Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi taxa El-Hezawnê ya Minbicê ve diçe. Bi tenê kîlometreyek maye şervan xwe bigihînin bazara sereke. Di şerê li bereya başûr de jî herî kêm 16 çete hatin kuştin. 

Di Operasyaon 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê de di roja 28´an de ye. Doh Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi taxa El-Hezawnê ya Minbicê ve diçe. Bi tenê kîlometreyek maye şervan xwe bigihînin bazara sereke.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi taxa El-Hezawnê ya li başûrrojavayê Minbicê ve diçin. Li vê herêma li ser rêya Şêx Abidîn e, şer heta saeta nûçeyê giran bû.

Taxa El-Hezawnê pirraniya şêniyên wê Kurd û Ereb in. Bi tenê kîlometreyek maye şervan xwe bigihînin bazara sereke ya Minbicê, ku navê wê bazara El-Muxetta ye.

Li vê herêmê, di navbera şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê dema nûçe dihat amadekirin, şerekî dijwar diqewimî.


Li başûrê Minbicê 16 çete hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ên li aliyê başûr derbas kirin û hinekî din xwe nêzî navenda bajêr kirin. Di şerê li vir de heta saeta nûçe hatî amadekirin, herî kêm 16 çete hatin kuştin.

Operasyona 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê, di roja xwe ya 28. de ye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê roj bi roj serketinên mezin bi dest dixin û  li her bereyê bi pêş ve diçin.

Şervanan xwe gihand Çerxerêya Aşên Minbicê, ku bi 1 kîlometreyî li bakurê depoyên genim ên bajêr e. Bi vê yekê ve şervanan xeta parastinê ya çeteyan a li aliyê başûrê ya li ser rêya Minbic- Meskenê derbas kirin.

Ev pêşveçûn û serketina şervanan, piştî şerê dijwar ê doh berê sibê destpê kirî pêk hat. Di şer de heta saeta amadekirin anûçeyê herî kêm 16 çete hatin kuştin.


Xeta parastinê ya çeteyan li başûrê Minbicê çawa şikest

Şervanên hêza Minbicê di hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê de, embarên genim ku li nava bajêr cihekî stratîjîk in, di 25’ê Hezîranê de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi vê yekê re xeta parastinê ya ku çeteyan li başûrê Minbicê çêkiribû, hat şikandin.

Embarên genim ji ber bilinbûn û hakîmeta xwe ya li ser bajêr, ji aliyê çeteyan ve weke xeteke parastinê ya li eniya başûrê Minbicê dihat bikaranîn. Çeteyên ku hêzeke mezin li wir bi cih kiribûn, gelekî hewil dan ku embarên genim bernedin, lê piştî şerekî dijwar, şervanên hêza Minbicê çete ji wir derxistin. Bi vê pêngavê re jî, xeta parastinê ya çeteyan li eniya başûrê Minbicê bi tevahî hat şikandin.

Çeteyên DAIŞ’ê wekî her carê, beriya ku birevin li hundirê embarên genim bi sedan mayîn çandin.

15 saetan piştî rizgarkirina embarên genim, çeteyan bi du tirimpêlên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên Minbicê kir ku dîsa bikevin embaran, lê herdu tirimpêl beriya ku bigihîjin hedefa xwe, hatin teqandin.


Li Sêgoşeya Eşrefiyê şerê dijwar


Doh piştî nîvrojê, YPG’ê ragihand ku li Sêgoşeya Eşrefiyê ya bajarê Helebê şerekî dijwar di navbera wan û çeteyan de rû dide.

Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku komên çete bi hemû cureyên çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên YPG’ê dikin.



 MINBIC