
Rektoriya Zanîngeha 7 Aralikê ya Kîlîsê, der barê xwenekarên ku komkujiya Roboskiyê şermezar kirin de lêpirsîn da destpêkirin. Rektoriye di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya "Bê destûr tev li çalakiyê bûne, aramiya civakê xera kirine" de, dê îfadeya xwendekaran bigire. Piştî Prof. Dr Ahmet Çakir ji 14 xwendekaran de der barê lêpirsînê de tablîgat şand û xwest îfadeyê bidin, xwendekar dê di 05'ê Adarê de biçin li salona Konferansê ya Fakultya Fen Edebiyatê parastina xwe bikin. Ji 14 xwendekaran xwendekarê beşa Dîrokê Cesim Tekin, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku biryar li dijî hiqûq û zagonê ye. Tekin, anî ziman ku ew li hemberî komkujiya li Roboskîyê nikarin bêdeng bimînin û divê ev komkujî wîcdanê hemû kesan zîwer bike. Tekîn, da zanîn ku wan bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û wiha got: "Piştî daxuyangiyê me 5 deqîqeyan çalakiya rûniştnê pêk anî. Rektoriya zanînghê bi vê lêpirsînê dixwaze wîcdane xwendekaran bêdeng bike. Dixwaze mifteyê li wîcnanê me bixe. Lê bila zanibe kes nikare kîlîtê li wîcdanê me bixe."
'Polhitîkayên taybet tên meşandin'
Tekîn, bilêv kir ku wan tu çalakiyên ku aramiya xwendekaran û derdorê xira bike nekirine û çalakiya wan rewa û demokatîk e. Tekîn, daxuyad ku çalakiya wan ne provakatife û bi tevahî çalakiyek mirovane û wijdanî ye û wiha berdewam kir: "Wekî hemû zanîngehan li vir jî dixazin xwendekaran ji mafê wan ê demokratîk dûr bixe. Bi taybetî li dijî xwendekarên kurt polîtîkayên taybet tên meşandin. Dixwazin xwenekarên Kurd bêdeng bikin."
Tekîn, destnîşan kir ku polîsên sivîl navê wan dane rektoriyê û pişt re rektoriyê der barê xwendekaran de lêpirsîn vekiriye û wiha got: "Ji 60 xwendekarî tenê der barê 14 xwendekarên Kurd de lêpirsîn hate vekirin. Ev xwendekarên ku berê tev li Newrozê bûbûn. Armanca wan a sereke xwendekarên Kurd bêdeng bikin. Li zanîngehê polîsên sivîl digerin. Li ser xwendekaran zextên derûnî pêk tinin. Em baş zanin ku polîsên sivîl navê me tespît kiriye û daye rektoriyê."
RÛKEN ŞEHÎR - DÎHA/ KÎLÎS
Ferhat Encu hate binçavkirin
Ferhat Encu yê di êrîşa balafirên şer ên tirk a 28'e kanûna 2011'an de di nava 34 welatiyan de birayê wî Serhat Encu jî hate qetilkirin, hate binçavkirin.
Ferhat Encu, yê birayê wî Serhat Encu di nava 34 welatiyên sivîl ên di komkujiya li Roboskê de jiyana xwe ji dest da hate binçavkirin. Ferhat Encu ku li Zanîngeha Çukurovayê xwendekar e dema ji bo biçe zaningehê ket rêya Edeneyê ji aliyê cendirmeyan ve hate rawestandin û hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Encu nehat zanîn. Leşkeran Ferhat Encu birin Fermadariya Cendirmeyan a Qilebana Şirnexê. Welatiyên Roboskê piştî bihîstin ku Ferhat Encu hate binçavkirin, hatin navçeya Qilebanê û li ber Edliyeya Qilebanê kom bûn. Welatiyên Roboskê xwestin Ferhat Encu serbest bê berdan û rawestîna xwe ya li ber edliyeyê didomînin. Berê jî bi hinceta êrîşî Qeymeqamê Qilebanê Nafiz Yavuz kirine 8 kes hatibûn binçavkirin. Ji 8 kesan Serbest Encu, Nihat Encu û Nezir Encu li Qereqola Cendirmeyan a Qilebanê serbest hatibûn berdan û Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdî Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu bi îdîaya "Hewldana kuştina mirovan" hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Şirnexê.
ŞIRNEX
Ji bo ronîkirina Roboskê ronî vemirandin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di çarçoveya kampanya "Em roniyê vemrînin û pêxin komkujiya Roboskê ronî bikin" de starta vemirandin û pêxistina ronahiyê îşev dest pê kir. Çalakiyê herî zêde li Êlih û Sêrtê eleqe dît.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di çarçoveya kampanya "Em roniyê vemrînin û pêxin komkujiya Roboskê ronî bikin" de ji bo komkujiya li Roboskê bê ronîkirin û komkujî neyê ji bîr kirin îşev saet di 20.30'an de li gelek bajaran start hate dayîn. Çalakiye herî zêde li Elih û Sêrê eleqe dît.
AMED