Serokê yek ji mezintirîn partiya Welatê Galiyan, Plaid Cymruyê, Adam Price çû serdana Îmam Şîş, ê ku li dijî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 87 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Price diyar kir ku ew li cem berxwedêrên grevê ne û got; “Divê her kes guh bide vî dengî. Ez li ser navê xwe û partiya xwe dixwazim diyar bikim ku em li pişt greva birçîbûnê ne, ya ku li hemû deverên cihanê didome. Ji bo ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe, dewleta Tirk bi lezginî divê gavan bavêje. Em divê dengê birayên xwe yên di greva birçîbûnê de bidin bihîstin. Heke yek kes ji demokrasiyê û mafê mirovan bêpar be, maneya vê ew e ku em hemû jê bêpar in. Nayê qebûlkirin ku Ocalan ji mafê xwe bêpar be.”

Plaid Cymru

Plaid Cymru ku bi zamanî Galî tê maneya Partiya Galiyan, piştî Partiya Karkeran û Partiya Muhafezekar, partiya sêyan a herî mezin e Welatê Galiyan. Partiya ku dixwaze Welatê Galiyan ji Qralîyeta Yekbûyî serbixwe bibe, 1925’an ava bû. Plaid Cymru li Meclîsa Xweser a Welatê Galiyan ji 60 kursiyan xwediyê 11 kursiyan e.

 

ANF/NEWPORT