Nûnera Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara Sultan Oger, diyar kir ku di vê pêşbirkê de yê qezenc an jî winda bike tine û got: “Ji ber ku êşên jinan nakevin pêşbirkê.  Bi vê pêşbirkê em hedef dikin ku têkoşîn û dîroka jinê derxin pêş.”

Oger bi lêv kir ku armanca vê pêşbirkê ev e ku bûyerên ku hatine serê jinan bê nivîsin û bi vî awayî jî wê dîrok bê nivîsin.Oger wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha dîrok li ser lingekî ye û seqet e. Li ser du lingan nayê nivîsin. Dîrokek  pêş nakeve heye. Ji ber vê dema jin dîrokê binivîse wê demê dîroka rast tê nivîsin.”

Oger got ku bi pêşbirkê dixwazin jinan teşwîqî nivîsandinê bikin û got: “Her jin teşwîqêînivîsandinê bibin wê li xwe bigerin. Jin bi vî awayî dikarin biçin paşerojê. Dikarin pirsgirêkên xwe lêkolîn bikin. Dikarin zehmetî, hesret û bêrîkirinên xwe binivîsin.”

Oger di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her kes dikare tevlî pêşbirkê bibe û çîroka xwe binivîsin û got: “Ji bo çîroka xwe binivîsin ne hewce ye bibin nivîskar. Divê bi xwe bawer bin.  Divê pirsgirêkên xwe karibin binivîsin. Em dikarin bêjin ku di çîrokên ku heta niha ji me re hatine de zor û zehmetî û têkoşîna jinê derketiye holê.” 


NAVNÎŞAN 

UTAMARA

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg Tel. 0049 (0) 2644-602424


 ANF/KOLN