda bajêr li gundan jî derbên giran xwarin û windahî dan. Di nava van sê rojên dawî de herî kêm heftê cenazeyên çeteyan ketin destê me. Em dikarin bêjin ku bi sedan mirî û birîndarên wan hene. Bi tenê duh li eniya rojhilat li xeta Bexdike û Îdanî bi çekên giran û tankan êrîş kirin. Di encama bersiva tund a li hemberî van êrîşan de tankên wan hatin rûxandin û gelek kuştî û mirî ji wan çêbûn. Derba giran xwarin.


Rewşa eniyên şer hûn dikarin ji me re ragihînin? 

Li eniya rojava gelek gund hatin rizgarkirin. Di destê wan de bi tenê çar gundên me mane. Me nuqteya beriya êrîşên 15’ê Îlonê derbas kir. Me hemû gundên di wê demê de di bin kontrola me de bûn, bi dest xistin. Her wiha gundên Cade, Kube, Kasîmî jî di nav de kontrola deh gundên nû ket destê me. Li gelek herêman me xwe gihandin Çemê Firatê. Bi tenê xeta Şêxler û di vê çarçoveyê de çend gund man.  Hin gundên Ereb jî ji çeteyan hatin paqijkirin. 

Li eniya başûr hemû gund hatin azadkirin. Tevî vê yekê sê gundên bi navê Nasiro, Xerûz û Cade li vê eniyê hatin kontrolkirin. Li vê eniyê bi qasî 2 kîlometreyan em nêzî pira Karakûzak in.

Li eniyên rojhliat û başûrrojhilat jî, me hînê bi temamî xwe negihandine xetên xwe yên beriya 15’ê Îlonê. Bi qasî 4 kîlometreyan em nêzî van xetên xwe ne. Em ê di demeke nêz de xwe bigihînin van xetên xwe jî. 


Operasyonên we wê heta kîjan qonaxê berdewam bikin?

Armanca me ne tenê azadkirina gundên di nava sînorê Kobanê de ne. Em ê hemû gundên Kurdan ên ku di dema rejîmê de ji aliyê rêveberiyê ve bi Til Ebyad, Reqqa û herêmên din ve hatin girêdan, azad bikin. Plana me ya niha li ser azadkirina hemû herêmên Kobanê ye. Hedefa me ne gelê Ereb û herêmên ew lê dijîn e. Hedefa me çeteya DAIŞ’ê ne. Lewma YPG, li ku dibe bila bibe wê herêmên çeteyên DAIŞ’ê lê ne hedef bigire û çeteyên DAIŞ’ê tine bike. Ev yek dibe ku Til Ebyad be, Reqqa be, Sirrîne be. 


Dibe ku careke din navenda Kobanê bibe hedefa DAIŞ’ê?

Eger çeteyên DAIŞ’ê karîbûya li Kobanê bima wê bima. DAIŞ’ê nekarî xwe li Kobanê bigire û piraniya wan jî tine bûn. Hêza xwe ya mayî jî ji neçarî ji navenda bajêr vekişand. Çeteyên DAIŞ’ê ji gundan ne reviya. Xwest li ber xwe bide lê belê li hemberî pêngav û êrîşên me nekarî bisekine. Me li gundan ew eciqand û derxist. Çeteyên DAIŞ’ê nikarin herêmên lê ne biparêzin, çeteyên bi pere tînin van herêman û zarokan didin şerkirin. Bila dilê gelê me rehet be, destûra YPG’ê nebe kes nikare li vê xakê bimîne. Bila her kes vê bi vî rengî zanibe.

Şer û berxwedana Kobanê dewam dike. Serketina Kobanê nêz e. Lê belê şer dewam dike, çete cih bi cih êrîş dikin. Hînê her tişt neqediya ye. Divê hestiyariya ji bo Kobanê dewam bike. Em tevahiya gelê xwe silav dikin.


Têkildarî tevgera neqilkirina tirbeya Silêman Şah, Serokwezîrê Tirk peymana bi we re û hevkariya hêzên we înkar kir. Hûn dikarin rastiya mijarê ji me re ragihînin? 

Bêyî erêkirina YPG’ê ne hêsane ku di Kobanê re derbas bibin. Tiştekî bi vî rengî nepêkane. Ji bo vê operasyonê rayedarên Tirk û fermandarên YPG’ê pênc hevdîtin pêk anîne. Her wiha gelek hevdîtinên din jî hatin kirin. Nêzîkatiya me ya di vê mijarê de li ser bingeha însanî bû. Leşker û sembolên milî yên Tirkiyeyê ku em weke cîran û dost dibînin li wir di bin xeteriyê de bûn, lewma diviyabû me alîkarî bida wan. Di vê çarçoveyê de me alîkarî û desteka xwe nîşan dan. Me rê vekir, her wiha me di tevahiya rê de ji wan re pêşengî kir. Diviyabû rayedarên dewleta Tirk jî ji YPG’ê re spas bikira û neketibûna nava helwesteke înkarê. 


Lê çapemeniya Tirk mîna serkeftineke mezin a leşkerî nîşan da...

Serketineke leşkerî nîne. Ji bo vê tevgerê dibe ku qala serketineke dîplomatîk bê kirin. Di vê operasyonê de fîşekek bi tenê jî neteqiya.  Di dema operasyonê de me li bêtêlên çeteyên DAIŞ’ê guhdarî dikir û me dît ku van çeteyan ji bo êrîş nekin ferman dane hev. Lewma ji xwe tê fêmkirin ku ji berê ve bi çeteyên DAIŞ’ê re hevdîtin kirine û di vê mijarê de li hev kirine.  Di tevahiya operasyonê de hêzên me li dora pira Karakûzakê tedbîr girtin. Ewlekariya vê herêmê kirin. Pêşketina hêzên me ya li vê qadê, ji bo artêşa Tirk a di tevgerê de, bû ewlekarî.  


Mijara bicîhkirina turbeyê ya li gundê Aşme jî peymaneke we û dewleta tirk heye gelo?

Ji bo veguhastina tirbê li gundê Aşme, bi PYD’ê re hin hevdîtin hatin kirin û  biryar hat dayîn ku tirbe li vê qadê bê çêkirin. Tirbe heta di dema pêş de rewşeke ewle pêk were wê ji bo demekê li vir be. Cihê li gundê Aşme ji bo tirbê hat vekirin xaka Kurdistanê û Sûriyeya demokratîk e. Ev qad wê ji nirxên gelê Tirk re mazûvaniyê bike û ewlekariya wê ji aliyê YPG/YPJ’ê ve tê kirin.


SEDAT SÛR/ANF/KOBANÊ