Heyhat, jiyanek bêbext me dihejîne, cîhanek xayin li dora me dizvire. Li aliyekî hukumran, kontra û çeteyên wan me dikujin, ji aliyekî ve Xweda me dikuje, me felc dike.
Ya Xweda!... Behsa edaleta îlahî dikin…. Kengî ye, dadgeh li kû tê kirin, dadmendê wê kî ne gelo? Gelo ev gotin, qinyat in, hêvî ne, yan jî xewn û xeyalên lewaz û neçaran e.
Mirov bi hêviyê dijî, bi xewn û xeyalan xwe xwedî dike!... Lê heta kengî “jarê dilo” ey Xweda!...
Doh bû Şêrko Bêkes çu ser dilovaniya xwe!... Berî çend salan Jîr Dilovan ji bedena xwe ya cewherî bê par bû, felcê lê da!... Hey felek, dengê zengilî di gerdena Jîr Dilovan de fetisî ma û kes nema lê dipirse. Çawa nebêjim; cihan xayin e, jiyan bêbext e. Çawa nebêjim û beddua nekim ku diranê çerxa felekê bişikin.
Ev nifir ji dilê min difûre. Ji ber ku diranên çerxa felekê, tenê di bedena min diçin… Diranên çerka Felekê, li çar aliyên cîhanê di serdilkê Kurdistaniyan de bûne gurên du lingî, ha ha bedena Kurdistanê bixwîn dikin.
Bedena Kurdistanê ha ha xwînê dimîze….
Ya rastî hesten min jî, mêjiyê min jî xwînê dimîzin. Ey felek!... Aliyekî min li Rojava tê kuştin, aliyekî min li Başûrê Kurdistanê, li Qendîlê tê kuştin, aliyekî min li qesra Mizizexê, li warê gundo ku keliha çar bircikî dinava wêranzariyek dilzar de dinalê tê kuştin. Aliyekî min jî, li xopana frengîstanê, di bedena helbesta Şêrgo Bêkes û Jîr Dilovan de tê kuştin.
Şêrko Bêkes helbestvanekî “canpola” bû… Dilê wî di atlasê gotinan de pêçayî, li çar parçeyên Kurdistanê lê dida, bedena wî jî, li Ewropa li çarmixê dan û ha ha xwîn dimîst.
Jîr Dilovan nivîskarekî di banga xwe de, biqasî nave xwe jîr û zîrek bû, lêêêê felc bû, hewn û hişê wî di çavên wî de mexel bûn û bi hasreta Hêştirekê, bi hasreta Midyadê, bi hesreta xêzkirina çîrok û romanekê xwînê dimîze… Teliyên wî, mêjiyê wî, xewn û xeyalên wî di pênûsa şikestî de hatin zincîr û lele kirin.
Jîr Dilovan, li Enstituya Kolnê, di dema karûxebatê perwerdê de hişk bû, bê ziman bû. Kesek. Îcar, hawar, kesek nema Jîr Dilovan tine bîra xwe… Ne rojeke di xwendina pirtûkan de, ne di dîtina bedena ku tenê dikare bêdeng bikene dikine mêvan. Hey hawar, Jîr Dilovan, dengê gel bû, êşa gel bû, hawara gel bû, hêviyên gel bû, lê di bedeneke bêdeng de difetise, diesire, diperçiqe û destiniya bêkesan dijî…
Ev çawa destînî ye hey Xwedaaa?
Çapemeniya Swêd ji bo Şêrgo Bêkes, gotina: “Bavê helbesta modern a Kurdî” bi kar anî ye. Ev şanaziyek e, li ser navê Kurdan serbilindiyek e…. Lê Kurdan hîna peykerê Şêrgo Bêkes li Helepçê, li Hewlêrê, li Silêmaniyê, li Kerkûkê, li gastînekê, li sere girekî ne daniye… Helbesta Şêrgo Bêkes, hîna dibin napalman de parçe parçe ne: Li dergehê Sêmalka bi têlên dirrihî hatiye peçan û xwînê dimîze. Çima Xwedaaa? Ev jî ne “hawara dilo jarê” ye gelo?
Çi balkêş e, nivîskarên Kurd, dibin nave bêalîtiyê de, “edebiyata felzekê” dikin, li ser du şelîtan dilîzin û nikarin damistonka xwe deynin ser agirê têkoşînê. Ev zilmek e û hîna nav lê hatiye kirin!... Çeteyên paramilîter Kurdan dikujin. Kurd jî Kurdan dikujin… Dewleta Tirk deriyê sînor li ber Kurdên Rojava digire, dewleta Başûr jî deriyê Sêmalka li ber Kurdên Rojava digire… Êdî çawa Şêrgo Bêkes nemire, êdî çawa Jîr Dilovan felc nebe?...
Êdî çawa gotina Medenî Ferho, bi tujiya alîgiriyê neyê gunehkar kirin.
Erê erê, jiyanek bêbext, cîhanek xayin heye û em di nava vê bêbetî û xiyanetê de hatine tecrîd kirin.
Şêrgo Bêkes heta dawiyê siyasî bû, siyasetek Kurdistanî dimeşand
Jîr Dilovan heta dawiyê siyasî bû, siyasetek Kurdistanî dimeşand.
Lê antî entelektuelîzma ku wek nexweşiyekê di nava qelemşorên Kurd de pêşketiye, her diçe dijwar û bi bandor dibe. Ev petixandina hişmendî û raman e…. Bêhtir ji her kesî pêdiviya Kurdan bi felsefê, bi hiş û raman, bi nîqaş û nirxandinan heye. Hemberî ku şer şerê 30 salî û sîstema li ser bingeha felsefîk derketiye holê jî, refên magazine kultur û wêjeya Kurdî vala ne, hey hawar!...
Pêwiste entelektuelên Kurd, ji dêra katolîk derbikevin, ji zîndana tara bêjingê rizgar bibin, ji edebiyata felzekê birevin. Pêwiste, ji bedêla antî entelektuelîzmê, refleksa rewşenbîrî dilê me teva bi agirê hewngiriyek pêşverû gûr û geş bike.
Da ku em dikaribin nirxê Şêrgo Bêkes bidinê, bêdengiya Jîr Dilovan jî bînin bîra xwe.
Lê kanî û kengî Xwedaaa?
Şêrko Bêkes û Jîr Dilovan
Kes diçin, xwedan diçin, dem û heyam diçin, çerxa felekê jî ha ha dizîvire.