Fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo, berxwedana xwerêveberiyê ya YPS'ê silav kir û got, "Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê gel bi vîna xwe, bi xwerêveberiyê, bi nirxên xwe li ser piyan e û roj bi roj bi pêş de diçe, divê li Bakûrê Kurdistanê jî heman pêvajo bê meşandin."
Qamişlo bang li tevahiya gelê li Bakûrê Kurdistanê û hêzên şoreşger kir, sekna xwe ya li hemberî siyaseta xapandin, înkar û tinekirinê ya AKP'ê bidomînin û wiha got: Encax bi vî rengî êrîşên qirkirin û komkujiyê bên şikandin û bi vî rengî hêzên YPS'ê bi ser bikevin.”
Egîd Qamişlo bal kişand ser 'xeleka ji agir a gelê Bakûrê Kurdistanê li dora Şoreşa Rojava û Kobanê çêkir' û ev nirxandin kir: "Çawa ku bi destpêkirina pêvajoya şoreşa li Rojava re gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê madî û manewî ve xwedî li Şoreşa Rojava derket û di vê oxirê de canê xwe feda kir, girîng e gelê Rojava jî bi heman rengî xwedî li berxwedana li Bakûrê Kurdistanê derkeve.”
‘Gelê Bakûr wate da Şoreşa Rojava’
Fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo diyar kir, ku çawa gelê Bakûrê Kurdistanê di dema berwedana Kobanê de berxwedaniyek mezin nîşan dan, divê niha jî vê vîna berxwedanê nîşan bidin û wiha got: “Gelê Bakûrê Kurdistanê di pêvajoya berxwedana Kobanê de, di nava berf, baran û heriyê de ji 7 heta 70 salî hat ser sînor û destekeke girîng û wate da Şoreşa Rojava.”
‘Sînor ji holê rakirin’
Egîd Qamişlo got bi hezaran ciwanên Bakûr derbasî Kobanê bûn û cîhe xwe di nava berxwedana Kobanê de girt û wiha pê de çû: “Bi sedan ciwanên Bakûrê Kurdistanê şehîd ketin. Her wiha, gelek ciwanên ji bo tevlîbûna li nava berxwedana Kobanê sînor ji holê rakirin, li ser sînor ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve şehîd hatin xistin."
Qamişlo destnîşan kir, ku di sala 2016'an de bi berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN re wê li Bakûrê Kurdistanê serketin bi dest bikeve.
‘Em ê hemû kantonan bigihînin hev’
Egîd Qamişlo di derbarê şerê wan yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jî axivî û got: “Li van qadên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, bi xurtkirina çeperên xwe re em herêmê û gel diparêzin" û da zanîn ku ew ê hemû sozên dane gel bi cih bînin û hemû kantonên Rojavayê Kurdistanê bigihînin hev.
‘Em ê têkoşîna xwe xurttir bikin’
Fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo da xuyakirin, ku li ser bingeha avakirina jiyana hevpar û Sûriyeya Demokratîk, ew ê sozên ku dane gelên Sûriyeyê û hêzên demokratîk yek bi yek bi cih bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi vê armancê em ê têkoşîna xwe mezintir û xurttir bikin. Em ê bersiva pêwîst bidin çeteyên DAIŞ'ê yên barbar, hevkarên wê û dewleta AKP/Erdogan û hemû dewletên destekê didin van çeteyan."
ANF/TIŞRÎN
YPG’ê Zaret û Xirêbkê rizgar kir
Hêzên YPG û YPJ'ê doh danê sibê operasyon dan destpêkirin û gunên Zaretê, Xirêbkê yê Efrînê û Aşê El-Feysel ê ji çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam rizgar kirin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, şervanên YPG/YPJ'ê, doh danê sibehê gundê Zaretê yê navçeya Şêrewa 16 km dikeve başûr-rojavayê bajarê Efrînê û gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawa yê Efrînê ji çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrên AKP'ê, paqij kirin.
Li aliyekî din jî şervanên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) piştî şerekî dijwar Aşê El-Feysel ê girêdayî bajarê Ezazê ê dikeve ser rêya navnetewî ya Helebê ji El-Nûsra û El-Şam rizgar kirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.
EFRÎN