Salih diyar kir ku Kurd bi vê êrişê pir xemgîn bûne û got; “Bi ya me, sekna Kurdan a niha li xweşa nih aliyan naçe” û diyar kir ku lewre li pişt sûîqestê hêzên tarî hene.

Sekna Tevgera  Kurdan hin aliyan bêzar dike

Li gorî daneyên NY’yê ji 15’ê adarê ve, di encama serhildan û xwepêşandanên li Sûriyeyê dest pê kirin de herî kêm 2900 kes jiyana xwe ji dest dan. Lê li Rojavayê Kurdistanê jî çalakî û xwepêşandanên aşitiyane ranewestan, bûyerên ku li cihên din ên Sûriyeyê qewimîn, li Kurdistanê neqewimîn. Muslum got; “Sedemê vê yekê polîtîkaya aşitiyane ya Kurdan e.”

Muslum destnîşan kir ku ev rewş ne bi dilê hinekan e û got; “Reftara aqilane ya Kurdan, a ku bi wê li hemberî hikûmetê daxwaza mafên xwe dike, hinekan bêzar dike.” Muslum got; “Wana dixwest berê Kurdan bidin hin aliyên din. Dixwestin bin ximzeta polîtîkayên xwe, û xizmeta Birayên Misilman. Lê bi ser neketin. Li gor texmînên me, kesên ku di van polîtîkayan de bi ser neketin, dixwazin Kurdan bikişînin nava şerên bi xwîn.”


Dibe tiliya Tirkiyeyê tê de hebe
Hêzên rojavayî, Esad weke berpirsê sûîqestê nîşan dan. Muslum jî got; “Ger em hemû dewletê bixin nava vê yekê, ev yek şaş e. Dibe din ava dewletê de hin aliyên ku dixwazin Kurdan bikişînin nava şerên bi xwîn hebin” û behsa van her sê îhtîmalan kir: “Hin aliyên di nava dewletê de, hin rêxistinên îslama radîkal weke El Qaîde û dibe tiliya Tirkiyeyê jî di nav de hebe.”

Muslum bal kişand ser polîtîkaya hikûmeta Tirk a li hemberî Kurdan û diyar kir ku di nava şertên di navbera hikûmeta AKP’ê û muxalîfên Sûriyeyê de şertê ku Kurd destkeftî bi dest nexin, heye. Muslum destnîşan kir ku Tirkiyeyê di nava salekê de bala xwe daye ser hin cihên Sûriyeyê û got; “Bûyera kuştina Temo, bûyereke tarî ye.” 

Muslum bal kişand ser Konseya Netewî ya ku li Stenbolê hate damezrandin û diyar kir ku tu girseya vê konseyê tune ye, her wiha girseyek a Herikîna Dahatûyê ya ku ji aliyê Temo ve hatibû avakirin jî tune ye. Muslum diyar kir ku kuştina Temo bandorek mezin li wî û partiya wî kiriye.

Muslum diyar kir ku ew li dijî muxalîfên derve yê Sûriyeyê ne û der berî ku wê berteka wan a li hemberî tevgerek a leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê jî tund be.


Muxalefeta navxweyî: Koordînasyona Neteweyî
Ji bilî Koalisyona Netewî ya bi piştgiriya Rojavahiyan li Stenbolê hatiye damezrandin, li Sûriyeyê jî Koordînasyona Netewî hatiye damezrandin. Vê Koordînasyonê di meha îlonê de kongre li dar xist û meclîsa xwe hilbijart û di 6’ê cotmehê de desteyek a rêveberiyê ya ji 26 kesî hilbijart. Parêzer Hesen ebdul Ezim bû serokê koordînasyonê û Serokê PYD’ê Salih Muslum jî bû alîkarê serok. 

Muslum diyar kir ku ku koordînasyon 4 jê partiyên Kurd, bi giştî ji 15 partiyan pêk tê û ragihand ku xwe girseyek zêde ya gel e. Muslum got; “Em nunertiya gel dikin û muxalefetên li derve qebûl nakin” û diyar kir ku partiyên Kurdan; El Partî, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê û Partiya Çepgir a Kurdan jî di nava koordînasyonê de ne. Muslum destnîşan kir ku 5-6 partiyên ereb jî hene û partiyên Marksîst û çepgir jî hene. 

Koordînasyon Gelê Kurd nas dike
Muslum got; “Evane gelê Kurd nas dikin, weke neteweyekê qebûl dikin û dixwazin ku Kurd di makezagonê de werin naskirin”. Muslum diyar kir ku niha tu têkiliya wan bi rejîma Esad re tune ye û ji bo diyaloga ligel rejîmê dest pê bike, ev şertane rêz kir: Divê hemû yekîneyên leşkerî û sîxûrî ji bajaran vebikişin, girtî serbest bêne berdan.”

NAVENDA NÛÇEYAN 





Meşal Temo jiyana xwe ji dest da

Li Qamişloyê li hemberî mala ku siyasetmedarê Kurd Meşal Temo tê de bû suîqest hate lidarxistin. Di encama sûîqestê de siyasetmedarê Kurd Temo jiyana xwe ji dest da û kurê wî Marsel Temo û Parêzer Zahîde Reşo jî bi giranî birîndar bûn.
Li gor agahiyên gihiştine ANF’ê, plakaya wesayîta kesên ku sûîqest li dar xistine ya Şamê bû. Partiyên Kurd ên siyasî jî dibêjin ku li pişt sûîqestê rejîma Sûriyeyê heye.
Serokê PYD’ê Salih Muslim jî got; “Vê sûîqestê em pir xemgîn kirin” û diyar kir ku bi vê sûîqestê dixwazin yekitiya di navbera partiyên Kurd tê bibin. Muslim diyar kir ku îstîxbarata Tirk jî di nav de, dibe hêzên derve jî ev cinayetê pêk anîbin û got; “Pêwîstî bi lêpirsîneke berfireh heye.”
Parêzer Zahîde Reşo ya ku bi bîrîndarî ji sûîqestê filîtî jî got; “Kesên ku sûîqest li dar xistin bi erebî diaxivîn.”
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Konseya Rêveber a Meclîsa Netewî ya Sûriyeyê hatine girtin, Temo yek ji 29 endamên konseyê bû. Rayedarên Konseyê dan diyarkirin ku Temo weke yek ji 7 rêberên konseyê hatibû hilbijartin, lê wê ev biryar piştî derketina Temo ya ji Sûriyeyê bi hatiba aşkerekirin.
Gava ku nûçeya sûîqestkirina Temo hate weşandin, bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Ferman a Qamişloyê kom bûn. Her wiha li paytext Şamê, Efrîn, Qamişlo û Kobaniyê meşên protestoyî hatin lidarxistin.
Ji ber îdîayên revandina cenaze, ciwanan heta serê sibê nobet li nexweşxaneyê girtin.
Temo di 15’ê tebaxa 2009 de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li Kobaniyê hate revandin û piştî du hefteyan aşkere bû ku di destê hêzên ewlekariya dewletê yên Helebê de ye. Bi hinceta “pevçûnên di nava gel de û cûdakariyê teşwîq kiriye” 3,5 sal ceza lê hate birîn û di 5’ê pûşpera 2011 de serbest hate berdan.
Temo di sala 1958’ê de li Derbesiyê ya girêdayî Hesekê ji daîk bûye. Yek ji damezrênerên Platforma Celadet Bedirxan, Komîteya Saziyên Sivîl ên Civakî û rêberê Tevgera Herikîna Dahatûyê bû.


BARZAN ÎSO- ANF/QAMIŞLO