Huda Sarhang: Di demên zehmet de, hinekan dev ji Kurdistana min a delal berda, yên din lê difikirîn ku wê biterikînin, min biryar da ku bimînim û karekî bidim destpêkirin. Li Başûrê Kurdistanê Lala Candle yekemin dikan yan jî şirketa findên bi destan çêkirî ye ku îlhama xwe ji çanda Kurdistanê digire. Ev înîsiyatîfa jina ciwan Huda Sarhang hem wê bextewr dike, hem jî dike ku debara xwe bike. Ew di çêkirina findan de ji îskanan heta bi kilaşên mêran, ji xişiran heta bi qurnefîl û nergizan, her xeml û rewşa li Kurdistanê peyde dibe, bi kar tîne. Her hilberîna wê jî berhemeke piçûk a hunerê xemilandinê ye. Huda Sarhang a ku li Zanîngeha Kurdistan a li Hewlêrê beşa Siyaset û Têkiliyên Navneteweyî xwend, ji bilî karê elaqedarî xwendina xwe projeyên çanda Kurd û karê çêkirina findan jî dike. Xwe neda ber bayê giştî Tora ciwanan a li Başûrê Kurdistanê a bi navê Nishtiman Youth Network (Tora Ciwanan a Niştiman - NYN) bi Huda Sarhang re dipeyive û ew ji wan re dibêje, “Tê bîra min dema ku min lîse qedand, puwanên min bilind bûn û destûr didan ez muhendîsiyê bixwînim, lê min ev nekir. Hingê min nexwest xwe ber bi ava herika giştî de berdim û destûrê bidim ku puwan siberoja min diyar bikin. Li şûna wê min siberoja xwe diyar kir. Min biryar da ku tişta ez hez jê dikim, bikim. Min siyaset û têkiliyên navneteweyî xwendin û bi serfirazî jî mezûn bûm.” Ji malpera Huda Sarhang a Facebookê em fêr dibin ku ew niha di nava Y-Peer de ku rêxistineke ciwanan ku bi hevaltiyê biryardayîna bipersiyarî ya li cem ciwanan teşwîq dike, weke dildar kar dike. Wekî din weke alîkara projeyan jî li konsolosxaneya Brîtanî a Iraqê xebitiye. Lê li ser karê xwe yê ku wê bextewer dike, ew jî NYN re peyiviye. Findên ji çanda Kurdistanî Huda Sarhang ne ku tenê xwendina xwe dikir û ev karên dildarî dikirin, lê wê bi hunerekî bi pêşxistî debara xwe jî dikir: “Di demên zehmet de, hinekan dev ji Kurdistana min a delal berda, yên din lê difikirîn ku wê biterikînin, min biryar da ku bimînim û karekî bidim destpêkirin. Min şirketa Lala Candles (Findên Lala) vekir, ev yekemîn şirketa findên bi desta çêkirî ya li Kurdistanê bû ku îlhama xwe ji çanda Kurdistanî werdigirt.” Huda Sarhang findên ku bi xemla xwe heryek ji wan sêwirandineke hunerî ye, li dikana xwe difiroşe. Ew hez ji karê xwe dike û ji bo karê xwe dibêje, “Ez niha hez ji karê xwe dikim, ez hez dikim ku devkenînekê li cem mirovan peyde bikim karê xwe ji ber ku ez her findê, her mûmê bi hezkirin û dildariyê çêdikim.” Her tişta neynika çanda Kurdistanî Huda Sarhang a ciwan ji bo hunerê xwe her tişta ku li Kurdistanê peyde dibe bi kar tîne: “Ji îskanên çayê tevî binikên xwe neyên bi rengê sor xemilandî heta kilaşên mêran (pêlavên bi destan çêkirî), ji xişirên jinan ên cilûbergên Kurdî heta bi tas û lalîkên ji bo şekir û dew, ji nêrgizan heta bi merş û berên Kurdî, ez her tiştî bi kar tînim. Qurnefîlan, darçin û her tişta neynika çanda Kurdistanî be.” Kurdistanê direngînim Keça Ciwan, dildara civakî û mezûna beşa siyasetê Huda Sarhang difikire ku bi find û mûmên xwe ew çanda Kurdî bi pêş dixe û wiha dipeyive: “Min tercîh kir ku bedewiya wan tiştên piçûk nîşan bidim ku em timî weke misoger û heyî qebûl dikin. Min tercîh kir ez jiyana xwe li Kurdistanê birengînim û xewna min e ez Lala Candlesê di siberojê de berfirehtir bikim.” Huda Sarhang herî destpêkê ji bo heval, nas û xizmên xwe di nava îskanan de find çêkirin ji bo ku bibîne ka çawa tên ecibandin yan jî nayên ecibandin. Bi her halî, îro karê wê ji bo wê cihê bextewariyê ye û debara xwe jî pê dike. Her finda ku çêkirî jî di navbera 10,000 ta 35,000 dînarên Iraqî de difiroşe. HEWLÊR