Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bi 10 hezaran girtî ji bo daxwazên xwe yên bingehîn ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegere û wiha got: “Dibêjin BDP'ê ferman daye û dest bi çalakiye kirine. Ev pir şaş e. Mirovek bêyî vîna xwe nikare vê çalakiyê pêk bîne. Ger ku hûn greva birçîbûnê ji pirsgirêka Kurd a 100 salan e berdewam dikin ser bixwe niqaş bikin pir şaş e. 57 roj in mirov ji bo daxawzên xwe yên sereke û çareseriya pirsgirêka Kurd ketine greva birçîbûnê. Divê baş armanca çalakiyê bê famkirin. Di 14'ê nîsana 2009'an de Operasyona KCK'ê dest pê kir. 3,5 sal berê operasyona li dijî siyasetmedarê Kurd hate destpêkirin û zarok, jin şaredar, parlementer, endamên meclisa bajar û şaredariyê 10 hezar siyasetmedarên Kurd hêj nayê zanîn ku çima hatine girtin û bêyî sedema sûcê xwe bizanibin û karibin xwe bi zimanê zikmakî biparêzin tên darizandin.”
Demîraş, da zanîn ku ji 2009'an heta niha komkujiyek siyasî hate meşandin û siyasetmedar li salonên darizandinê rastî neheqiyê hatin û wiha got: “Destûr nedan ku bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Siyasetê mudaxaleyî darazê kir. Wezîr û Serokwezîran mudaxaleyî makeqanûnê û darazê kirin. Parlamenterên me beriya hilbijartinê veto kirin. Di bûyeran de ciwanê me Halîl Îbrahîm Oruç bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da û hêj der barê wî de lêpirsîn nehatiye vekirin. Parlamenterê me Hatîp Dîcle ji aliyê hikûmetê ve parlamenteriya wî hate desteserkirin. 6 parlamenterên me hêj girtî tên darizandin.”
Sedema mirinan polîtîkayê hikûmetê ne
Demîrtaş, da zanin ku 15 mehin li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrida giran tê meşandin û wiha berdewam kir: “Piştre hemû têkiliyên derve bi Îmraliyê re qut kirin. 34 parêzerên birêz Ocalan ji ber hevdîtinê hatin girtin. Di cihanê de mînaka vê yekê tune. Ji roja tecrîdê dest pê kiriye heta niha 1037 mirov di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Hikûmet tecrîdê wekî konseptekê dimeşîne. Li Roboskê 34 welatî hatin perçekirin û hêj der barê vê yekê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”
Demîraş, da zanîn ku ger Serokwezîr Erdogan niqaşa duh li Lijneya Wezîran 20 roj berê niqaş kiribûya dê rewş nehata vê asteyê. Demîrtaş, bilêv kir ku ew girîngiyê didin niqaşa pêr li Lijneya Weziran û wekî niqaşek dereng mayî bi nav kir.
Demîrtaş, da zanîn ku tu aliyê hiqûqî ku hevdîtina bi Ocalan re asten bike tune û ev astengiya li pêş Ocalan li dijî qanûnê ye. Demîrtaş destnişan kir ku li gorî qanûna CMK'ê mafê parêzeran bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û tu pêdivî bi destûrê ji Serokwezîr bigire tune..
Demîrtaş, destnîşan kir ku tu siyasetmedar garantiya ku li girtîgehan di saet û rojên pêş de mirin pêk neyê nikare bide û xwest bi lezgîn dest bi muzakereyan bikin. Demîrtaş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê êdî niqaşên îdamê bi dawî bibe. Divê ev mijar heta heta bê girtin û ev niqaş dê zerarê bide pêşeroja Tirkiyeyê. Niqaşa Erdogan a der barê Îdamê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê nebaş e. Li şûna li çareseriyê bigerin, niqaş û gotinên li ser Îdamê rêbazek şaş e û gel dixin nava rageşiyê. Divê li ser daxwazên girtiyan, muzakereyan û rawestandina şer niqaşê bikin.”
DÎHA/ENQERE