Şêrko Reşo di 3’ê Mijdarê de li Til Hemîsê ji ber êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, li bajarê Swêdê Gavleyê hate bibîranîn.

Civîna bibîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavleyê pêk hat û destpêkê siyasetmedar Arjîn Rojava axivî.

Rojava bibîranînên xwe yên bi Reşo re, bi beşdaran re parve kir û anî ziman ku Reşo bi dilnizmî û fedakariya xwe bandoreke gelekî erênî li hevrêyên xwe yên dikir.

Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Wecdîn Batê got, wî şehîd nas dikir û ji ber vê yekê tevlîbûna li bibîranînê ji bo wî gelekî giran e. Batê got, “Kurd bi şehîdan bi ser dikevin. Yekane rêya serketinê xwedîderketina li bibîranîna şehîdan e.”

 

ANF/GAVLE