Mamoste Mistefa yê dibêje, di serpêhatiya xwe de ya ku min dabû dûv krawatekê, ez asîmîle bûbûm, vê bangê li hilbijêran dike: Heger em dixwazin dawiyê li desthilatdariya Erdogan bînin, em werin li vir dengê xwe bidin.

SELMA AKKAYA / PARÎS

Dengdana ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê, li Fransayê 7´ê Hezîranê dest pê kir û wê heta 19´ê Hezîranê dewam bike. Li paytext Parîsê, rojane êdî bi hezaran kes dengê xwe didin. Di dema dengdanê de hin kes jî hene ku tevî ku dengê xwe dane jî her tên cihê dengdanê û li rewşê dinihêrin. Yek ji van kesan jî ji dildarên HDP´ê û xebatkarê FEDA´yê Mustafa Gokpinar e. Ew ji bo Kurdistaniyên li Parîsê Mamoste (Xoce) Mistefa ye. Ew her roj tê cihê deng danê, li rewşê û encaman dinihêre û hîna nû berê xwe dide malê.

Da dûv krawatê ziman ji dest da

Xoce, sala 1955´an dema ku malbata wî ji Efrînê bar kiribû Bazarcixê, bi alîkariya cîranekî diçe dibistanê, lê bi yek peyva Tirkî jî nizane. Li wir bi alîkariya wergêriya hevalê wî, mamosteyê wê jê re dibêje, heger tu bixwînî, tu jî dikarî vê krawatê li xwe bikî.

Xoce ji bo ku wê krawatê li xwe bike, xwend, bû mamoste; lê ha li xwe hayil dibe ku zimanê xwe Kurdî ji bîr kiriye û ji bo vê rewşê dibêje: "Di serpêhatiya xwe de ya ku min dabû dûv krawatekê, ez asîmîle bûbûm."

Li Parîsê vegera li Kurdî

Piştî darbeya eskerî ya sala 1980´yî, Mamoste Mistefa sala 1981´ê pena xwe digihîne Fransayê û li Parîsê bi cih dibe. Dema ku rastî pismamekî xwe tê li vir, ji neçarî divê vê carê jî ji bo ji pismamê xwe fêm bike, wergêrekî peyde bike da ku ji Tirkiya wî wergerîne Kurdî. Di vê kêliya serpêhatiya xwe de Xoce biryarê dide bi Kurdîtiya xwe re ji nû ve li hev bê. Niha yek ji dildarên Federasyona Demokratîk a Elewiyan û HDP´ê ye.

Werin dengê xwe bidin!

Ew bi rêya rojnameya me bang li hilbijêrên hîna dengê xwe nedayî jî dike: "Heger we qeydiya vîdeoya Erdogan dîtibe, ew derbarê HDP´ê de her tiştî eşkere dibêje. Em Kurd, şoreşger, Elewî, demokrat, heger sebra me nemîne, rika me dest pê dike. Em îro bi înad li vir in. Em ê xebata xwe dewam bikin. Heger em dixwazin dawiyê li desthilatdariya Erdogan bînin, em werin li vir dengê xwe bidin."

 
 

Dayika Şahgul a 106 salî çû ser sindoqê

   

Dayika Şahgul a ji navçeya Elezîzê Depê, pêncşema bihurî li Stuttgartê çû ser sindoqê. Kurê wê û neviyê wê ew birin cihê bikaranîna dengan ê li Lorenz Straße; lê bi hinceta ku bîroke ye û nabe îradeya wê di sindoqê de xwe bide der, dengdayîna wê hat astengkirin.

Dayika Şahgul sal 1912´an hatiye dinê û pîrtirîn mirova eyaleta Baden-Wuerttembergê ye.

 

STUTTGART

 
 

Partiya Keskan jî got HDP

 

Partiya Keskan a Elmanyayê diyar kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ew piştgiriyê didin HDP’ê. Partiya Keskan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bal kişand ser rola HDP’ê.

Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştgiriyeke din a ji bo HDP’ê ji Elmanyayê hat. Piştî Partiya Çep, Partiya Keskan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew destekê didin HDP’ê.

Daxuyanî bi sernavê “Piştgiriya bi HDP’ê re” li ser malpera fermî ya înternetê hate weşandin û îşaret bi girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Tirkiyeyê du tifaqên cuda yên bi serkêşiya CHP û AKP’ê beşdarî hilbijartinê dibin. Li hemberî van tifaqan jî HDP heye. HDP li Tirkiyeyê nûnerê gelek hêzên lîberal û demokratîk e.”

Têkoşera demokrasiyê

Partiya Keskan diyar kir ku HDP ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û serxwebûna medya û dadgeriyê têdikoşe û bal kişand ser rewşa namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran girtiyên siyasî.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em dixwazin hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin berdan û di serî de HDP em destekê didin her kesên ji bo demokratîkbûnê têdikoşin.

Em bi HDP’ê re ne û hurmetê nîşanî hemû demokratên li Tirkiyeyê didin ku bi wêrekî tevdigerin.”