Nasnameya serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk ku ji ber karê xwe yê bi MÎT’ê re ji wezîfeyê hate girtin, eşkere bû. Sîxura MÎT´ê ya di nava polîsê Elman de Dondu Yazgan e. 

Yazgan a ku çapemeniya AKP’ê gelekî pesnê wê dida û tevlî civînên saziyên ser bi AKP’ê dibû, herî dawî li paytexta eyaleta Hessenê, Wiesbadenê berpirsyara ahengê ya polîsan bû.

Di hejmara pêr a rojnameya “Welt am Sonntag“ a Elman de hatibû nivîsandin, ku serkomîsereke bi eslê xwe Tirk a li Eyaleta Hessenê wezîfedar, ji ber ku bi ajanên MÎT’ê re gelekî rabûye û rûniştiye, ji wezîfeya xwe hatiye girtin.

Di nûçeyê de navê bi rastî yê serkomîsera bi eslê xwe Tirk nehat eşkerekirin, mexlasa “Semra Melek” lê hat kirin. Nûçeyê da zanîn ku li bajarên Frankfûrt û Maînzê bi rêya konsolosxaneyên Tirk wê bi MÎT’ê re têkilî datanî. Hin çavkaniyên li Eyaleta Hessenê ku agahî dan û nexwestin navê wan bê eşkerekirin, navê vê serkomîserê weke Dondu Yazgan eşkere kir.


Lobiya Tirk, polîsa Elman, sixûra MÎT´ê

Dondu Yazgan a ku herî dawî berpirsyara Ahengê ya Polîsê Wiesbadenê bû, salên dawî bi têkiliyên xwe yên zêde yên bi rejîma AKP’ê re bal dikişand. Nexasim jî rojnameya Sabahê ya ku weke berdevka ragihandinê ya Erdogan û AKP´ê dixebite, herroj duroh bi nûçeyên xwe pesnê Dondu Yazgan dida. Dondu Yazgan bi xwe encameke xas û xwerû a yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD) û DÎTÎB’ê bû, ku ev saziyên navborî saziyên rejîma Erdogan ên li Elmanyayê ne.

Yazgan timî diçû Mizgefta Navendî ya li bajarê Wiesbadenê, ku ev mizgeft ser bi DÎTÎB’ê ve ye. Yazgan bi navê serkomîser beşdarî civîn û çalakiyên cemaeta jinê ya DÎTÎB’ê dibû ev karê xwe jî qaşo bi navê “projeyên ahengê” dimeşand.


Polîsên Tirk vexwendin Elmanyayê

Serkomîser Yazgan, ji bo karên hevpar ên yekîneyên polîsan ên Elman û Tirk, bi rola ‘pirê’ radibû. Herî dawî, karê hevpar ê midûriyetên polîsan ên Mainz û Wiesbadenê yên bi polîsên Tirk re, ku di Kanûna 2016’an de pêk hat, bi pêşengiya Yazgan hate kirin.

9’ê Kanûna 2016’an bi moderatoriya wê li bajarê Mainzê komxebat bi navê “Hevgirtina ji bo ewlekariyê” hate lidarxistin. Ji Tiriyeyê Alîkarê Serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Îlyas Ozgenturk, Alîkarê Serokê Giştî yê Şaxê Asayîşê Raşît Poyraz, Midûrê Rêxistina Polîsan a bi piştgiriya rêxistina civaka sivîl Mûstafa Dûrmaz û Midûrê Polîsên Navçeya Çankayayê Rustem Ozbek tevlî vê civînê bûn.

Serkomîser Yazgan, di çalakiyên saziya lobî ya AKP’ê UETD de jî sereqet dihate dîtin. Dondu Yazgan beşdarî çalakiyên ÛETD Û DÎTÎB’ê yên li Wiesbaden û derdora wê bû û dema Serkomîserê Tirk ê li Frankfûrtê Îlhan Saygili yê wezîfeya wî Îlona 2012’an qediya, serdana xatirxwestinê li dikandarên Tirk kir, ew jî pê re geriya.


Polîsê Hessenê xwest xwedî lê derkeve!

Dondu Yazgan a li Enqereyê ji dayik bû û di emrekî biçûk de hate Elmanyayê, sala 1994’an dest bi kariyera xwe ya polîstiyê kir. Kanûna par, piştî ku yekîneyên emniyetê yên ji Tirkiyeyê vexwend Elmanyayê, îstîxbarata Elman der barê Yazgan de dest bi lêpirsîneke berfireh a ewlekariyê kir. Di rapora piştî vê lêpirsînê de, bal dihat kişandinî ser têkiliya Yazgan bi sîxurên MÎT’ê yên li Elmanyayê re.

Die Welt am Sonntagê pêr digot, piştî rapora navbirî ji Wezareta Karên Hundir a Elman re hate şandin, Midûra Polîsên Eyaleta Hessenê, Sabîne Thurau û Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Hessenê, Robert Schaefer ketin dewrê û xwestin, agahiyên neyînî yên li ser polîsa bi eslê xwe Tirk, ji raporê werin derxistin.

Lê belê yekîneya ku rapor amade kir, dest ji vê polîsa Tirk berneda û raporeke din amade kir. Di encamê de polîsa sîxur ji kar hate kirin. Çavkaniyeke navê xwe eşkere nekir, ji rojnameyê re axivîbû û gotibû, “Eşkere ye, ji ber ku polîs jin e cihêkariyeke erênî jê re hatiye kirin û ev yek bûye sedem ku rola wê ya rastî bê veşartin.”


Qedexeya sembolên Kurdî

Li aliyê din qedexekirinên kêfî yên sembolên YPG/YPJ, PYD, rêxistinên legal ên li Elmanya ên wekî YXK´ê û nîşandana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşî li du eyaletên ku serkomîsera MÎT´ê di nava polîsê Elman de li wan çalak, di pratîkê de dest pê kiribû. Hîna sala 2015´an polîsê Mainz´ê (paytexta Rheinland Pfalzê) nîşandana sembolên Kurdî qedexekiribû, piştre jî li Frankfurtê (li eyaleta Hessenê) ev qedexe weke tesarûfeke polîsan ketibû dewrê. Biryara federal a qedexeyê bi mehan û heta bi salan paşê di Adara 2017´an de bi rengê giştînameya wezareta karê hundir pêk hatibû. Niha li ser rola kevne serkomîsera polîsê Elman, lobiyîsta AKP´ê, sîxura MÎT´ê ya di vê tesarûfa polîsan û helwêsta hişk a polîsên van herdu eyaletan li dijî Kurdan de minaqeşe tê kirin. 


 ANF / FRANKFURT